7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî bêçandiyê li ber xwe dide

Bi qasî vê avahiya dîrokî û qewîn çanda kurdî jî bi hemû hêz û xurtbûna xwe li ber xwe dide

Vê hefteyê li Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê (Piştî ku disala 2016’an de bi KHK’ê hat girtin û careke din xwe ji nû ve saz kir destûr nedan ku bi navê Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê bê vekirin ji ber wê niha navê wê Navenda Çandê ya Dîcleyê ye) bûm mêvan. Piştî demeke dirêj çûyîn û dîtina NÇDF’ê hestekî cuda bi min da avakirin. Ji aliyê kedkar û hunermend Ahmet Jiyara (Yilmaz) ve hatim pêşwazîkirin. A rast nasîna min û Ahmet zêdetirî 12 salan e heye. Bi dîtina wî ez gelekî kêfxweş bûm. Lewre ji heval û hogirên berê û hunermendên ku min ew nas dikirin kes nebûn. Bêguman ev jî aliyê xemgîniyê bû. Lê dîsa jî li avahiyeke dîrokî ya li nav Sûrên Amedê ku xebatên çand û hunerî lê tê kirin mirov dikişîne nav kûrahiya hesteyariyeke berxwedêrî.

Belê bi qasî vê avahiya dîrokî û qewîn çanda kurdî jî bi hemû hêz û xurtbûna xwe li ber xwe dide. Li aliyekî polîtîkayên dewletê yên bêhuner û bêçandhiştinê li aliyê din di bin navê çanda populer de bêçandkirin.  Me bi Ahmet re li ser xebatê wan û bi giştî yên çand û hunerî sohbetek kûr kir. Gelek tiştên ku ez haydar bûm û ne haydarbûm jî hebûn. Lê bê guman mirovekî giringiyê bide çandê bi gelek aliyên hatiye jiyîn û tê jiyên ve diêş e. Sedem çi dibe bila bibe, mirov ji kîjan nijad  û neteweyî dibe divê çanda xwe biparêz e. Heke parastina çandê çênebe parastina nasname û neteweyê jî çênabe. Lewre yek ji hîmên sereke yên neteweyekî çand e. Heke çanda ew neteweyî nebe nasname û netewe bi xwe nabe. Çima vê tînim ziman.

Di qonaxên dijwar re derbas bû

Bi xebatên xwe yên serkeftî yan jî yên kêm mayî NÇDF ji sala 2003’yan û vir ve ji bo parastina çand û hunera kurdî di nav hewldanekê de ye. Wekî rojnamegerekî ku ji nêz ve dişopînim ji gelek serboriyên NÇDF’ê yên zor û zehmet jî haydar im. Gelek caran rastî zext û tundiya dewletê hat. Xebat hatin astengkirin, xebatkar û hunermendên wê rastî cezayan hatin. Gelek ji kedkar û hunermendên wê ji ber zext û tundiya li dijî xwe neçarî derketina derveyî welat hatin hiştin. Kurt û kurmancî ji bo parastina û pêşxistina çand û hunera kurdî di qonaxên dijwar re derbasbû û îro jî yek ji van qonaxan e.

Hewceyî bi xwedîderketinê heye

Li gelê vê rewşa heyî Ahmet hinekî behsa xwedî nederketin û kêm eleqeya li çand û hunerê kir. Bêguman sedemên vê jî rêz kir. Lê ya rast mirov gelekî bi vê rewşa heyî diêşe. Çawa dibe saziyeke ku li gel hemû zor û zehmetiyan hewldaye çand û hunera kurdî biparêze û îro rastî bêeleqeyek kêm tê. Ez di wê baweriyê deme û xebatên NÇDF’ê yên salên borî ku kirine piştrastiya vê ye; heke xwedî derketina li çand û hunerê di nav civakê de pêş biketa dê ev sazî hêj bêtir çalak û li dijî polîtîkayên dewletê yên pişaftin û bêçandhiştinê xebatên gelekî serkeftî pêş bixista. Lê mixabin hem ji ber polîtîkayên dewletê, hem ji ber “hunermendên” ku bi hişmendiyeke oryantalîst bêçandiyê li ser civakê pêş dixe û hem jî ji ber derdoreke ji bo berjewendiyên xwe rê li ber bêçandiyê vedikin. Bêguman gelek kîte kîtê vê hene ku bînim ziman. Lê ez bawer im ku tişta dibêjim baş tê fêhmkirin. Lewma jî naxwazim serê we biêşînim. Lê dikarim bêjim ligel hestên xemgînî û kêşaya ber bi kûrahiya wê kevnariya mekanî ya NÇDF’ê min bir kêliyên hestiyar yên çanda kurdewar û berxwedêr. Lewre hêj jî bi sewta dengêjên kurd ew dîroka kurdewar xwe dide der. Dengbêj û hunermendên xwenas û xwedî li çand û hunera xwe derdikevin.

Belê di dawiya sohbeta me ya kûr hevalê me hunermend Ahmet, dengbêj Naîf û dengbêj Taha ku bi mêvanî ji Duhokê hatiye Amedê kêliyeke xweş û hestiyar dan jiyîn.