17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alaya Egîd îro jî ji bo azadiyê li ba dibe

Di  ser mirina fermandarê pêşeng ê PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) re 37 sal derbas bûn. Birayê Egîd, Fehîm Korkmaz der barê mirina kekê xwe de axivî û got ku alaya Egîd îro jî ji bo azadiyê li ba dibe.

Yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd), di 28’ê adara sala 1986’an di encama kêmînekê de jiyana xwe ji dest da. Bi ser mirina Korkmaz re 37 sal derbas bûn. Korkmaz, di nava gelê kurd de yek ji fermandarên efsanewî tê naskirin û navî wî Egîd, li gelek zarokên kurd hate kirin.

Birayê Egîd Fehîm Korkmaz, ji bo salvegera mirina kekê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Korkmaz, qala zarokatiya Egîd, tevlibûna wî ya nava refên gerîla, têkiliya wî ya bi derdorê re û hevalên wî kir. Korkmaz, da zanîn ku Egîd hê di temenekî biçûk de gotiye: “Ez ê kurdan biparêzim, ez ê bibim leşkerê kurdan.” Korkmaz, wiha qala zarokatiya Egîd dike: “Ez ji Egîd biçûktir im. Birayê min Maşallah ji Egîd mezintir e. Maşallah her tim qala salên zarokatiya wî bo me dike. Hê di biçûktiya xwe de ji her kesên malê cudatir bû. Xwişka min bi tirkî nedizanî lewma mamosteyê wê lê xistibû. Egîd ji vê rewşê pir aciz bûbû. Wê demê ji bo kurdî dikeve nava hewldanan. Digot; ‘ji ber ku em kurd in lewma wiha nêzî me dibin, ji ber zimanê me heqaretê li me dikin, em gelekî cuda ne.’ Her tim ji zarokan tê pirsîn bê ka dema mezin bibî dê bibî çi. Egîd hêj di wî emrê xwe yê biçûk de digot ez ê bibim leşkerekî jîr. Xwişka min dibêje çima, kurd hene, tirk hene. Ev bûyer li dibistanê qewimî. Kurd qebûl nedikirin.  Digot; ‘Ez ê kurdan biparêzim. Ez ê bibim leşkerê kurdan û derkevim çiyê.’”

Jiyana Egît a dibistanê

Korkmaz, destnîşan kir ku birayê wî li dibistanê hatiye hezkirin û wiha behsa wê demê kjir: “Egîd, di sala 1956’an de li Farqînê ji dayik bû. Malbata me di sala 1970’an de hate Êlihê. Egîd, li Dibistana Navîn a Petrolê dest bi xwendinê kir. Temenê hevalên wî yên dibistanê ji yê wî mezintir bû. Mamosteyê wî, hevalê wî bû. Heta hinek mamosteyên tayîna wan derdiket jî carnan ji bo dîtina wî dihatin. Di nava hevalên wî de hem ereb hebûn hem jî tirk. Çi ferq û cudahî nedixist navbera wan. Rewşa me ya aboriyê baş bû. Çi di destê wî de hebûya bi hevalên xwe re parve dikir. Dema dibistana amadehî, têkiliyên xwe yên hevaltiyê hê xurtir kir. Ji ber sedemên pir biçûk, zarok ji dibistanê dihatin avêtin. Ji ber ku mamoste ji derve hatibûn, zextekî giran dikirin. Wê demê mamosteyeke ulkucu hebû. Li odeya mamosteyan li xwendekarekî xistibû û piştre jî ji dibistanê avêtibû. Ji bo vê rewşê bi rêveberiya dibistanê re axivî. Malbata xwendekarê lê hatibû xistin hat û got ku ev yek rast nîne. Malbatê got; ‘heke kurê me ji ber zextê nexwestibe bixwîne, ev mafê wî ye.’ Egîd xwest bi mamosteyî re biaxive. Ev tiştekî pir balkêş bû. Mamoste jê re dibêje; ‘tu bi kîjan sîfetî dê bi min re biaxivî?’ Egîd jî dibêje; ‘Hevalê min e. Heke xeletiya wî hebe, rêyên sererastkirina vê xeletiyê jî hene. Tiştekî rast nîne ku tu li wî dixî.’ Li ser vê yekê mamoste bi ser Egîd de diçe. Li gel ku Egîd pir biçûk jî bû, li mamosteyê ku li wî xistî dixe û tola xwe hiltîne.”

