3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwedîderketina li Azadiyê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Gelek caran em bûn şahid ku di pêvajoyên wisa qirîtîk de girtiyên azadiyê înîsiyatîfê digrin dest û bi erka xwe ya pêşeng radibin. Niha jî em di pêvajoyek wisa giran û hassas re derbas dibin. Lewma her kesê ku di ferqa vê rewşê de ye divê li gorî erk û berpirsyariyên rihê demê tevbigere.

Bi destpêka têkoşîna azadiya Kurdistanê ve li gelek qadên cuda berxwedan pêş ket. Tevî faşîzma dewleta tirk jî tevgera Apoyî ji berxwedan û têkoşîna xwe qet gav paş ve neavêt. Her ku pêla faşîzmê mezin dibû jî li deverên cuda qadên berxwedan û têkoşînê jî berfireh dibûn. Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an bi sedan welatparêz û şoreşgerên kurd ku di nav de kadroyên pêşeng ên PKK’ê jî hebûn hatin girtin û ew şandin girtîgeha Amedê. Piştî îşkence û wehşeta bi mehan, kadroyên PKK’ê ji nîsana 1981’an û pê ve li dadgehên ku ji aliyê dozger û dadwerên artêşa tirk ve hatibûn organîzekirin, dihatin darizandin. Di wan dadgehan de hayê medyaya cîhanê cara ewil ji hebûna Tevgera Apoyî ango bi navê PKK çêdibû.

Li dijî vê faşîzmê ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan 21’ê Adara 1982’yan, pêşengî ji berxwedanê re kir. Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner jî, 17’ê Gulana 1982’yan bedena xwe dane ber agir û gotin “vî agirî geş bikin.” Lê zilm û zora desthilata faşîst dewam dikir. 14’ê Tîrmeha heman salê, ji zindanê dîsa dengê berxwedanê bilind bû. Bi pêşengiya Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz gelek girtiyên ji doza PKK’ê, çalakiya mezin a rojiya mirinê destpê kir. Ev çalakî ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê bû bingeh û li derveyî zindanê dengveda.

Wehşeta dewleta tirk a di navbera salên 1981-1984’an de li girtîgeha Amedê, grevên birçîbûnê, rojiya mirinê û darizandina şoreşgerên kurd wê demê ji aliyê çapemeniya cîhanê ve bi baldarî hate şopandin. Berxwedana li zindana Amedê di demek kurt de bû rojeva hemû cîhanê. Ev berxwedana ku bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka Kurdistanê nivîsand, ne tenê ji bo gitiyên azadiyê ji bo hemû gelên bindest bû çirûska ewil a azadiyê. Li zindanên dewleta tirk a faşîst li ser kevneşopiya berxwedana zîndana Amedê kevneşopiyek hate avakirin. Bi vê kevneşopiyê îro zindanên dewleta faşîst û qirker bûye yek ji qadên herî bingehîn ên têkoşîna azadiya Kurdistanê.

Lewma berxwedana li zindanan bi rêve diçe ne nû ye û xwedî girîngiyek mezin e. Di têkoşîna 45 salan ya PKK’ê de jî ev berxwedan diyarker bû. Piştî ku Rêber Apo bi komployeke navnetewî hat girtin û li grava Îmraliyê hat tecrîdkirin jî, dîsa zindanan pêşengiya berxwedanê re kir. Bi dehan girtiyên azadiyê bi bedena xwe agirê berxwedanê gur kirin. Ev berxwedan 25 sal in bi pêşengiya Rêber Apo didome. Ji ber vê yekê ev zêdetirî 33 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin û di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Dewleta tirk bi taybet jî faşîzma deshilata AKP-MHP’ê di xwaze di kesayet Rêber Apo de îradeya ku bi berxwedana li Zindana Amedê derketiya holê bê wate bike. Li dijî vê zîhniyeta tundrew û faşîst li seranserê cîhanê têkoşînek tê meşandin. Di çaroveya vê têkoşînê de gelek xebatên cihêreng jî bi rêve çûn. Herî dawî di 10’ê cotmaha 2023’yan bi pêşengiya dostên kurdan li 74 navendên cuda bi awayekî hemwext starta pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” hate destpêkirin.

Bi destpêkirina vê pêngavê re gelek sazî, komele, rêxistin û partiyên siyasî bi xebatên cûda ragihandin ku ew beşdarî vê pêngava azadiyê dibin. Herî dawî Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku li zindanên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin jî, di roja 26’ê mijdarê bi daxuyaniyek ragihandin ku ew jî beşdarî pêngavê dibin. Gelek caran em bûn şahid ku di pêvajoyên wisa qirîtîk de girtiyên azadiyê înîsiyatîfê digrin dest û bi erka xwe ya pêşeng radibin. Niha jî em di pêvajoyek wisa giran û hassas re derbas dibin. Lewma her kesê ku di ferqa vê rewşê de ye divê li gorî erk û berpirsyariyên rihê demê tevbigere.

Êdî ji aşkera ye ku tecrîda li girtîgeha Îmraliyê li ser Rêber Apo tê ferzkirin parçeyekî komploya navneteweyî ya li dijî kurd e. Gelek caran siyasetvan, hiqûqnas, rewşenbîr, hunermend û hwd gelek kesan serî li Wezareta Dada ya dewleta tirk û Komîteya Pêşîgirtina Êşkencê ya Ewropayê CPT dan jî bê bersiv hatin hiştin. Parlamenterên HEDEP’ê di runiştinên meclîsê de gelek caran tecrîd anîn rojevê û yekser ji Wezîrên hikumeta AKP-MHP’ê ev pirsîn. Lê di çarçoveya konsepta dij-Kurd e hemû pirs û nirxandinên wan jî bê bersiv man. Herî dawî Parlermentera HEDEP’ê Newroz Uysal di civîna budçeyê ya 20’ê mijdarê de, derbarê rewşa Rêber Apo de ev pirs ji Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan kiribûn: Gelo elaqaya tecrîda li Îmraliyê bi polîtîkayên derve re heye ya ya na?” Wezareta Karên Derveya Tirk piştî 9 rojan bersiveke nivîskî da vê pirsê û li xwe mikur hat ku hayê Komîteya Pêşîgirtina Êşkencê ya Ewropayê CPT ji prosedurên Îmraliyê heye. Ev jî aşkera dike ku dewleta tirk û CPT di vê mijarê de di nava danûstendinan de ne.

Ev jî aşkera dike ku tecrîda li Îmraliyê ne tecrîdek ji rêze ye û di çarçoveya komploya navneteweyî de tê bi rêvebirin. Hêzên ku di komployê de cîh girtine niha bi vê tecrîdê dixwazin kompoyê kurtir bikin. Li dijî vê kompoyê û siyaseta tecrîdê di şertên herî giran de girtiyên azadiyê însiyatîf girtin destê xwe. Divê ne tenê li girtîgehan li her qada têkoşînê li dijî pergala tecrîdê pêngava “Ji Rêber Apo Re Azadî” bê mezin kirin.