2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber “poşmantiyê” red kir berdana rojnameger Tûray 3 meh taloq kirin

Rojnameger Abdûlkadîr Tûray ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê tê ragirtin, ji ber ferzkirina “poşmantiyê” red kir, înfaza wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

Înfaza rojnameger Abdûlkadîr Tûray ku di sala 2016’an de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa L a Erzinganê tê ragirtin, ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Ji ber kku dîroka berdana wî nêz bûbû Tûray derket Lijneya Çavdêrî û Îdareyê û lijneyê poşmantî lê ferz kir. Tûray, bi gotina “Ez evqas sal e di girtîgehê de me, tişteke ku ez jê poşman bibim nekiriye” ferzkirin qebûl nekir û li ser vê lijneyê înfaza Tûray ji bo 3 mehan taloq kir.

Abdûlkadîr Tûray, di 9’ê gulana 2016’an de dema nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Duyemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê birî.