spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talîban ‘quralê şerîatê’ dide bikaranîn

Ji meha Tebaxa 2021’ê ve piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê desteser kir, bi taybetî bi mudaxeleya li ser qadên jiyana jin û zarokên keç quralê şerîatê ferz dike.

Ji meha Tebaxa 2021’ê ve piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê desteser kir, bi taybetî bi mudaxeleya li ser qadên jiyana jin û zarokên keç quralê şerîatê ferz dike. Talîbana ku ji perwerdeyê heya  jiyana civakî, ji siyasetê heta  kar di her qadê de jinan tune hesiband. Hema bibêje hat wê astê ku li welat nikare were jiyîn.

Talîban li milekî ve ji giştî cîhanê re hewldana îmaja ‘em guherîn’ dide lê ev sepan nîşan didin ku rewşek bi vî awayî nîn e. Talîbana ku ji dema welat desteser kiriye ve berê xwe da jinan û gelek jin qetil kirin, gelek ji wan ji îşkenceyan derbas kir. Çîroka gelek kesên ku ji aliyê îstîxbarata Talîbanê ve hatine girtin û bi her cureya îşkenceyê re rûbûrû mane heye. Talîban beriya 20 salan jî rêveberiya welat girtibû destê xwe û di wê pêvajoyê de jî gelek araziyên çandiniyê yên gel şewitand. Li Bamyan û Mazarê gelê Hazarê qetil kir. Di roja înê de kesên ku ji mizgeftê derdiketin qemçî dikir û qetlîamên komî pêk anî.

‘Hişmendiya wan nehatiye guhertin’

Jina ku berê 20 salan kiryarên Talîbanê tîne ser ziman got: “Di wê demê de ez jineke ciwan bûm. Di pêvajoya Talîbanê de min ji roja înê hez nedikir. Ji ber ku her în Talîbanê li hemberî gel sûc dikir. Li qadan cesedên ku hatibûn perçekirin me didîtin. Piştî 20 salan dîsa hatin desthilatdariyê û niha jî li gelek bajarên cuda jin û mêr tên kamçîkirin. Li herêma Farahê mêrek înfaz kirin, rayedarên bilind ên Talîbanê ji bo înfazê kêfxweşiya xwe anîn ziman. 20 sal derbas bû bes hişmendiya wan nehatiye guhertin.”

Talîban li gorî kesan darizandinê dike

Çend roj berê, Şêx Ebdulmelîk Heqanî ji Dezgeha Dadwerî ya Talîbanê vîdyoyek belav kiribû û tê de ragihandibû ku 175 mîsîlleme, 37 recim, 79 pereyê fidyeyê, 4 di bin dîwaran de û 103 fermana înfaza sînor hatine derxistin. Çendek berê jî li ser medyaya dîjîtal wêneyên berpirsên payebilind ên Talîbanê yên wek Seîd Xostî, Alamgol Haqqanî, Meûlvî Ebdulcebar, Nurullah Adil hatin belavkirin. Di wêneyan de ‘zîna’ û tecawizên ku li gorî rêgezên şerîetê qedexe ne hatin nîşandan. Lê belê ev kes nehatin cezakirin hê jî erkên xwe didomînin. Her wiha serokê berê yê Fermandeya Polîsên Talîbanê yê li Qendeharê Ebdul Xenî Heqbîn ku berî 6 mehan bi tometa zînayê û bêexlaqiyê hatibû girtin, çend roj beriya cîbicîkirina zagona şerîatê ji girtîgehê derket.

Her wiha Rozmineh a 25 salî jî ji ber li dijî destdirêjiya endamekî Talîbanê li ber xwe da, li Ghorê hat qetilkirin. Vîdyoya komkujiyê di çapemeniyê de hat weşandin. Lê tu ceza li dijî milîsên Talîbanê nehat dayîn. Talîban tenê ji bo mêr û jinên di zindanê de ne qanûnên şerîetê didomîne.