17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rakirina zextên li ser kurdan şanogeriyê dikin

Di çarçovaya bernameye meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê de komeke şanoger ji Zanîgeha Duhokê ya başûrê Kurdistanê hatin Amedê û derketin ser dike û skecên “Derwêş û Gudo” û “Kulav û Peyk” lîstin. Ev kom nêzî 8 salan e ku li Başûr şanogeriyê dike. Bi piranî lîstikên vê komê li ser evîndarî, zext û zordariya li ser kurdan e. Yek ji endamê vê koma şanoyê Mûstafa Rêber, der barê xebatên wan de ji rojnameya me re axivî.

Mûstafa Rêber, diyar kir ku ew nêzîkî 7-8 sal in şanogeriyê dikin û wiha got: “Me li zanîngeha Duhokê beşa şanogeriyê qedand. Piştre me komeke şanoyê ava kir û demeke dirêj e em dertên ser dikê. Ev lîstika ku me lîst jî ji aliyê Hemrî Celîlî ve hatibû nivîsandin. Tekstên mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê û Derwêş û Edûlê û gelek çîrokên bi vî awayî em dilîzin. Her wiha lîstikên ku qala kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn dilîzin ku mebesta me hişyarkirin e. Divê em kurd dest bidin hev û xwedî li hev derbikevin. Em nehêlin tu kes tehdeyê û zilmê li me bike. Kurd bi sed salan e di bin zilma xwîxwaran de dijîn. Divê em vê zilma ku li kurdan tê kirin qebûl nekin û li dijî wê bisekinin.”

Di berdewamê de Rêber, qala naveroka lîstika wan “Derwêş û Gudo” kir û ev tişt anîn ziman: “Di vê lîstikê de du heval her tim çaverê yên ser kirdekî ne û herdu ji xwe ne bawer in. Herdu jî gelek caran li dijî hev bûn gelek caran jî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi hev re bûn. Herdu jî di lîstikê de hevalên hev ên zarokatiyê ne. Piştî mezin dibin herdu jî fikrên wan têne guhertin û li dijî hev dertên. Di heman demê de me di vê lîstikê de zext û zilma li ser kurdan tê meşandin û kesên ku li dijî kurdan bi hinekên dinê re hevkeriyê dikin derxist holê.”