9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê kurtefilma binpêkirina mafên rojnamegeran amade kir

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), di encama xebata 4 mehan de belgefilma bi navê “Rojnamevaniya di Tunela Tirsê de” ku mijara wê binpêkirinên mafên rojnamegeran e û rapora “Rojnamevaniya di Nav Çar Dîwaran de” amade kir. Der barê belgefilm û raporê de wê di 28’ê adarê de civîneke çapameniyê bê lidarxistin. Dê di civînê de belgefilm bê nîşandan. Di heman demê de wê hem kurtefilm hem jî rapor di 28’ê adarê de bi zimanê kurdî, tirkî û îngilîzî li ser rûpelê komeleyê û platformên dijîtal bên weşandin. Bi armanca ku li sazî û dezgehan bê belavkirin wê rapor weke pirtûkok jî bê weşandin.

Di belgefilmê de rojnameger astengiyên der barê nêrîn û ramanê de, avakirina împaratoriya tirsê û pirsgirêkên ku rojnamevan dijîn vêdibêjin.

Li aliyê din rojnamevanên ku ji ber fikr û ramanên xwe di zindanan de girtîne jî di rapora “Rojnamevaniya di Nav Çar Dîwaran de” rastiya welêt radixin ber çavan. Di raporê bersîvê “Çima hatine girtin? Û pirsgirêkên ku li zindanan dijîn û berfirehiya pêkutiyên ku li wan tên kirin hatine bersivandin.