8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amiot: Bandora berxwedana Abdullah Ocalan pir zêde ye

Parlamentera Partiya Fransaya Serî Natewîne Ségolène Amiot destnîşan kir ku tu caran mînaka tecrîda li Îmraliyê nedîtiye û wiha got: “Ocalan tevî hemû êrîşan li ser pêyan digire. Têkoşîna wî bandorek gelek mezin li derve dike.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şertê tecrîda giran de tê girtin. Malbat û parêzer 36 meh in nikarin biçin serdana Ocalan. Ocalan 36 meh in bi tu awayî agahiyê ji derve nagire. Dostên kurdan bi diruşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” pêngavek dane destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de di 20’ê sibatê de ji Ewropayê şandeyek hate Stenbolê. Şandeya “Ji bo Pirsgirêka Kurd Çareserî û Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê” ku parlamenter jî di nav de bûn, bi Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek saziyên din re hevdîtin kir. Piştre jî bi daxuyaniyekê xwest ku saziyên navneteweyî li dijî rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê li berpirsyartiya xwe rabin.

Yek ji endamên şandeyê jî Parlamentera Partiya Fransaya Serî Natewîn e (La France insoumise) Ségolène Amiot bû. Amiot, têkildarî tecrîda li Îmraliyê, armanca tecrîdê û serdana xwe ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Îbrahîm Irmak re axivî.

‘Min tecrîdek wisa nedîtiye’

Amiot, diyar kir ku ji bo çavdêrîkirina rewşa girtiynên siyasî û tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatine Stenbolê û wiha got: “Ez heta niha tu caran rastî tecrîdeke mîna ya li Îmraliyê nehatime. Ne tenê weke parlamenterek, qada min a pisporiyê girtîgeh in û li Fransayê gelek caran çûme serdana girtîgehan. Lê rastî tiştekî wiha nehatim. Heta sînorekî tecrîdê jî heye. Yanî herî zêde dikarî kesekî mehekê tecrîd bikî. Lê tişta niha em behs dikin, tiştekî cuda ye.”

‘Dixwazin bi tirsê kontrol bikin’

Bi domdarî Amiot tecrîda li ser Rêberê PKK’ê nirxand û ev tişt anî ziman: “Tecrîd bi xwe tê wateya bi temamî kontrolkirina bedena kesekî/ê. Bi vê yekê re dixwazin malbat, xizm û civakê jî bi rêya tirsê bixin bin kontrola xwe. Ji tecrîda li Îmraliyê ez vê fêm dikim; ‘heke tu li gorî fermanên min tevnegerî, dê te tune bikim.’ Anku li gel bedenekî, kontrolkirina malbat, xizm û civakê ya bi rêya tirsê ye.”

Bêdengiya dewleta firansayê

Amiot, bal kişand ser bêdengiya Ewropa û Fransayê ya li dijî vê rewşê û wiha got: “Bi taybet jî sedemên cuda yên bêdengiya Fransayê hene. Mijara penaberan ji bo Fransayê yek ji mijarên girîng e. Ji ber peymana penaberan, ji Tirkiyeyê dixwaze ku rê li ber penaberan bigire. Ji bo vê pere dan û eleqeyeke taybet dixwaze.”

Têkoşîna tevgerê bandorek mezin dike

Amiot, anî ziman ku tevî sepanên tecrîdê jî Abdullah Ocalan li Îmraliyê û kurd jî li qadan li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Ev rewşa berxwedanê gelek bandorê li min dike. Tevî ewqas êrişan jî hêj bi dilwêrekî li ser pêyan disekinin. Dîtina vê têkoşînê û daxwazên wê pir bandorê dike. Kurd îradeya aştiyê nîşan didin û daxwaza wekheviyê dikin. Edaletê dixwazin. Ev bi rastî jê seknekî watedar e.”

Herî dawî jî Amiot ev tişt anî ziman: “Rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan têr nake. Bi awayekî sembolîk rakirina tecrîdê girîng e lê têr nake. Ji ber ku heke pêvajoyeke çareseriyê çêbibe, hûn nikarin mirovan di hundir de bigirin. Berdana girtiyên siyasî dê bandoreke mezin li pêvajoya aştiyê bike. Dê mîna diyariyeke aştiyê be. Em ê çavdêriyên xwe yên li vir bi saziyên têkildarî û parlamentoyê re parve bikin. Dixwazim di 31’ê adarê de dîsa bêm Stenbolê û çavdêriyê bikim.”