28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD: Baroya Amedê 250 parêzerên dilxwaz dê peywirdar bin

Hevseroka Şaxa Amedê ya OHD’ê Gîzem Mîran diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dê 250 parêzer ji bo ewlehiyê li Amedê peywirdar bin û ew roj, ew ê li her dibistanê li ser her sindoqê bin.

Gelên li Tirkiyeyê dê ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê roja yekşemê biçin ser sindoqan. Mijara ku di vê pêvajoyê herî zêde di rojevê de bû jî ewlehiya hilbijartinê û sindoqan e. Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl dê roja hilbijartinê ji bo parastina dengan li qadan bin û ji bo ew roj bi awayê zelal dengdan bidome, bi baldarî bixebitin. Bi heman awayî parêzer jî dê li hemû dibistanên ku dê deng li wan werin dayîn peywirdar bin. Parêzer li Amedê ji bo roja hilbijartinê amadekariyan dikin û dê li ser sindoqan li benda encamên hilbijartinê bin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û ji Baroya Amedê, 250 parêzer roja hilbijartinê peywirdar bin.

‘Em ji bo ewlehiya hilbijartinê bi fikar in’

Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Gîzem Mîran diyar kir ku roja hilbijartinê ew ê tevî hemû fikaran jî ji bo li gorî mewzûatê be li cihên dengdanê bin û got ku divê gel di rewşeke bi ewle de dengê xwe bide. Gîzem Mîran da zanîn ku OHD û Baroya Amedê bi mehan e ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatan didomînin û perwerdeyan didin û got ku dê 120 endamên OHD’ê amade bin. Gîzem Mîran got: “120  parêzerên OHD’ê di warê îtirazê de xwedî raye dê ji bo ewlehiya hilbijartinê li ser her sindoqê li her dibistanê bin. Beriya vê divê mirov têgeha ewlehiya hilbijartinê îzah bike. Ewlehî ne ew e ku ew roj her kes bê tirs û fikar biçe dengê xwe bide. Tirs û fikara ku çend roj beriya hilbijartinê hatiye avakirin mixabin di warê ewlehiyê de fikaran bi me re çêdike.”

‘Operasyonan fikarên me zêde kirin’

Gîzem Mîran da zanîn ku yek ji hêmanên ku vê fikarê zêde kiriye, operasyonên girtin û binçavkirinê yên di 25’ê Nîsanê û piştî wê ne û bi bîr xist ku di wan operasyonan de çar hevalên wan hatine girtin. Gîzem Mîran bal kişand ku operasyon ji derveyî zêdekirina fikarên ji bo hilbijartinê bi kêrî tiştek nayê û wiha domand: “Di her pêvajoyê de parêzer û kesên ku têkoşîna demokrasiyê didin meşandin li qadan dixebitin. Me jî bi vê fikrê xebatên ku bikira organîze dikir. Wisa fikarên me jî tunebûn lewre rewşeke asayî bû lê bi operasyonên dawî fikarên me çêbûn. Ji 145 kesên ku hatin binçavkirin, 49 jê hatin girtin. Di navbera kesên ku hatin binçavkirin de, sê hevalên me yên parêzer û 5 rojnameger hebûn. Piştî Amedê, operasyonên ku navenda wan Stenbol û Enqere bû hatin lidarxistin. Vê yekê jî fikarên me zêde kir.”

‘Ji bo ewlehiya sindoqan em ê li cihên dengdanê bin’

Gîzem Mîran anî ziman ku wekî parêzerên OHD’ê roja hilbijartinê ji bo ewlehiya sindoqan li her dibistanê bin û bang li hilbijêran kir ku biçin dengê xwe bidin. Gîzem Mîran herî dawî wiha got: “Em careke din bang li rayedar, saziyên darazê dikin. Dest ji operasyonên siyasî û bêhiqûqî yên ku bandorê li ser îradeya gel bikin berdin. Divê her kes ji fikar û tirsê dûr, ji bo mafê xwe yê herî demokratîk biçe ser sindoqan. Em ê wek parêzer wê rojê amade bin û ji her sindoqê agahdar bin. Ji bo pirsgirêkên ku derbikevin jî em ê li gorî mewzûatê hereket bikin û sindoqan biparêzin.”