6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ dest pê kir

Şaxa TUHAY -DER'ê ya Wanê bi dirûşma, “Ji bo Edaletê em tecrîdê bi dawî bikin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê girtiyan” dest bi “Nobeda Edaletê” kir.

Şaxa Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY -DER) a Wanê, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de ye û ji bo piştevaniya bi kampanya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ya greva birçîbûnê ku ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin dest bi nobeda edaletê kirin.

Beriya destpêkirina nobetê Parlamenterên HEDEP’ê Gulderen Varli û Mehmet Kamaç, malbatên girtiyan, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER,  meclîsa ciwanan, saziyên çand û hûner û gelek kes ji bo daxuyaniyê bidin li Kolana Hûnerê ya navçeya Rêya Armûşê hatin licem hevdû. Polîs girseyê kir bin dorpeçê û bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr neda daxuyanî bê dayîn.

Girse li ser vê yekê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” derbasî avahiya DBP’ê ya Wanê bûn. Li vê derê pankarta “Ji bo aştiya civakî deng bidin girtîgehan, ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin” hat daliqandin. Girseyê li avahiya DBP’ê çalakiya “Nobeta Edaletê” da dest pê kirin.

Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babûr bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê ku li girtîgehan dest pê kiriye û wiha got: “Ji ber ku gelê me yê li derve û em pêywira ku dikeve ser milên me pêk neanî, ev bar ser milên hevalên me yên girtî man. Divê gelê me û hemû saziyên me ji vê şûnde vê barê hilgire ser milên xwe. Divê Wezîrê Dadê daxwaza hevalên me bi cih bîne. Pêwîste demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û tecrît bê rakirin. Di girtîgehan de tecrîdek giran heye û em wek malbat vê tecrîdê qebûl nakin. Em bang hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya nobeta edaletê. Çalakiya me ya ku heta 15’ê Sibatê berdewam bike bila hemû gelê me bê piştevahiyê nîşan bide.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin û çalakiya nobetê berdewam kir.