28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin û aborî

Yasemîn Elban

Bingeha jiyanê welidandin û hilberandin e. Bi welidandinê re jiyaneke nû diafire, bi hilberandinê jî  pêdîvî û hewcedariyên xwarin û vexwarinê  pêk tên, loma bê xwarin û vexwarin jiyan nameşe.  Taybetmendiya ku mirovan ji ajalan vediqetîne  hilberandin e, bi naveke din keda destê mirovan e. Nexwe ajal jî diwelidin, lê xweza çi bide wan bes bi wê jiyana xwe îdame dikin. Lê mirov bi keda destê xwe xwezayê li gor xwe îdame dike. Di serdema  ewil de bi piranî ev yek bi destê jinan pêk hatiye.

Mirov bi rehetî dikare bêje ku rencbêra ewil jin e.  Loma di wê serdemê de, mêran bes nêçirvanî û masîvaniyê kirine, kar  û barên din tev li ser milê jinan maye. Ji ber ku pirî caran ew mêrên diçûn nêçiriyê destvala vedigeriyan,  vêca xwarin peydakirin, çavdêrî û parastina xwarinê peywira jinan bû.   Jinan fikra xwarinê ne tenê rojane kirine,  bi mecburî wan fikra  xwarina pêşerojê jî kirinye, ji ber vê yekê, wan serê çovê xwe tûj kirine û ji xwe re adek çêkirîne, bi wê adekê pincar civandîne, pi pincaran xwarin çêkirine, piştre jî  bi wê adekê erd kolane û çandiniyê kirine. Bi dûvre jî  ajalên kuvî  kedî kirine û wan xwedî kirine.

Tê gotin ku serê ewilî jin axiviye, ji ber ku jin zarok xwedî kiriye û bi jinên derûdorên xwe ra karên hevbeşî kirine, pêdivîya wan bi axaftinê çêbûye û axivîne. Lê, mêr tim  bi tena serê xwe û bêdeng nêçîrî û masîvaniyê kirine, pêdiviya wan bi axaftinê tune bûye. Gava mirov bi vê çarçoveyê li binêre tê dîtin ku xîma şaristaniyê jinan avêtiye. Di van serdeman de her çiqas ked û kiryarên jinan biçûk tê dîtin jî lê di serdema ewil de keda jinan pîroz e û jin pîrozwer bûne.

Di vê serdemê da, mêr di nav dinyaye ajalên dirinde de bûne, wan  çavdêriya şêr, hirç, rovî û teyrêbaz kirine, ka çawa dijîn, çawa jiyana xwe didomînin. Wan ajalan ji xwe re mînak girtine û weke wan  ajalan êrîşker û şerker bûne.

Mamosteyên jinan jî pîrê, murî û mêşên hingivînê bûne, jinan bi piranî çavdêriya wan ajalên ku hêlîn çêkirine kirine û wan ji xwe ra mînak girtine û tim zarokên xwe û hêlîna xwe parastine. Lê, şer û pevçûna mêrê  wek qehremanî, wek leheng hatine hesibandin û bûne destan. Lê mixabin kiryarên jinan tim biçûk hatiye dîtin.

Avahîsaza ewil jin e, loma serê ewil wê holik çêkiriye da ku tê da zarokên xwe ji qeda û belayan biparêze. Ji ajalên kedîkirî re hewş û sênc çêkiriye.  Bijîşka ewil jî jin e, gava hemcînsa wan welidîne,  wan dest avêtine hemcinsê xwe û ji wan re bûne destek. Gava cihekî zarokên wan an jî yên mêrên wan birîndar bûya, wan birînên wan derman kirine û sarêj kirine. Terziya ewil jî  jin bûye, serê ewil wan ji zarokên xwe re cil dirûtiye. Stranbêja ewil jî jin e, loma wê zarokên bi lorîkan xew kiriye,

Jinan di her dewrê da rola xwe pir baş lîstiye. Di wextekî nêz de li gundan, şîr dotin û çêkirina adanê di destê jinan de bû, rîs ristin, destar hêrandin, çandin û çinandina bostanan, dîzik çêkirin, tenur çêkirin.  Piştî ev karan diqedandin,  vêca rûdiniştin gore û fanîleyan dihonandin, an jî li ser tevnê xalî û xalîçeyan çêdikirin.

Piştî di bajaran da pîşezasî (sanayî) pêş dikeve, êdî firinên nan dewsa tenurê digirin, fabrikeyên rîsan dewsa hirî ristin gore, fanîle, xalî û xalîçeyan girtine, fabrîqeyên firaq çêkirinê dewsa dîzik çêkirinê digirin, bi hezaran mînakên wiha hene.  Jinan ewqasî kar û bar pêk aniye lê tu carî di berika xwe de qurîşek pere nedîtiye. Hewldanên wan ên wekheviyê tim hatine tepisandin. Ji ber vê yekê xebatên wan tim û tim biçûk hatine dîtin.

Piştî jiyan dikeve bajaran, jin di bajaran de jî rola xwe pir baş lîstine, hema bêjin nîva karkerên di fabrîqeyan de dixebitin jin in.  Ew jin ji bo pêdiviyê malê dixebitin, lê ne li cihê kar mafê keda wê tê dayîn, ne di  nav civakê de û ne jî malabat rêza keda wê digire. Di roja me ya îro de jin ji aliyê xwendinê ve jî xwe pir pêş xistine, bûne endazyar, bijîşk, avahîsaz û hwd…

Di van salên dawî da roj tuneye ku em di ajansan de, nûçeyên mirina jinên ji aliyê mêrên xwe yan jî dergistiyên xwe ve tên kuştin, nebihîzin.  Salên berên jî jin dihatin kuştin, bi piranî jin ji aliyê mala bavê xwe ve di bin navê namûsê de dihatine kuştin,  lê van salên dawî ji ber ku êdî jin dixebite û azadiya xwe ya boriyê bi dest xistîye, bi wêrekî dixwaze xwe û zarokên xwe ji mêrê xerab dûr bixe û bi zarokên xwe re jiyaneke aram bijî. Lê ji ber ku mêr jinê weke mal û milkên xwe dibîne, vê yekê napejirîne û  nikare hezm bike, wê heqê di xwe de dibîne û lê dixe dikuje… ÊDÎ BES E TUNDIYA LI SER JINÊ… Heqê tu mêrî tune ye li ser jinê tundiyê bimeşîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê