28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji kurdan re xizaniyê veqetandine!

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Agiriyê Heval Bozdag ku Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê ye, der barê budçeyê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinan kir.

Pêşnûmeqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2024’an di 17’ê cotmehê de pêşkêşî Komîsyona Plan û Budçeya Meclisê hat kirin. Hevdîtinên li komîsyonê di 20’ê cotmehê de bi pêşkêşkirina Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz dest pê kir û heta 24’ê mijdarê berdewam kir. Hevdîtinên budçeyê yên li Lijneya Giştî ya Meclisê jî wê di 11’ê kanûnê de dest pê bikin û li bendê ye ku heta 12 rojan bidomin. Di budçeya îsal de jî mîna salên borî pareke hindik ji perwerde û tenduristiyê re hatiye veqetandin. Berovajiyê pere herî zêde jî ji “parastinê” re hat veqetandin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Agiriyê Heval Bozdag ku Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê ye, der barê budçeyê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinan kir. Bozdag, diyar kir ku plansaziya budçeyê li gorî daxwaza gel pêk nehatiye kirin û wiha got: “Divê bi gelemperî dahat û lêçûn di bin kontrola civakê de bin. Ev maf jî wekî mafê budçeyê tê pênasekirin. Lêçûnên budçeyê divê bi awayekî demokratîk, bi beşdariya civakê bên plansazkirin, lê newisa ye. Mixabin weke demên borî di vê bûtçeyê de jî mafê biryardayîna li ser budçeyê nedan civakê.”

Para kurdan xizanî ye

Bozdag, destnîşan kir ku budçeya ku desthilata AKP’ê aniye pêşiya wan budçeya sermayê ye û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Di vê budçeyê de ji bo jin, ciwan, perwerde, tenduristî, teqawît û kedkaran pareke baş nehatiye veqetandin. Dema hevdîtinan de nirxandinên partiye me û partiyên din ên muxalefetê qet li ber çav nehat girtin. Pêşniyarên me yên nivîskî jî ji aliyê endamên komîsyona AKP-MHP’ê ve nehatin qebûlkirin. Di dirêjahiya nîqaşên budceyê de wezîran li gorî xwe bersiv dan pirsên ku dihatin kirin. Gelek pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê bêbersiv man.”

Di berdewamê de Bozdag, bi lêv kir ku di budçeyê de careke din xizanî para bajarên Kurdistanê ye û ev nirxandin kirin: “Li bajarên kurdan xizanî zêde ye. Perwerde, tenduristî, veguhestin û gelek xizmet bi rêjeyên herî kêm têne pêşkêşkirin. Em dikarin bibêjin ku erdnîgariya Kurdistanê di budçeyê de ji herêmên din cuda tê girtin. Pêşniyarên me yên ji bo xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Em dibînin ku budçe ji bo sermayedaran, şer û polîtîkayên ewlehiyê tê xerckirin û ne ji bo civakê. Di vê budçeyê de veberhênanên ewlehiyê zêde bûne û şîrketên taybet bi teşwîqên zêdetir hatine piştgirîkirin.”

Para tenduristiyê

Bozdag, para budçeyê ku ji tenduristiyê re hatiye veqetandin jî rexne kir û ev nirxandinên kirin:

“Ji budçeya giştî ya sala 2024’an para ku ji budçeya Wezareta Tenduristiyê re hatiye veqetandin ji sedî 6,6 (732 milyar 562 milyon û 378 hezar TL) e. Para ku ji nexweşxaneyên bajêr û saziyên din ên dermankirinê re hatiye veqetandin dîsa zêdetir bûye. Divê bê zanîn ku beşeke mezin a para ji bo xizmetên dermankirinê tê veqetandin rast e rast ne ji bo lêçûnên tenduristiyê tê veqetandin. Ji tiştên weke kirêya nexweşxaneyên bajêr re tê veqetandin.

Em dikarin bibêjin ku xwe gihandina tenduristiyê her ku biçe wê dijwartir bibe. Her wiha wê nerazîbûna giştî ya civakî jî gav bi gav mezin bibe. Ev rewş wê xwe di tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê de hîn zêdetir nîşan bide. Ji ber şert û mercên kar, giraniya kar û tundiya di vê heyamê de koçberiya bijîşkan ber bi welatên derve ve zêde bibe. Divê ku budçeya tenduristiyê ji ji sedî 15’yê budçeya giştî kêmtir nebe. Divê hemû welatî bêpere ji xizmetên tenduristiyê yên giştî sûd werbigirin. Mafê tenduristiyê ji stargehê bigire heya xwarinê bi tevahî were nîqaşkirin û civakek bitendurist bê armanckirin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê