4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê biryara berdana Rojnameger Abdurrahman Gok da

Dadger der barê rojnamegerê girtî Abdurrahman Gok de biryara berdanê da. Gok tahliye bû.

Duyemîn danişîna doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ku di 25’ê nîsanê de hatibû girtin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Amedê pêk hat. Gok, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin.  Rojnameger Gok, parêzerê wî û nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran di danişînê de amade bûn. Gok piştî li dadgehê îfade da, heyeta dadgehê der barê Gok de biryara tahliye da.

Şahidê eşkere Umît Akbiyik bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Akbiyik, got ku ew Gok nas dike û îdia kir ku li Pel Produksiyonê dixebite. Akbiyik, îdia kir ku Gok li Pel Produksiyonê dîtiye lê dîroka wê nayê bîra wî. Bi domdarî Akbiyik ev îdia kir: “Tîrmeh an jî tebaxa sala 2020’an bû. Têkildarî vî şexsî ez tu tiştekî din nizanim.”

Parêzerê Gok, Resûl Temûr jî ji şahidê eşkere pirsî bê ka haya wî ji cînayeta Kemal Kurkut heye yan na. Akbiyik jî got ku ev bûyer li ser çapemeniyê bihîstiye lê nizane bê ka kê wêne kişandine. Ji bo pirsa têkildarî çavdêriya tenduristiya Gok jî Akbiyik got ku tu çavdêriyên wî nînin.

 Gok îdîayên şahid derewand

Piştre jî rojnameger Gok axivî û got ku gotinên şahid rast nînin. Gok, da zanîn ku ev 20 sal in rojnamegeriyê dike û wiha domand: “Di 10 salên dawî yên rojnamegeriyê de rojnamegeriya qadên şer dikim. Ez xebatkarê Pel Produksiyonê nînim û xebatkarê MA’yê me. Tevahiya delîlên ku dozgerî nîşan dide, nûçeyên min ên di MA’yê de hatine weşandin in. Ev yek bi tena serê xwe van îdiayan vala derdixînin. Tevî vê yekê jî dibêje ku min li Pel Produksiyonê dîtiye. Di çileya 2020’an de ez birîndar bûm. Heta bi gopalî hatim darizandinên vê derê. Li vir jî xuya dike ku şahid rastiyan nabêje. Di sala 2009’an de ez nûçegihanê Meclisê bûm. Çûm Newrozên Sêrt û Amedê. Ji ber wêneyên min di Newrozê de kişandin hatim girtin û 8 meh piştre hatim berdan. Ji ber vê yekê li gorî min şahid tiştekî rast nabêje. Ez wî cara ewil e li vir dibînim. Di dosyayê de jî derheqê min de tu îfadeyên wî nînin. Dema cara ewil dozgeriyê nîşanî min dayî ev îfade tune bû. Piştre di pênc îfadeyên vî şahidî de navê min derbas dibe. Li gorî min dema îfade dida hatiye arastekirin.”

Piştre jî parêzerê Gok, Resûl Temûr axivî. Temûr, got ku miwekîlê wî li Pel Produksiyonê naxebite û wiha domand: “Şahid yekser got ‘Ez rastî tevgereke Abdurrahman Gok nehatime.’ Lewma îfadeyên şahid ji bo xelaskirina xwe ne. Pêşniyara min ew e ku hûn îfadeyên wî esas negirin.”

Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî diyar kir ku şahid îtîrafkarekî kadro yê polîsan e lewma divê îfadeyên wî esas neyên girtin.

Dozger jî dema girtîmayîna Gok li ber çavan girt û xwest Gok were tehliyekirin. Piştî navbera danişê heyeta dadgehê biryara tahliyeya Gok da. Tê payîn ku di saetên pêş de Gok ji girtîgehê derkeve.