7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alî Muldir 28 sal in li ku ye?

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 685’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê berdewam kirin. Malbatên beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên windayan hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun, çalakiyên Dayîkên Şemiyan û Firat Akdenîz bi bîr anîn û got: “4  sal berê di hefteya 700’emîn de li dijî Dayîkên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê tundî hatibû kirin, ew pêvajoya darazê hêj didome. Wê demê dayik bi tundiya polîs re rû bi rû man û hatin darizandin. Daraz dixwaza çalakiyê Dayîkên Şemiyan wekî suc nîşan bide. Tekoşina dayikan didome. Hevalên me yê Komîsyona Xizmên Windayan Firat Akdenîz jî beşdarî çalakiyên xizmên windayan bû û mafê wan parast 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Me li dadgehê ev yek îtîraz kir. Dadgeh nikare xebatên me û dayikên me wekî sûc nîşan bide.”

Şahidên nepen: Me li ser navê ‘Têkoşîna li dijî terorê’ sûc dikir

Rêberê Şaxa ÎHD’ê Ferhat Berkpinar jî çîroka Alî Muldir xwend û wiha got: “Alî Muldir li navçeya Silopiya ya Şırnexê dijiya. Polîsan di 1’ê çileya 1994’an de avêtin ser mala Muldir.  Wê demê Alî Muldir ne li malê bû. Polîsan ji bav û birayên Alî Muldir pirsa ‘Alî li ku ye? pirsîn. Ji wê deme ve tu agahî ji Alî Muldir tune. Di sala 2009’an de du şahidên nepen ên girtî di îfadeyên xwe de qala bûyerên Şirnexê yên salên 1993-1995’an kiribûn.  Şahidên nepen diyar kiribûn ku di bin navê ‘Tekoşîna bi terorê re’ gelek suc kirine û  gelek agahî dan wan. Serdozgerê Komarê yê Amedê li ser van gotina lêpirsîn vekiribû. Piştî lêpirsînê Serdozgeriya Komarê ya Amed û Şirnexê bi hevre doz meşandin. Malbata Muldir li ser vê lêpirsînê bi hevî dibin û bi serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiya dan. Lê her çend malbatê serî li Serdozgeriya Silopiya dan jî heta niha tu agahî ji kurê xwe negirtine.”

Xizmên windakiriyan piştî daxuyaniyê deqeyekê rûniştin û bi çepikan dawî li çalakiyê anîn.