19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başaran: Gel di Newrozê de nîşan da ku rêya çareseriyê Ocalan e

Gelê kurd li Kurdistanê û Tirkiyeyê tevî hemû astengiyên rayedarên dewletê bi coş û girseya herî mezin Newroz pîroz kir. Bi milyonan kurd daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Li gel berf û baranê, li gel astengiyên polîsan bi milyonan kurd li Cizîr, Şirnex, Amed, Wan, Êlih, Gever, Şemzînan, Riha, Stenbol û Îzmirê daketin qadan û girêdana xwe ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re anîn ziman. Gel bi cil û bergên xwe rengê xwe daketin qadan û got ‘Em hene’. Têkildarî Newroza îsal Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran pirsên me bersivandin.

Tu dikare hinekî qala tabloya Newroza îsal bike?

Kelecana Newrozê demek dirêj e dest pê kiribû. Ji 8’ê Adarê dest pê kiribû. Bi pirozbahiyên 8’ê Adarê ev kelecan di nava gel de bêtir belav bû. Di 8’ê Adarê de pîrozbahiyên pir xurt hatin li darxistin. Li Amed, Şirnex, Êlih, Stenbol, Îzmîr û gelek navêndin din pîrozbahiyên xurt pêk hatin. Me li Kurdistanê bi TJA’yê û Meclisa Jinan re 8’ê Adarê pîroz kir. Li bajarên Tirkiyeyê jî me bi rêxistinên jinan ên çepgir û femînîst re 8’ê Adarê pîroz kir. Ew kelecan û coş herikîn qadên Newrozê jî. Me pîrozbahiyê Newrozê li Elkê di 15’ê Adarê de dest pê kir. Li gund û taxan dest pê kir û li bajaran belav bû. Her sal cejna Newrozê û Newroz di nava gel de kelecanek û coşekê ava dike. Lê îsal cudahiyek wê hebû. Gelê kurd demek dirêj e bi tundî û êrîşan re rû bi rû dimîne. Di vê Newrozê de jî ev hestê gel ên li dijî êrîş û tundiyan derket pêş. Hestê li dijî desthilatdariyê, li dijî dewletê û li dijî desthilata AKP-MHP’ê pêş ketibû herikî qadên Newrozê. Hestên neteweyî li dijî van polîtikayan pêş ketibû me li qadên Newrozê dît. Li her qadê jin, ciwan û zarok bi cilên neteweyî xwe qemilandin û hatin qadên Newrozê. Hêj beriya pîrozbahiyên Newroz dest pê bike amadekariyên wê hatin kirin.

Gel xwe bi xwe xwe rêxistin kiribû?

Me xebatek xurt meşand. Lê gel jî xwe bi rêxistin kiribû. Xebatek jî qet nehata kirin û belavokek jî qet nehata belavkirin, dê gel dîsa Newroza xwe pîroz bikiraya. Beriya ku deklerasyona Newrozê bê parvekirin û bang bê kirin jî gel û civakê Newroza xwe pîroz dikir. Li hev kom dibû, agirê Newrozê pêdixist û govend digerand. Li dora agir daxwazê xwe dianî ziman. Demek dirêj e li dijî gel êrîş heye. Lê gelê me di vê Newrozê de ev êrîş vala derxist. Gel bi pêşengiya jin û ciwanan û bi tevlêbûna Newrozê ev êrîş pûç kirin. Dewletê di 2014’an de plana hilweşandinê amade kiribû. Digot em ê gelê kurd têk bibin. Em ê wisa belav bikin ku carek din nikaribe xwe bi rêxistin bikin û werin cem hev. Daxwaz û hestê xwe bîne ziman.” Lê me di vê Newrozê de dît ku plana dewletê hilweşiya û têk çû. Helwesta gel li qada Newrozê ya Amedê ji sedî sed xwe nîşan da. Lê beriya wê ev helwest li bajarên din jî derket holê. Di aliyê hewayê de jî sermayek pir zêde hebû. Berf û baran hebû. Lê li gel vê sermaya berf û baranê gel disa qad dagirtin. Gel serma nas nekir. Berf nas nekir. Gotin ‘Em ê di bin berfê de li dora agirê Newrozê govendaxwe bigerinin. Em ê li dora agir germ bibin’ û Newroz pîroz kir.

