11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alî Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket

Alî Gulgulu ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de bû, piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket. Malbat û hevalên Gulgulu ew tilîlî û çepikan pêşwazî kir.

Alî Gulgulu yê di Girtîgeha Hejmara 1 a Amedê de girtî bû, piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket. Gulgulu ku di sala 1993’yan de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, 40 rojên di îşkebceyê de mabû. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê, bi îdiaya “xerakirian yekpareyiya dewletê” cezayê muebedê lê birîbû û şandibû girtîgehê. Ji ber ku bi hinceta eşyayên qedexe xistiye hudnirê girtîgehê sal û 6 meh ceza li Gulgulu hatibû birîn. Gulgulu, bavê 7 zarokan bû. Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket.

Gulgulu ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû. Malbat, heval û nûnerênn Şaxa TÛAY-DER’ê ya Amedê Gulgulu li ber girtîgehê endamên pêşwazî kir. Gulgulu piştî pêşwazîkirina bi tilîlî û çepikan ket rêya malbatê ya li Mêrsînê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê