8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jina kurd a têkoşer: Leyla Qasim

Beriya 49 salan weke îro şervan jin ya Kurd Leyla Qasim di 22 saliya xwe de ji ber nêrînên xwe yên siyasî bi ehvalên xwe re hate darvekirin. Leyla Qasim yekem jina ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baasê ve hatî darvekirine.

Leyla Qasim di 12’yê Gulana 1974’an ji hêla Rêjîma Baasê ve hat darvekirin. Leyla Qasim jinek têkoşer a kurd e, di sala 1952’yê de li gundê Bamîlî ya navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyala ji malbatek hejar û welatparêz a kurd hatiye dinê. Leyla di 20 saliya xwe de di nava Yêkitiya Xwendekarên Kurdistanê de cih digire, xebat û têkoşîna xwe bi rê ve dibe. Leyla ji bo mafê gel di nava têkoşînê de cih digire.

Hêza jinên kurd şênber kir

Ew di nava malbatê de keça bi tenê bû. Serhildêr û ji dil bû. Bavê Leyla cotkarî dikir. Dibistana navîn li dibistana bi navê Wend xwend û serkeftî bû. Leyla di zarokatiya xwe de gelek zindî bû. Tevî ku malbatek xizan bûn jî bavê Leyla dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî wê tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê kir. Wê her dem parastina doz û têkoşîna gelê kurd ji bo xwe peywirek gelek girîng û mezin didît. Wê dibistana amadeyî li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Seddam Husên a li dijî gelê kurd nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin.

Di sala 1972’yan de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata Baas’ê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû. Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan di bin rêbertiya PDKI de li çiyayên Başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bo wê jî dema Leyla Qasim dît ku herkes dibêje; kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, lê Leyla biryar da ku tevî xwendevanên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike.

Dixwest denge kurdan li cîhanê bide bihîstin

Di 24’ê Nîsana 1974’an de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe yên bi navê; Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyonek berfireh a hêzên rejima Baas de li Bexdayê hatin girtin. Dema li girtîgehê bû bi êşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hat hiştin, lê nekarîn tu îftirayek jê wergirin.

Leyla Qasim jinek têkoşer û bi cesaret bû, dema ku îstixbarata rejima Baas Leyla Qasim dabûn ber lêpirsînê Leyla Qasim ji wana re wiha gotibû; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin. Ez gelek kêfxweş û serbilindim ku ezê giyanê xwe fedayê rizgariya Kurdistanê bikim.”

Rejima Baas ji bo çavtirsandina gelê Kurd bi taybetî jî ciwanan, tevî ku du hefte di ser girtina Leyla Qasim û hevalên wêre derbaz nebibû jî, di dadgehek ne dadperwerde biryara bidarvekirinê li Leyla Qasim û hevalê wê hate birîn. Di saet 07:00’ê sibeha 12’ê Gulana sala 1974’an de Leyla Qasim tevî çar hevalên xwe hate bi darvekirin.

‘Qeftek ji pora min bibirin bi kêla min ve girêbidin’

Piştî bi darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê demek zêde derbaz nebû birayê Leyla Qasim yê bi navê Selamî li Bexdayê bi behaneya ku wêneyên xwîşka xwe Leyla Qasim belav kiriye ji aliyê Baasiyan ve hate kuştin.

Rojek ji beriya Leyla Qasim were bi darvekirin rejima Baas destûr dide dayîk û xwişka wê li girtîgehê Leylayê bibînin. Di hevdîtina bi dayîk û xwişka xwe re Leyla ji xwişka xwe re dibêje; “Meqes û desta cilên min yên Kurdî ji bîr nekin, xwişka wê bi şaşmayî jêre dibêje meqes ji bo çiye? Leyla dibêje; “Qeftek ji pora min bibirin bi kêla min ve girêbidin. Dema Kurdistan azad bû hunê pora min bi hewayê azad yê Kurdistanê de berdin, cilên min yên Kurdî jî ji bo wê rojê ye dema ku ez bibim buka Kurdistanê.”

Bi hezaran malbatên kurd navê Leyla li zarokên xwe kirin

Piştî bidarvekirina Leyla Qasim li seran serî Kurdistanê bi hezaran malbatên Kurd navê Leyla li zarokên xwe kirin. Leyla Qasim bû çîrok û destan di helbestên helbestvanên mezin yên wek Cegerxwîn, Hêmin û gelek helbestvanên din de.

Nivîskar Rêzan Ezîz derbarê zîrektî û fikrê netewî yê jina Kurd Leyla Qasim de got; “Leyla Qasim ji bo Kurdan mirovek mezine. Leyla jina yekeme ku di wê demê li ser fikir û baweriya xwe ya siyasî, tê darvekirin. Di zindanê de gelek êşkence li Leyla tê kirin. Leyla ji endmaên saziya îstîxbaratê re dibêje ‘Bi kuştina min wê hezaran Kurd ji xewa nezanînê hişyar bibin. Ez gelek serbilind û kêfxweşim, ji ber ku canên xwe li ber rizgariya Kurdistanê feda dikim.”