9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Twitterê, hesaba ajansa MA’yê rawestand

Twitterê, ji ber Ajansa Mezopotamyayê nûçeya tundiya li ser zarokan a di wargeheke taybet a terîqatekê ya li Esenlerê derbas kir, hesaba wê yê @MAturkce ji bo 5 saetan rawestand. A.E. yê li wargehê peywîrdar li xwendekarên dora maseyê ders dixebitin xistibû û dema ev dîmen derketibûn holê jî hatibû binçavkirin. A.E. piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Bakirkoyê hatibû kirin.

Dadgeha Ceza ya Sûlhê A.E. ji ber sûcê “birîndarkirina hêsan” girt û şand girtîgehê. Ji ber MA’yê tundiya li terîqetê pêk hatî weşand, twîtterê hesaba @MAturkce ya ku 170 hezaran zêdetir şopînerên wê hene, bêyî ku MA’yê agahdar bike, ji bo 5 saetan asteng kir.

Ji MA’yê bang

MA’yê bang li şopdarên xwe kir û wiha got: “Ji bo parastina mafê ajansa me ya wergirtina nûçeyan, em bang li hemû şopdar û hevalên xwe yên me bibaldarî dişopînin dikin ku ji bo hesaba me ya @Maturkce hîn bêhtir belav bibe, pêşniyarî xizm, heval û hogirên xwe bikin.”