10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du polîsên îşkence li zarok Y.D. kiribûn hatin berdan

Di lêpirsîna îşkenceya ku li navçeya Licê li zarokê bi navê Y.D. hatibû kirin de 2 polisên ku hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di 21’ê adarê de li navçeya Licê ya Amedê polîsan bi darê zorê zarokê bi navê Y.D. (14) li maşîneyê siwar kiribûn û îşkenceyeke giran lê kiribûn. Polîsan bi îşkenceyê ji Y.D. xwestibûn ku çêrî kurdan bike û sirûda Îstîklalê jiber bike. Li ser gilîkirina malbata zarok der barê mijarê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 5 polîs hatin binçavkirin. Dadgeha Cezaya Silhê ya Licê, der barê polîsên bi navê Îsmaîl Akkûş, Emre Ozcan û Gokhan Bay de biryara girtinê dabû û polîsên bi navê Aykût Oral û Hayrettîn Çakmak jî berdabû.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê vê biryarê îtîraz kir û xwest ku her du polisên hatine berdan jî bên girtin. Li ser vê daxwaza dozgeriyê Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Licê, der barê polîs Aykût Oral û polîs Hayrettîn Çakmak de jî biryara girtinê da. Dadgeha Cezaya Silhê ya Licê, careke din her du polîsan berda. Vê carê jî polîsan bi şertê kontrola edlî berda.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku wê îtîrazî biryara berdana polîsan bikin.