Vê hesta wan kelecan û coş da me jî. Ez li Şirnexê bûm. Berf gelek zêde dibariya. Firtonek pir zê debû. Lê jin, zarok, kal û pîr tev hatin. Qadên Newrozê vala nehiştin. Li Elkê jî heman tişt hebû. Li bajarên Serhedê jî berf û serma hebû. Heman rewş hebû. Lê dîsa gel qad vala nehişt.

Li gelek cihan ji ber cilên Neteweyî li xwe kiribûn ew nexistin qadan û binçav kirin. Êrîşî ciwanan kir. Dewletê xwest ku nehêle Newroz bi girseyî bê pîrozkirin. Ew jî dizanin ku nikarin pîrozbahiyê asteng bikin. Nexwest girseya wê bê xuyakirin.

Li aliyeki destûrê dide, li aliyê din bi awayekî fîîlî astengiyan derdixe. Çima naxwaze bi girseyî pîroz bike?

Xwest gel li gorî pîvan û sînorê dewletê Newroz pîroz bike. Xwest ji rastî û cewherê wê dûr bixe. Got ezê destûr bidim, lê divê li gorî sînorê min pîroz bike.  Li gelek bajaran waliyan û pêşengên dewletê Newroz li gorî xwe pîroz kirin. Qaşo Newroz pîroz kirin. Lê çanda Rojhilata Navîn têde tune bû. Xwestin Newrozê bikin Nevrûz. Li gorî xwe Nevruz pîroz kirin. Aşkere got hûn dikarin li gorî sînorê me Nevrûzê pîroz bikin. Lê hûn nikarin li gorî xwe Newrozê pîroz bikin. Gotin hûn nikarin fikr û daxwazên xwe bînin ziman. Xwestin renge Newrozê dernekeve pêş û siloganên ji bo Birêz Ocalan tên avêtin neyên dîtin. Xwestin daxwaz neyên dîtin. Dema li Amedê gel siloganên ji bo Azadiya Birêz Ocalan davetin, polîsan dengê muzîkê zêde dikirin. Xwestin ew deng neyê bîhistin. Digotin ‘Me destûr daye, lê gel qadê dijî nake û eleqe nişan nade. Digotin 7 salin em bi ser wan de diçin, êrîş dikin, polîtîkayên bişaftinê dimeşînin. Digotin dê tevlêbûn qels be û em ê vê yekê wekî propaganda bikar bînin. Lê di jî vê yekê wêneyek derket. Di serî de li Elkê û beriya Elkê dest pê kir û li bajaran tevan belav bû. Li gorî salên dawî coş û girseya herî zêde bû. Piştî sala 2013’yan girseya herî zêde îsal kom bû. Di sala  2013’yan de girseya herî mezin li Amedê kom bû. Sedema vê yekê jî peyama wê Newrozê cûda bû. Ji ber ku di wê Newrozê de peyama Birêz Ocalan hat xwendin. Wê demê ji çar aliye cîhanê hatin kom bûn.

Di vê Newrozê de daxwaz û peyam çibû. Çi derket pêş?

