12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amedê ji bo mitînga sibê amade ye

Welatiyên Amedê bal kişandin ser girîngiya hilbijartinan û ji bo tevlibûna mitînga Partiya Çepên Kesk a sibe bang kirin. Welatiyan wiha gotin: “Em ê sibe tev li mitîngê bibin û rojek piştre jî Erdogan têk bibin.”

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê sibe li Amedê mitînga fînalê ya “Mitînga Mezin a Amedê” li dar bixe. Mitîng dê saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê ya navçeya Bajarê Nû were lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û nûnerên Komeleya Kurd a Demokrat (DDKD) tev li mitîngê bibin.

Bi nêzbûna hilbijartinê re kelecana li bajar jî zêde bû. Welatiyên bi ajansa me re axivîn dibêjin; “Em ê ji ewil biçin mitîngê û piştre jî îktîdarê biguherînin.”

Dê mohra xwe li binê darê bidin

Ji welatiyan Zeynep Kaya anî ziman ku xwendin û nivîsandina wê tune ye lê dizane dê dengê xwe bide kîjan partiyê. Kaya, wiha dibêje: “Ez ê dengê xwe bidin partiya kurdan. Anku dê mohra xwe li dara kesk bixim. Ji ewil ez ê biçim mitînga Amedê. Bila her kes tev li mitîngê bibe û coşa wê bijî.”

Yek ji welatiyên din ê ku dê tev li mitîngê bibe jî Mehmet Kaya ye. Kaya, ev tişt anî ziman: “Divê gelê me êdî xwe nas bike. Nexwe dê her tim di bin zextê de bijî. Ma ewqas êşên hatin kişandin ne besî kurdan e? Bila êdî kurd û tu kesên din nemirin. Divê girtî azad bibin. Di demên berê de kurd dihatin xapandin lê êdî tu kes nikare bixapîne. Di hilbijartina parlamenteran de em ê mohra xwe li dara kesk bidin û di ya serokkomariyê de jî dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.”

Hilbijêrên ciwan: Em Erdogan bişînin

Ciwanê bi navê Mahmet Dagli jî dê cara ewil dengê xwe bide. Dagli, biryardariya xwe wiha tîne ziman: “Wê rojê lingê min jî bişikê ez ê biçim wê mitîngê. Bi taybet jî li dijî zilmê û ji bo siyasetmedarên me yên girtî divê em tev li vê mitîngê bibin. Rojek piştre jî em ê Erdogan bişînin.”

Zekiye Yilmaz jî ji bo tevlibûna mitînga Amedê bang kir û wiha got: “Banga min ji bo hemû dayikan û ciwanan ew e ku qada mitîngê veguherînin qada Newrozê. Divê em wan ji vir vemalin û vê derê ji wan paqij bikin. Gelek zext li Amedê hatin kirin û zilmeke mezin jiya. Em ê bibêjin êdî bes e.”

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Makbûle Guner jî destnîşan kir ku dê di mitînga Amedê de daxwaza azadî, aştî û wekheviyê biqîrin û wiha derbirî: “Beriya hilbijartinê em ê li qada mitîngê bin û dê peyama em hene bidin. Partiyên din li qada mitîngê girseyên xwe nîşan didin. Em jî dê tev li mitîngê bibin û girseya xwe nîşan bidin.”

Ji dayika Aklîmeyê bang

Dayika Aklîme Hanas ku yek ji sembolên berxwedêriyê ya çalakiyan e û herî dawî li dijî astengkirina polîsan dirûşma “Li dijî zilmê serî hildin, li dijî faşîzmê serî hildin, li dijî heqaretê serî hildin” berz kiribû jî ev bang kir: “Ez bi heman dirûşman gelê Amedê vedixwînim mitîngê. Gelî jin û ciwanan, werin em tevek biherikin Qada Îstasyonê. Serkeftin a me ye.”