3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jîna bedewî ye, têkoşîna wê azadî ye

Serhildana “JIN, JIYAN, AZADΔ bi dawî nabe, Jîna bedewî ye, têkoşîna wê, azadî ye, mîna nan û avê ye. Lewre dê serhildana jinan a azadiyê ya li ser bingeha felsefeya “JIN, JIYAN, AZADΔ teqez bi ser bikeve.

Jîna (Mahsa) Emînî, di 16’ê îlona 2022’yan de ji bo ku biskek porê wê xwiya kir, li Tehranê ji aliyê ‘polîsên-îrşad-exlaqê’ yên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat kuştin. Salvegera şehîd xistina Jînayê nêzîk dibe; tevgera jinên kurd, bi boneya pêşwazîkirina salvegera wê, di serî de li rojhilatê Kurdistanê, Îran û gelek navendên cîhanê amadekariya çalakiyên pêşwazîkirina bîranîne dike. Çav li rêye ku çalakî li gelek deverên dinyayê pêk werin. Wê jinên kurd û tevgerên jinan ên cîhanê, mil bidin milê hev û kolanên cîhanê bikin qadên jin, jiyan, azadî…

Wê jin, di 16’ê îlonê de li qadan bin û xwedî li bîrnanîna Jînayê derbikevin ku bû yek ji pêşenga raperîna jin, jiyan, azadî. Sonda ku jinan ji Şilêr Resûl û Jîna Emînî re xwarin, dê di salvegera kuştina Jînayê de bi mezinkirina têkoşîna şoreşa jinan bilind bikin.

Raperîna ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kir, tevî hemû zextên rejîmê jî; nekarî gavê bi civaka azadîxwaz paşve bide avêtin. Ji bo tepisandina serhildana gelan, bi hezaran jin, ciwan û aktivîst bi destê hêzên rejîmê hatin kuştin û darvekirin. Rejîm, ev daxwaza jinan a ji bo civakek demokratîk û azad, bi kuştin, girtin û darvekirinê bersiv da.

Jîna Emînî, li bajarê rojhilatê Kurdistanê yê Saqizê di 22’ê tîrmeha 2000’î de di malbateke kurdperwer de hatiye dinê. Jîna, 22 salan jiya; ew bedewiya wê, ew bejna wê ya narîn, ciwaniya wê bû hedefa politîkayên zayenparez ên rejîmê… Jînayê, herwiha qeyda xwe ji bo zanîngiha Ûrmiyeyê kiribû ku wê di 23’yê îlanê de li Ûrmiyeyê dest bi xwendina zanîngehê bikira…

Piştî ku Jîna bi îşkenceya polîsên ‘exlaqê’ di binçavan de hat şehîdxistin; malbatê cenazeyê wê birin cihê ku lê ji dayik bûye. Di merasîma cenazeyê Jînayê de, jinên rojhilatî dirûşma “jin, jiyan, azadî” berz kirin. Komek ji dayikên bajarê Saqizê ku li sêr gora Jîna Emînî hatin gel hev, bi berzkirina dirûşma “jin, jiyan, azadî” dengê xwe gihandin jinên, Mahabad, Ûrmiye, Sine, Merîvan, Belûcistan, Tahran, Qamişlo, Kobanê, Şengal, Amed û hemû jinên cîhanê. Di pêşengiya wêrektiya wan jinên bajarê Saqizê de qonaxek nû ya raperîna ber bi şoreşa jinan ve dabû destpêkirin. Helwesta ku wan jinan danî holê, li gel xwe pêvajoyek nû ya têkoşîna hevpar a gelan pêşxist. Agirê destpêkê yê serhildanê, bi hêza jinan vêket…

Kuştina Jînayê, li tevahiya welêt bû sedema nerazîbûnên girseyî yên civaka Îranê. Hêrsa jinên Rojhilat, mîna lehiyê herikî; berxwedana jinan a li dijî zilmê sînorên erdîngeriya parzemînan bê wate kir. Li seranserî rojhilatê welêt û Îranê, rê ji pêvajoya çalakiyên mezin ên raperîna “jin, jiyan azadî” re vekir. Çirûska ewil a raperîna “jin, jiyan, azadî”, ku li bajarê rojhilatê Kurdistanê Saqizê vêket, di damsala payîz û zivistanê de belavî welatên din ên Rojhilata Navîn û parzemîna Ewropayê bû…

Mixabin, hê di ser kuştina Jîna Emînî re salek derbas nebûyî, parlamentoya Îranê, der barê şertê sergirtina jinan de qanûnek erê kir. Bi vê qanûna nû ya girtina serê xwe, jinên ku qanûnê binpê bikin, dê bi cezayên girantir ê hepsê bên cezakirin. Li gor qanûnê divê cezayê binpêkirinê girantir bibe! Jin, dema ku li ser kar serê xwe negirin, dibe ku ji xizmetên cemaweriyê werin dûrxistin… Her wiha parvekirina wêneyên servekirî yên di medya dijîtal de jî, weke sûc tê pênasekirin û wiha tê destnîşankirin; ‘Ew kesa ku wêneyan parve bike divê bê cezakirin.’ Bi kurt û kurmancî, zihnyeta Molan a Komara Îslamî, hewl dide bi rêya darazê; vîna jinan bieciqîne, bêdeng bike û li gor xwe dizayn bike…

