3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li 106 girtîgehan greva birçîbûnê didome

Girtiyên PKK û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi tevlibûnên nû re hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an.

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dîl tên girtin bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di 27’ê Mijdarê de li 104 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî, li du girtîgehên din jî belav bû.

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê û Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Kavak a Samsûnê jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn. Bi vê yekê re hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike.

Çalakiya ku di 27’ê Mijdarê de destpêkir dê heta 15’ê Sibata 2024’an berdewam bike.