spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kaptano Bîna Behîvan Tê Min’

Enes Yildiz

Rûyekî gilover,

Kaptanê keştiya xwe ye.

Wekî her demsalan û riyek dirêj datîne, li pêş awirên xwe. Li keştiya xwe siwar e Kaptan.

Perperok, di nîvê havînê de û bi revdeyên xwe koç dikin.

Balindeyek, masiyek, berateyek, gaziya te nake.

Êdî kavilekî qedîm

Li dû gotinokan maye. Ka wê kî niha findekî pêxe. Wê kî li dawiya dinyaya xwe li min vegere.

Kes şûna kesan nagire, kes di şûna kesan de dildar e. Kes di şuna kesan de zarok neteweya xwe re serbilin de.

Şaneşîna min hat li ber bayê veqetînekî sekinî. Êdî  nema didim li dû siya xwe. Li awirên cîhana xwe ye. Cîhana xwe jî heta li vir tînim. Kewara zemanan jî li dû xwe gerand. Peyvên xwe karxezal in. Di kêliya xwe de meymest e li ser tavê.

Bîna behîvan tê min. Bîna bêrîkirina baranê li ser rûyê min e.

Serê min di bin kesekî de maye ku ji roja ewilîn ve celadê xwe hez nake. Ew devera ku lê bûm, bi tavê re, bi ‘wext’ re li gerduna xwe şanaz e.

Li deriyê cîranan naxim û di ser birîna xwe de sewtekê ber nadim.

Kesekî bê stran nîn im ku nedim li dû xwe.

Şop hatin birîn. Esmên dipeke, di heyamekî de di heyatekî de li ber rojnivîsa kê û li ku derê.

Dildariya ûmrê bajarekî kevnedem dikim, dildariya ûmrê deriyekî qifilkirî dikim. Ûmrê ezmên rûyê min e. Ûmrê heyamê peyvên min yên raketî ne.

Di ûmrê deştekî bê nav de û bêrikirina şaneşîna xwe dikim. Wekî xwe hez dikim, cîhana bêderfet, di cîhana roja nû de me.

Ya ku dikim, bi bayekî dilnizim re hevpeymana zarokatiya zarokan re ye. Xewneke kurmancî ye. Dozeke kêliyan e, hêviya heyamekê ye kû li dû şopên xwe dikevim.

Niha! Hemû zengilên mirinê bê deng in. Yên ku di bin her bihostekî Kurdistanê de dijîn, ‘bo azadiya xwe’ ji bo bextxweşiya cihanekê û bo ayîndeya xwe ya serfiraziyê ‘çepikan’ lê dixin.

Yên doza xwe dikin. Yên dildariya riya xwe dikin û yên ku doza azadiya zarokatiya xwe dikin pir kes hebûn.

Di dilê hespekî lexebkirî de ketibûm li ser riyan. Di parkan de,  bê kes, di kolanan de nikarim, qala kurmancî bikim.

Çavê her kesî li dinyayeke ”xweş” e’

Di cîhana ”kesk” de ketim li ser riyan

Hatinek ji te re divê. Deryayek, derfetek, deverek, riyekî paldaye, bexçeyekî sor û rengîn ji te re divê. Li dora te yên barkirî, yên li dû xwe berfa sedsaleyan êşandin.

Kaptan; bi bîna behîvan ve ketiye, li ser riyan.

Niha! hespekî rehwan pê li dilê kaptanê min dike. Bayekî ser hişk dîl girtime. Li dûriyê digerim. Di nav xewnên bêkesan de hilnabim. Heta roj hilnebe, hilnabim. Zeman di ser zemanan de xûz bûye. Olanek, qîrînek, hawarekî heft reng min nabe ti deverî. Di bêrîka xwe ya şolî de pênaber im, pencereyan di ser hev de bigrin.

Wa! hilbûm û li heyama bêdengan im. Li heyama hemî dêr kenîseyan de hildibim. Li şeveqa ”dûr’ heyaman vedigerim. Min jî xwest, bi peyatî her im ser ezmên, min jî bi destên kesekî çûk firandin. Hatinek im, deryayek im, xewneşevekîe bêar im. Min peyvên bajaran anîn.

Min peyvên sarincan ji hev derxistin. Min peyvên xemxwaran danî li deştên toz û bi keldûman. Şop hatin birrîn û birîn hatin kewandin. Cengawer, çeleng, dînemêr, dildar, bextxweş û mirovên dilpak di rojnîvisekî de didin ser riya xwe.

Niha,

Kaptan; di ûmrê behivan de dide, ser riyan.