3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Oruç nehat berdan

Yekemîn danişîna Rojnamevan Mehmet Şah Orûç ê li Amedê girtî tê ragirtin, hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Oruç da û danişîn taloqî 31’ê cotmehê kir

Rojnamevan Mehmet Şah Orûç ê ku di 25’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna li Amedê hatiye destpêkirin de hate binçavkirin û girtin piştî 4.5 mehan derket pêşberî dadger. Danişîna ewil a Orûç ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlisê pêk hat. Rojnamevan Orûç û parêzerê wî Resûl Temûr ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nûnertiya Wanê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Wanê, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bedlîsê, malbata Oruç û hevalên wî ên rojnamevan jî beşdarî danişînê bûn.

Oruç bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û parastin kir û wiha got: “Ez kesê îtîrafkar Umit Akbiyik nas nakim. Ji ber karê xwe bi sedan mirov min nas dikin. Dibe ku ew min nas bike. Lê ez wî nas nakim. Umit Akbiyik, diyar dike ku ez çûme HDP’ê. Ku ez çûbim wir ez ji bo nûçeyê çûme. Her roj li wir daxuyanî tên dayîn. Ez ji bo daxuyaniyan bişopînim diçim wir. Ne tenê ez hemû rojnameger diçin wir. Avahiya HDP’ê 24 saetan ji aliyê polîsan ve bi kamerayê tê tomarkirin. Ez aşkere diçim wir. Rojnameger cudahiyê naxe nava kes û partiyan. Ez rojnameger im û aşkere diçim wir. Rojnameger dengê civakê ye. Em her tim bi çavê rojnamegeriyê li rastiyan û bûyeran dinerin. Dixwazin rojnamegeriya kurd krimilanize bikin. Ji ber ku min nûçeya Hakan Arslan ê di qûtûyê de teslîmî malbata wî hat kirin kir nûçe, ev nûçe wekî sûc nîşan dane.  Nûçeyên ku min çêkirine wekî sûc hatiye dîtin. Ez nûçegîhanê MA’yê me. Ji bilî MA’yê min nûçegîhaniya kesî nekiriye. Hemû nûçeyên ku ez çê dikim ji raya giştî re vekirî ye.”

Parêzer Resul Temur jî parastin kir û got: “Ez tev li angaştê nabim. Guhdarkirina Umit Akbiyik dikin sedema girtina muwekilê min. Ev kesa di bin kontrola polîs û leşkeran de ye. Guhdarkirina kesên di kontrola leşker û polîsan de be divê nebe sedema girtinê. Muwekilê min li Ajansa Mezopotamya dixebite. Ajans, bi awayekî zagonî xebatê dike. Di doza Helikopterê de jî rojnameger bi heman sucdariyê re rû bi rû man. Lê AYM’ê ev sucdarî wekî binpêkirina mafan pênase kir. Divê muwekilê bin bê berdan.”

Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da. Heyetê piştî navberê biryara berdewama girtina Mehmet Şah Oruç da û danişîna dozê taloqî 31’ê cotmehê kir.