Nêzîkatiya wî ya li hemberî kedkaran

Bi domdarî Korkmaz, bal kişand ser nêzikatiya kekê xwe ya li hemberî kedkaran û ev tişt anî ziman: “Li Êlihê rafînerî hebû lê karker her tim ji derve dihatin wergirtin. Gelemperiya karkeran ji malbatên axa û şêxan dihatin hilbijartin. Dema Egîd karker di hilbijart, digot ‘Bila xelkê me be.’ Egîd her tim bi karkeran re eleqeder dibû û alîkarî dida wan. Bêyî ku bertîlê bixwe û cihêkariyê bike, karker li cihên wan bi cih dikir. Dema tu wiha bî, wê demê ji bo pergalê dibî kesekî xetere. Polîsan mudaxileyî vê rewşê kirin. Lê ji ber van hewldanên Egîd, bineha tevgerê ava bû. Êdî navê Egîd li Êlihê hatibû bihîstin. Beriya PKK’ê di nava tu franksiyonên din de cih negirt. Piştre jî PKK nas kir.”

‘Ez ji wî hînê rêhevaltiya bûm’

Korkmaz, anî ziman ku dema dest bi xebatên birêxistinkirinê kirin, alîkarî dida Egîd û wiha pê de çû: “Digot her filan cihî, were filan deverê. Demekî piştre min ferq kir ku di nava xebatan de me. Min wê demê fêm dikir ku ew xebatên veşartî dikin. Rojekê ji min re got rêheval. Îcar rêheval çi bû, ez birayê wî bûm. Dema wisa bangî min kirî ez pir şaş bûm. Navên cuda bi kar di anî. Navê wî Mahsum bû lê jê re digotin Egîd. Min digot, ev karên cuda dikin. Tu mîrasa wan tune bû. Her tiştek bi pratîkê hîn bûn. Hevalê Mahsum heke tiştek nekira, ew tiştek ji tu kesî jî nedixwest. Hevalan digot; ‘hema Egîd li cem me be, em biewle ne.’ Nedixwest hevalan bi tenê bihêle. Ne ku birayê min e lewma dibêjim lê her kesê ku bi wî re jiyayî digot; ‘Egîd tiştekî bi navê tirsê nas nake.’ Bawerî dida mirov.”

Ji qezayê bi birîndarî xelas bû

Korkmaz, diyar kir ku dema kekê wî derbasî Dêrsimê bûy qeza derbas kiriye û wiha got: “Kemal Pîr bi birîndarî hate girtin. Egîd bi birîndarî xelas bû. Xizmên me alîkarî da wan. Nexwest bi vî halê xwe vegere Filistînê. Digot; ‘hinek tiştên divê ez li vir bikim hene, ez berpirsyarekim.’ Jixwe tedawiya xwe jî paşguh kir. Cara ewil bû min Egîd wiha didît. Her tim kesekî cidî bû. Lê wê rojê giriya bû. Piştî çûna wî, ez jî di sala 81’an de hatim girtin. Wê demê 12-13 salî bûm. Wê demê lêpirsîn 90 rojan didomiya. Di wî temenî de gelek îşkence li min kirin. Ez birim Zindana Amedê û xistin qawîşa zarokan. Sûcê min jî ew bû ku birayê Mahsûm Korkmaz bûm.”

