7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Edaletê li çar navendan didome

Ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin serbest bên berdan, çalakiyên malbatên girtiyan li Amed, Wan, Îzmir û Stenbolê didome. Nobeda Edaletê li Amedê di roja 131’ê, li Wanê di roja 100’î de û li  Îzmîrê jî di roja 32’yan de berdewam dike. Nobeda Edaletê ya Stenbolê ku di 24’ê Adarê de dest pê kir, dê her hefte roja pêncşeman bi beşdarbûna 3 malbatan li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin.

Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 100’emîn de berdewam kir. Nobeda Edaletê ya îro bavê girtî Botan Tîmûr, Kazim Tîmûr girt. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Tûşbayê serdana nobedê kirin.

Malbatên girtiyan li Îzmîre 32 roj in nobedê digirin

Çalakiya malbatên girtiyan a li Baroya Îzmîrê jî di roja 32’emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatibûn daliqandin.