4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Iraqê ji bo destnîşankirina serokomar dicive

Parlamentoya Iraqê dîsa ji bo destnîşankirina serokomarekê ji Iraqê re civînekê pêk tîne. Li gorî zagonên Iraqê piştî ku serokomar were hilbijartin divê di nava 15 rojan de serokwezîrekî hilbijêre.

Ev cara duyemîne ku parlamentoya Iraqê bi vê mebestê li hev dicive. Lê di civîna yekemîn de ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de serokomar nehate destnîşankirin.

Şeş meh di ser hilbijartinên Iraqê re derbas bûn. Lê hê jî dewleta Iraqê bê serokwezîr û bê serokomar e. Heta niha 40 namzetên serokomariyê hene. Lê pêşbirka herî zêde di navbera namzetê YNK’ê Berhem Salih û namzetê PDK’ê Rêber Ehmed de ye. Ji bo ku yek ji van namzetan bi ser bikeve divê ji sisiyan yek ji dengê parlementeran bigire.

Wekî tê zanîn di dabeşkirin û parvekirina postên Iraqê de, posta serokomariyê ji para kurdan e. Lê vê carê ji ber ku kurdan di nava xwe de nikaribûn li ser namzetekî li hev bikin her aliyekî namzetê xwe destnîşan kiriye.

Di wê parvekirina postan de her gav Serokomar para YNK’ê bû û serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê jî para PDK’ê bû. Hêjayî gotinê de ku di bin siya van nanokiyên dijwar de metirsî heye ku wekî civîna berê dîsa tu encam ji vê civînê jî dernekeve.