Li Komara Îslamî ya Îranê, li xwekirina cil û bergan bi rêziknameyan hatiye qedexekirin. Di van rojên dawî de meqamên darazê yên Îranê, li jinên ku girtina serê xwe red dikin, tedawiya derûnî ferz dikin. Dadwerî/dozgerên rejîmê; ew jinên ku li dijî ser girtinê rabin û serî li ber wan neçemandin; ew jin bi “dînîtiyê” tawanbar kirin. Ji hêlekî ve daraz ji hêla din ve desthilatdarî, ji bo van jinan, tedawiya derûnî ferz kirin. Rejîm bi vê hişmendiya xwe belayê dikire; “Mîna darka fitnê” li dor xwe zivirê, îş û karê wê fitneyê ye. Bi feraseta kedîkirinê nêzî civakê dibe; êdî zehmete ku ruhê muxalîf ê civakê di nav kefa destê xwe de bigire. Dema ku sabûn ji nav destê mirov bifilite, zemtkirina wê zor û zehmet dibe.

Piştî kuştina Jîna Emînî, jina kurd pêşenga hemû serhildanan bû, di belavkirina serhildanan de bi erka pêşengiyê rabû. Jinan, li ber qanûna sergirtinê, li dijî politîkayên darvekirin û tunehesibandina hêza jinan serî rakir. Rojek tune bû ku jin, bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” danekevin kolanên bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê. Ji bo dewam kirina serhildanê, jinan biryara xwe li gel hêza civakî kirin yek. Di raperînên ku salek li pey xwe hişt de jinan rêbertî kir. Yek ji daxwazên jinan ew e ku polîsên jin-kuj ên ku ji wan re; ‘polîsên-îrşad-exlaqê’ tê gotin ji holê bên rakirin.

Tevî hemû nerazîbûnên civakê jî parlamentoya Îranê ji bo jinên ku ‘qanûna hîcaba mecbûrî’ binpê dikin bi awayekî giran werin cezakirin qanûn derxist. Parlamentoyê, li şûna ku rêzê bide daxwazên jinan ên demokratîk, di mijara sazkirina ‘qanûnê’ de, gef li jinên ku serê xwe vedikin xwar û zêdegaveyek nû ya tasfiyekirina destkeftiyê jinan avêt. Bi vî ewayî komîsyona ku li parlamentoyê hatiye avakirin, pêşnûme qanûna ku hat nîqaşkirin erê kir.

Di pêşnûme qanûnê de wiha tê aşkerakirin; “Kesên ku li gorî qanûna cil û bergên Îslamî tevnegerin, wê bi cezayên giran werin cezakirin. Li gorî vê yekê ger qanûn ji carekê zêdetir were binpêkirin wê cezayê pere bide. Ger ev binpêkirin cara duyan were dubarekirin; dê ew kes heta 15 salan rastî cezayê girtîgehê bê…”

Daraz di rewşa ku dema kes cezayê hepsê bixwe de xwedî însiyatîfe ku dest deynê ser malê wê jinê. Her wiha jinên ku bêhîcab bikevin navendên standin û firotinê, restorandan de wê bi biryara dozger werin girtin. Di qanûnê de bedena jinan mîna amûrek/tişteke rave dibe; armanc jê li ser bedena jinan terbiyekirina civakê ye.

Zagona mijara gotinê ye; bi nêzbûna salvegera kuştina Jîna Emînî ve hat erêkirin. Rejîm, bi vê zagonê dixwazê pêşî li serhildanan bigire. Serhildanên ku piştî kuştina Jînayê pêkhatin, hetanî  îro berdewam dikin.

Jin bi hatina ba hev, behsa pirsgirêkên xwe yên civakî dikin, rêya têkoşîn, çareseriyê pêş hev dikin. Jinan, çawa ku li hember qanûna hîcabe serî neçemand; helbet daxwazên xwe yên polîtîk jî rêz dikin. Jin, di daxwaza xwe ya tev li bûna politîkayê de bi israr in. Em dikarin ji daxwazên jinan çend babetan wiha destnîşan bikin; “Divê rejîm dawî li polîtîkayên xwe yên darvekirina aktîvîst, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan bîne; astengiyên li beşdarbûna jinan ên qada polîtîkayê rake, azadiya ramanê, qedexeya li ser rojnamegeriyê bîne.”

Serhildanên ku di pêşengiya jin û ciwanan de pêşketin de di hêla civakî de heta astekî bandora xwe çêkir; lê ji bo ku hêza pêşeng a raperînê lewaz ma, bandora serhildanê ya rêxistinî belavî tevahî pêkhateyên din ên civakê nebû… Lê tevî van kêmasiyan jî bila wisa neyê fikrandin ku serhildana Jin, Jiyan, Azadî, bi dawî bûye. Wekî ku me li jorê jî anî ziman Jîna bedewî ye, têkoşîna wê, azadî ye; mîna nan û avê ye. Ji bo wê em dibêjin dê serhildana jinan a azadiyê ya li ser bingeha felsefeya “JIN, JIYAN, AZADΔ teqez bi ser bikeve.