18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Otogara ku di îmarê de ‘pîşesazî’ xuya dike bêxwedî maye

Otogara ku ji aliyê Şaredariya Merdînîk a AKP'î ve bêruxset li sînorê Erzirom-Erdexanê hat çêkirin, bêxwedî hatiye hiştin. Esnaf ji bo daliqandina tabelayan serî li rêyên bejahiyê yên her du bajaran dane, lê daxwazên wan nehatine qebûlkirin

Termînala Otobusan a Navbajaran a Merdînîkê ku Şaredariya AKP’î ya Merdînîkê di sala 2019’an de dest bi çêkirina wê kir û di sala 2022’yan de temam bû, ji ber ku di navbera sînorên Erzirom û Erdexanê de hatiye çêkirin, bûye sedema mexdûriyeteke mezin. Otogar a ku di dema şaredariya AKP’î de tevî hemû nerazîbûnan jî hat çêkirin, niha bêxwedî ye. Ji bo çûna otogarê ku li sînorê Erziromê hatiye çêkirin serwîs tune ne. Ji ber vê welatî ji bo ji navenda Mêrdînîkê biçin otogarê 50 lîre heqê rê didin.

Otogar di navbera du bajaran de

Tabelaya otogara di navbera sînorên Erzirom û Erdexanê de hatiye çêkirin nehatiye daliqandin. Ji lew re otogar di îmarê de wekî herêma pîşesaziyê hatiye tomarkirin. Her wiha nayê hiştin ku li ser rêya Qers-Artvînê jî tabelaya otogarê bê daliqandin. Esnafên otogarê jî ji bo daliqandina tabelayan serî li Midûriyeta Rêbejahiyê ya Erdexanê dan, lê belê bi hinceta “ne di nava sînorê me de ye” hat redkirin. Serlêdana li Midûriyeta Rêbejahiyê ya Erziromê jî bi heman hincetê hat redkirin. Esnafên ku nizanin dê çi bikin, vê carê jî serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomartiyê (CÎMER) dan, lê tiştek ji vir jî derneket.

Di îmarê de wekî pî,şesaziyê qeydkirî ye

Her wiha otogar di plana îmarê de ne wekî “otogar”ê, wekî “pîşesaziyê” hatiye tomarkirin. Hat diyarkirin ku ji ber vê şaredariyê ruxseta otogarê nedaye. Şaredarî ku ne paqijiya otogarê ne jî ewlehiya wê dike, tenê ji bo heqê ketina otogarê ji wesayîtan bistîne karmendek peywirdar kiriye.

Esnaf mexdûr in

Salek e otogar temam bûye, lê ji niha ve derz li hemû dîwarên wê ketine. Her wiha pira li têketina otogarê jî hilweşiyaye, lê hê jî nehatiye çêkirin. Esnafên otogarê dixwazin rojek berî rojekê ev mesele bê çareserkirin.

Esnaf Alî Karabacak anî ziman ku ji roja hatine otogarê heya niha pir mexdûr bûne. Karabacak anî ziman ku cihê ku otogar lê hatiye çêkirin li herêma Erziromê ye û got: “Ev der ne wekî otogarê, wekî herêma pîşsaziyê derbas dibe. Ji ber ku di nava her du bajaran de ye em nikarin tabelayan daliqînin. Ji ber vê em pir mexdûr bûne. Em çûn cem şaredar, me pirsgirêk ragihandin, lê çareyek nedîtin. Niha dîwarên avahiyê hemû hatine daliqandin û bêxwedî ye. Ev der girêdayî Erziromê ye, lê wekî otogara Merdînîkê xuya dike. Lewma em nikarin tu karekî fermî jî bikin. Her wiha paqijî tune ye, xebatkar tune ne, bêxwedî ye.”