4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Algunerhan: PDK bi kiryarên xwe bersiva neyînî da yekitiya kurdan

Endama KNK’ê Gulê Algunerhan ji bo rola PDK’ê a di avakirina yekitiyê de û got: “ Di kêliya ku hêzên kurdistanî banga yekitiyê dikirin de PDK’ê li Hewlêrê amadekariyên hatina Erdogan dikir û kolanên Hewlerê bi alaya tirkan dixemiland û bersiv da helwesta KNK’ê”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li bajarê Den Haag ê Hollandayê civîna dema navber a Civata Giştî ya 22’yemîn bi dirûşmeya “Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de rêya serketinê yekîtî ye” pêk anî. Civîn bi tevlibûna delegeyan, nûneriyên partiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û nûneriyên saziyan du rojan berdewam kir.

Em der barê civîna KNK’ê, yekitiya partiyên siyasî ên kurd û êrîşên li ser Stêrk TV û Medya Haberê bi endama KNK’ê Gulê Algunerhan re axivîn.

Endama KNK’ê Gulê Algunerhan di destêka axaftina xwe de der barê civîna ku pêk anîn ev tişt anî ziman: “Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) civîna xwe ya navber a asayî pêk anî. Civîna asayî bû, lê atmosfer û hewaya siyasî ya li Kurdistanê ne asayî ye. Lewma jî peyamên di civînê de hatin dayîn, gûftûgoyên hatin kirin û helwesta hat raberkirin li gorî rewşa awarte ya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bû. Armanca civîna îsal ew bû ku li gorî rewşa li Kurdistanê pozîsyon bê girtin û ji bo parastina destkeftiyên kurdan helwesteke niştîmanî bê raberkirin. Ji bilî PDK’ê, nûnerên bi dehan hizb, partî û rêxistinên kurdistanî û her wiha gelek mêvan tev li bûn. Di peyam û axaftinên nûner û serkirdeyên hizb û aliyan hemûyan de, helwesteke zelal li dijî dagirkeriyê û hevkariya bi dagirkeran re hebû.”

Planên li ser Kurdistanê

Gulê Algunerhan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tevliheviya Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Li aliyê din, hûn jî dizanin ku welatê me Kurdistan li naverasta Rojhilata Navîn e. Her peleke li herêmê biheje bi awayekî yekser me kurdan eleqedar dike. Lewma jî krîz û qeyrana heyî ya li Rojhilata Navîn ku roj bi roj kurtir dibe, di civînê de yek ji mijarên sereke bû. Ev qeyrana li Rojhilata Navîn ji bo dîzayn an jî avakirina pergaleke nû ye û lewma jî di serî de zirhêzên cîhanê û herkes li pey planan in. Di asta herêmî de jî Tirkiye û Îran serkêşiya van planan dikin. Lê hebûna kurdan ya li herêmê û bi taybetî jî hebûna têkoşîna kurdan ya bi pêşengiya Tevgera Azadiyê li ber planên wan asteng e.  Di vê sedsala nû de, van hêzana naxwazin ku kurd bibin xwedî destkeftî û lewma jî amadekariya êrîş û operasyonan dikin. Bêguman ne tenê ji bo kurd nebin xwedî destkeftî lê di heman demê de dixwazin destkeftiyên heyî jî ji holê rakin. Ji ber rewşa cidî û krîtîk ya li herêmê beşdarên civînê di wê baweriyê de bûn ku êdî tu kes û tu hêzeke kurd nikare van destkeftiyan bike qurban.”

Li dijî êrîşa Metînayê helwesta neteweyî

Algunerhan di axaftina xwe de êrîşên li ser Metînayê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Di roja 2’yemîn a civînê de, danê sibê me bi nûçeya şerê giran ya li Metîna dest bi rojê kir. Axaftin û nîqaşên mayî jî piranî li ser êrîşeke muhtemel ya li dijî Başûr an jî rojavayê Kurdistanê dewam kir. Paşê bi yek dengî biryar hat dayîn ku operasyona dagirkeriyê ya li Metîna hatiye destpêkirin ji hêla beşdaran ve bi civînekê çapemeniyê were şermezarkirin û helwesteke neteweyî bê nîşandan. Piştî civîna çapemeniyê, civata giştî li ser mijara encamnameyê gotûbêj kir. Encamname bi raya giştî re hat parvekirin lê tevî xala rawestandina li dijî dagirkeriyê, yek ji xala sereke ev bû; ‘Li dijî hêzeke kurdistanî yan parçeyek Kurdistanê, hemû cureyên hevkariya bi dagirkeran re xeta sore û di asta neteweyî de dê were mehkûmkirin. Ji ber vê yekê em bang li rayedarên PDK’ê dikin ku hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re rawestînin û li dijî dagirkeriyê derkevin.’

