3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo Joe Biden leşkeran dişîne Ukraynayê ?

Piştî mehekê ji êrîşên Rûsya yên li dijî Ukraynayê, Serokê DYA’yê Joe Biden çû ser sînorê Ukraynayê û serdana leşkerên amerîkî yên li Polonyayê kir. Biden li wir daxuyaniyek da û ji leşkerên welatê xwe re wiha got: “Hûn dema biçin wir hûnê bibînin ku jin, zarok û ciwan li ser rêyan disekinin li pêşberî tankên naletî radiwestin.”

Ev gotinên Biden di medyayê de wekî ku ji leşkerên xwe re dibêje em ê we bişînin Ukraynayê hatin şîrovekirin. Gelek dezgehên medyaya cîhanê ev hevoka Biden wekî ku dê Amerîkayê leşkerên xwe bişîne alîkariya Ukraynayê servîs kir.

Li ser vê şaşfêmkirinê Qesra Spî daxuyaniyek da û ew agahî sererast kir. Berdevkê Qesra Spî ji ajansa Fox Newsê re axivî û der barê vê mijarê de wiha got: “Biden gotiye ku di helwesta Amerîkayê de guhertin tune û DYA leşkerên xwe naşîne Ukraynayê.”

Heta17 adara 2022’yan hejmara leşkerên amerîkî yên li Ewropayê hatin bicihkirin derket 100 hezarî. Di dema dawî de 20 hezar leşker hatine zêdekirin. Joe Biden difikire ku li hemberî gef û êrîşên Rûsyayê ên li dijî Ukraynayê hejmara leşkerên xwe li Ewropayê zêdetir bike.

Balkêşe ku Amerîkayê bi tu awayî behsa hewldanên diyalog û lihevkirineke aşityane di navbera Rûsya û Ukraynayê de nake. Lê her ku êrîşên Rûsyayê zêde dibin behsa alîkariya çekan a bi Ukraynayê re dike.