8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Nabe em bi ambargoyê werin cezakirin’

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ambargo wek kiryareke derexlaqî wesif kir û got "Em li hemberî dagirkirina taxên xwe rabûn, nabe em bi ambargoyê werin cezakirin."

Hikumeta Şamê ambargoya giran a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Ji 9 mehan ve nahêle madeyên sereke wekî derman û sotemenî bikevin her du taxan.

Welatiyê bi navê Welîd Bekir ambargo wek karekî derexlaqî û dermirovî bi nav kir û got: “Pêwîstiya mirov bi pêdiviyên sereke heye, nabe kes ji wan were mehrûmkirin.”

Bekir wiha domand: “Em beşeke Sûriyeyê ne. Em li hember hewldanên dagirkirina xaka xwe sekinîn. Em şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê me berdêl dan, nabe em bi ambargoyê werin cezakirin.”

Bekir ambargo şermezar kir û got: “Em ne biyanî ne. Em gelê Sûriye ne. Divê hikumeta Şamê amgargoya ku li ser me ferz kiriye rake da ku em bi silametî bijîn ku mafê me ye.”

‘Hikûmeta Şamê cadakariyê dike’

Welatiya bi navê Eyşe Ebdo ya ji Şêxmeqsûdê diyar kir ku ambargo bandorê li jiyana wan a rojane dike û pêwîstiyên bingehîn li ser her du taxan qut bûne.

Eyşe Ebdo di dewama axaftina xwe de got: “Em sûriyeyî ne. Mafê me heye ku bijîn, ev mafekî herî biçûk e, lê ji ber ambargoya li ser me hatiye fezkirin em ji vî mafî bêpar kirine. Em daxwaza biratiya gelan dikin û ferqê naxin navbera tu kesî. Lê hikumeta Şamê çima ferqê çêdike û ambargoyê li ser me ferz dike û mafên me diçewisîne?”

Welatiya bi navê Cîhan Ebdo ya ji Eşrefiyê jî diyar kir ku ambargo sedema êş û azarên şêniyan û got: “Em dixwazin ev ambargo bi temamî bi dawî bibe, ji be ku her ku diçe girantir dibe. Em ji hêmanên jiyanê mehrûm in. Wekî pêkhateyên Sûriyeyê em vê ambargoyê qebûl nakin. Divê tavilê madeyên sereke derbasî her du taxan bibin.”

Xedîce Murad a ji Efrînê ku li Eşrefiyê dijî jî li ser zehmetiyên ku ji ber ambargoyê dikişînin got: “Ji ber ambargoyê saetên dayîna kehrebeyê kêm bûn, hefteyê 2 caran tenê kehrebe tê. Di van 2 saetan tenê de em nikarin çi bikin.”

Xedîce Murad ambargo şermezar kir û xwest pêdiviyên jiyanî derbasî her du taxan bibin.