Çima ez li ser vê xalê radiwestim? Ji ber ku tam jî di vê kêliya ku hêzên kurdistanî helwesta xwe ya neteweyî ji raya giştî re aşkere dikirin, li Hewlêrê amadekariyên hatina Erdogan dihat kirin. Bifikirin, li aliyekî hêz û partiyên kurdan li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwest raber dikin, li hêla din jî PDK kûçe û kolanên bajarê kurdan Hewlêrê bi alaya tirkan û bi wêneyên Erdogan dixemilîne. PDK bi vî rengî bersiv da helwesta niştîmanî û banga civata KNK’ê. Rayedarên PDK’ê bi vê helwesta xwe re dilê temamê kurdan êşandin û xemgîn kirin. Ev amadekariyên wan yên li Hewlêrê, alîgirên PDK’ê bi xwe jî nerihet kir. Nabe ku rayedarên PDK’ê van bangan ji nedîtî ve werin û guhên xwe ji daxwazên gel re bigrin. Kurd nikarin sedsaleke din bênasname û bêstatû bijîn. Heqê tu kesî û tu hêzî tune ye ku berdêlên hatine dayîn badilhewa bike. Tu kurdek nikare vê yekê ji bo tu partiyek qebûl bike.”

‘PDK bi dijmin re hevkariyê dike’

Endama KNK’ê Gulê Algunerhan got ku rola PDK’ê ya di mijara tifaq û yekîtiyê de neyînî ye û ev tişt anî ziman: “Mixabin heta niha rayedarên PDK’ê bi awayekî cidî xwe li ber mesela yekîtiyê nedane. Di dema xwe de hin rêze-civînên neteweyî li Hewlêrê pêkhatibûn lê ew jî neçûn serî. Halê hazir pozîsyona PDK’ê di vê mijarê de gelekî xirab e. Dev ji tifaq û yekîtiyê berdin, êdî bi awayekî pir eyan û beyan hevkariyê bi dijmin re dikin.”

Armancên KNK’ê

Algunerhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêgûman KNK ji damezrandina xwe heta niha bi ked û hewildaneke mezin dixwaze ku hêzeke hevbeş ya kurdan ava bibe. Di vê mijarê de gelek kongre, konferans, civîn û hevdîtin jî hatin kirin. Yek ji wan jî konferansa sedsaliya Lozanê bû. Bi rastî jî ji bo amadekariya wê konferansê kedeke pir mezin hat dayîn. Anîna cem hev ya hezar kesên ji çar aliyên Kurdistan û derveyî welat ne karekî hêsan bû. Niha em di sedsaliya Lozanê de ne. Sedsal beriya niha dewletan welatê me parçe kirin. Hewceye ku em Lozanê pûç û vala bikin. Ji bo vê jî divê konferansek neteweyî were sazkirin. Jixwe lidarxistina konferanseke neteweyî biryara konferansa Lozanê bû. Îhtîmal heye ku ew konferans îsal pêk were. Kî were an jî neyê girîng e ku ev konferans were lidarxistin. Eger kurd bi rêya konferanseke neteweyî li ser xal û nirxên muşterek û hevbeş li hev nekin, ew ê sedsaleke din neyên ser hemdê xwe. Mînak; Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, mijara Kerkûk û Efrînê û hwd… nirx û pirsgirêkên me yên hevbeş yên neteweyî ne.”

Armanc tasfiyekirin e

Endama KNK’ê Gulê Algunerhan di dawiya axaftina xwe de ji bo serdegirtinên studiyoyên Stêrk TV û Medya Haberê wiha got: “Erdogan û klîka xwe ne tenê li Kurdistanê, lê li derveyî welêt jî li dijî kurdan di nava emelên xirab de ne. Di van deh salên dawî de bi taybetî piştî şerê Kobanê, kurd di raya giştî ya cîhanê de bûn xwedî îmaj û prestîjeke xurt. Erdogan û ekîba xwe ya ku tehamûlî vê nakin û mezinbûna têkoşîna kurdan ya li asta cîhanê li pêş xwe weke asteng dibînin, hewl didin bi van planan kurdan krîmînalîze bikin. Dixwazin ew sempatiya ji bo kurdan çêbûyî ji holê rakin. Hin dewletên Ewropayê ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, guh didin van planên wan û mixabin pê re hevkariyê jî dikin. Bûyera ku li dijî televîzyonên Stêrk TV û Medya Haberê çêbûn jî di vê çarçoveyê de ne. Bi temamî ji bo krimînalîzekirina kurdan e. Tevî vê yekê, hikûmeta AKP-MHP amadekariya operasyoneke dagirkeriyê dikin. Ji bo bikarin şerê xwe yê taybet baştir bimeşînin pêdîvî pê ditîn ku dengê ragihandina azad bibirin. Ji ber ku di heman wextî de li bakurê Kurdistanê jî hejmarek ji nûçegîhan û rojnamegeran binçavkirin. Dawiya dawî ev hemû parçeyek ji konsepta wan a şer e. Çi li welat, çi li derveyî welat plana wan tasfiyekirina kurdan e.”