Di vê Newrozê de girseya beşdarî pîrozbahiyan bû, hem gelê kurd û hem îtîfaqên hêzên demokratîk diyar kirin ku hem HDP û hem jî kurd li dijî tu êrîşan tu carî gavan paşve navêjin. Dê li dijî vê pergala faşîst her tim têbikoşin. Dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Destnîşan kirin ku li Kurdistanê tifaqa gelê kurd pir girîng e. Kurd bi cilên xwe bi peyamên xwe yên neteweyî li qadê bûn. Li Tirkiyeyê jî tifaqa demokrasiyê bi daxwazên xwe li qadan bû. Peyama herî girîng jî di 7 salên dawî de tundî û êrîşên li dijî gelê kurd zêde bûye. Neçareserbûna pirsgirêka kurd bandora xwe li ser aboriya Tirkiyeyê û demokrasiya Tirkiyeyê dike. Gel di vê Newrozê de rêya çareseriyê nîşan da. Gel bi sekn û sloganên xwe di vê Newrozê de nîşan da ku rêya çareseriyê Birêz Ocalan e. Çawa ku di sala 2013’yan de li Qada Newroza Amedê bi milyonan kom bûn û rêya çareseriyê nîşan dan, di vê Newrozê de jî gel rêya çareseriyê nîşan da. Diyar kir ku rêya çareseriyê Ocalan e. Gel xwest Ocalan bi fikrên xwe û bi awayekî fizîkî bi temamî azad bibe. Ev aşkere hat dîtin. Siyasetmedaran jî li ser dikê ev yek anîn ziman. Bal kişandin ser mutabaqata Dolmabahçeyê. Gel û siyaetmedaran xwest rayedarên dewletê dîsa werin ser xeta 2013’an. Li qadan peyama herî girîng daxwaza çareseriyê bû. Tecrîda li ser Ocalan ji 99’an de dest pê kiriye. Lê salek e qet hevdîtin çênebûye. Çawa di demên borî de bi milyonan kurdan îmze kom kirin û gotin “Abdullah Ocalan vîna me ya siyasî ye. Ocalan rêberê me ye.” li qadê jî ev sekn û peyam derket holê. Li qadê silogana “Bijî Serok Apo” hebû. Gel li qadê peyam da dewletê jî û da me jî. Got têbikoşin û li ber xwe bidin. Got HDP gel e. Bi milyonan daket qadan. Îro li cîhanê kijan partî li şûna HDP’ê bûya niha belav bûbaya. Desthiladdarê got me HDP qedandine êdî nikarin bên cem hev. Lê di Newrozê de em bi milyonan hatin cem hev. Gel hem bersîv da dewletê û hem jî bersîv da me. Ji mere got têbikoşin em hene. Gel diyar kirin rêya çareseriyê rêya sêyemîn e. Mifteya çareseriyê jî azadiya Birêz Ocalan e.”

Newroz dê bandora xwe çawa li ser salê bike?

Dewlet dê li gorî xwe hin encaman derxe. Divê dewlet kumê xwe dîne pêşiya xwe û hesabê vê yekê bike. Divê desthilatdar bizanibin ku rêbazên berê yên şer, tundî û înkarê çareseriyê pêş naxin.

Vê ev Newroz bibe destpêka serkeftinê. Em jî divê piştî vê Newrozê çawa dikarin xwe bi rêxistin û hêztir bikin. Ev hêz û enerjiya ku di Newrozê de derket em çawa dikarin bêtir bi rêxistin bikin. Me di dirûşmeya xwe ya Newrozê de gotibû “Dem dema serkeftinê ye.” Ev Newroz jî dê bibe destpêka serkeftinê. Ji bo gelê kurd, jin, ciwan, karker û gelên bindest dê bibe dema serkeftinê. Li Tirkiyeyê jî dê tifaqa demokrasiyê û reya sêyemîn bêtir xurt bibe. Me li qada  Newrozê çawa nişan da ku em dikarin di xeta sêyemin de bên cem hev. Em li qadên din jî dikarin di xeta sêyemîn de bên cem hev. Vê Newrozê nîşan da ku tişta bi ser bikeve dê xeta sêyemîn û tifaqa gelaen be. Ji bo me rojeva herî girîn tecrîd e. Em dikarin vê hêz û eneriya li qada Newrozê derket çawa dikarin bêtir bi rêxistin bikin û vê tecrîdê bişkînin.

Newroz dê bandora xwe çaya li ser meşa Amara bike?

Her sal bi girseyî gel diçe Amara.  Em îsal bawer dikin ku tevlêbûna meşa Amara dê bêtir xurt be. Ji ber ku li qadên Newrozê bertekên li dijî tecrîdê pir zêde derketin pêş. Ev sekn û helwesta gelê kurd dê di meşa Amara de jî xwe nîşan bide. Gel dê bersîvê di meşa Amada de bide.