Çalakiya birayê xwe di girtîgehê de dibihîze

Korkmaz, wiha qala çalakiya çekdarî ya kekê xwe kir: “Rojekê li pêş televîzyonê bûm û min lê nihêrt qala çalakiya serdegirtina Dihê-Şemzînanê hate kirin. Weke ku nûçeyeke jirêzê be hate dayîn. Em tevek mat bûbûn. Piştî ewqas şehîd û girtinan, me digot hejmareke pir kêm ma ye, hemû kes di hundir de ye, îşkence heye. Em qet li benda tiştekî wiha nebûn. Heta rêveberiya girtîgehê jî mat bûbû. Mirûzê me pir xweş bûbû. Ziyaretvanên me yên wê demê dihatin digotin; ‘heval ketin qadan, şer dest pê kir.’ Pergalê êdî nedikariya vê rewşê veşêre. Her roj çalakî dihatin kirin. Êdî baweriya me xurtir bûbû. Di berxwedanên Dihê-Şemzînanê de navê Egîd li pêş bû.”

‘Ez li girtîgehê hîn bûm ku jiyana xwe ji dest daye’

Korkmaz, anî ziman ku agahiya mirina kekê xwe li girtîgehê hîn bûye û wiha domand: “Dema li girtîgehê bûm, gardiyanek hat û got; ‘me birayê kuşt, dibe ku ji bo teşhîskirinê em te bibin.’ Lê hevalan guncav nedît û nehiştin. Wê demê xwişka min, kekê min, jinbiraya min û Egîdê biçûk ji bo teşhîskirinê birin tûgaya Sêrtê. Ji teşhîsê armanca ew bû ku bibêjin; ‘vaye rewşa fermandarê PKK’ê ev e.’ Xwestin di şexsê malbatê de bandorê li ser gel bikin. Wê demê di rojnameyan de nûçeyên derew hatin weşandin. Gotin ku malbata Mahsûm Korkmaz cenaze red kiriye. Hem cenaze nedan, hem jî malbata me îşkence kirin. Ser re jî nûçeyên derew parve kirin. Dema kekê min hatibû serdana min got bê ka nûçeyên derew çawa hatine weşandin. 10 rojan îşkence li kekê min û malbatê kiribûn. Piştre jî li pêş çavên wan cenaze gulebaran dikin. Jê re dibêjin; ‘li nêzî cenazeyî bisekine em ê wêne bikişînin.’ Kekê min wê demê tu daxuyanî nedan. Piştî ku cenaze nîşan dayîn, malbata min deh rojan li tugayê hatin ragirtin û piştre hatin berdan. Serpêl digot; ji hêla rêxistinê ve hatiye kuştin û hewl dida serê birayê min û malbatê tevlihev bike. Li gorî agahiyên kekê min dane, piştî teşhîskirina cenaze, dengê kemçeyan hatiye. Wê demê fêm dikin ku cenaze li tugayê hatiye veşartin.  Cenaze, 6 mehan li tugayê tê veşartin. Piştre jî Şaredarê Sêrtê ragihand ku cenaze li Newala Qesaban hatiye definkirin.”

‘Her tim weke deyndarekî nêz bû’

Korkmaz, bertek nîşan da ku Newala Qesaban li ber îmarê bê vekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Li ser hestiyan avahiyan çêdikin û ev yek bêwijdanî ye. Egîd bi her kesekî re têkilî pêş dixst. Bi biçûkan re biçûk û bi mezinan re jî mezin bû. Pîvanên wî yên pir delal hebûn. Hem çolax bû û hem jî pêpehn bû lewma pergalê nedigirt leşkeriyê. Li gelek qadan ma. Tu cihê ku lê negeriyayî nema. Ruhê wî yê têkoşînê û baweriya wî kir ku pêpehniya wî jê re nebe astengî. Tu carî nedigot min ewqas tişt kirine. Her tim weke deyndarekî nêz dibû. Her tim rexnedayîna xwe dida û ji ewil di xwe de dest pê dikir. Heke tiştek nekira, ew tişt ji hevalê xwe jî nedixwest. Gelê kurd îro alaya wî gihand azadiyê.”