28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Êlihê bi coşek mezin Hatîmogûllari pêşwazî kir

Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Êlihê bi gel re civîya. Gelê Êlihê bi coşek mezin Hatîmogullari pêşwazî kir.

Hevseroka Giştî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gelê Êlihê re civîya. Gel li gundê Xincika yê di ketina bajêr de Hatîmogûllari û şandeya pê re pêşwazî kir. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseya li vir piştre bi konvoyê derbasî navçeya Heskîfê bû. Welatiyan bi tilîlî, îşareta serkeftinê û kornayan piştgiriya konvoyê kirin.

Gel li navçeya Heskîfê bi coşeke mezin Hatimogullari pêşwazî kir. Hevserok û rêveberên DEM Partiyê serdana dikandaran kirin û pirsgirêkên wan guhdarkirin. Dikandaran eleqeyeke zêde nîşanî Hatîmogûllari da û bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” pêşwazî kirin

Hevserokên DEM partiyê li navçeya Kercewsê jî bi gel re civîya. Hatîmogûllari ya li vir axivî, girîngiya hilbijartinê destnîşan kir û wiha got: “Gelên me yên hêja ji hilbijartinê re kêm roj man. Me xebatên xwe yên hilbijartinê lezandin. Em weke Hevserokên Giştî ji çar aliyan ve tevlî bernameyan dibin. Em bi pêşwazîkirineke germ a gelê xwe yê hêja re rûbirû dimînin. Ev hêviyeke mezin dide me. Em li her derê ku digerin feraseta qeyûm teşhîr dikin. Feraseta qeyûmê beriya niha tayînî vir hatiye kirin zirareke mezin da vir. Dizî û nelirêtî hatin kirin. Em li her derê diçinê dibin şahid ku qeyûman talaneke çawa pêk anîne. Ava vexwarinê jî nayê dîtin. Dema em çûn Şirnexê em bi rêyên biherî yên qeyûm re rûbirû man. Qeyûm diz e. Hewl dan vîna hilbijêran ji destê wan bigirin. Em ê li dijî vê ferasetê wisa xurt werin ku dê nizanibin bi ku ve birevin.”

Hatîmogûllari, anî ziman ku Kercews ji bo dîroka kurdî cihekî girîng e û wiha berdewam kir: “Kercews cihekî ku debara xwe bi çandiniyê dike ye. Lê piştgirî nedan çandiniyê. Nirxa pêwîst nedan tiriyê vê derê. Dema em hatin şaredariyê em ê bi kooperatîfên ku ava bikin em ê ji bo berhemên çandiniyê yên vî gelî bigihin nirxa xwe bixebitin. Em hatin Heskîfê. Kesên Heskîf ji holê rakirin, sozên ku da vê derê veguherînin buhişta tûrîzmê dabûn. Lê niha mirov neçarî koçê kirin. Dîsa li navçeya hate avakirin dikanên esnafan vala ne. Kesên tevna dîrokî ya vê derê xera kirin jî gel mehkûmî bêkariyê kirin. Tevahî ji holê hate rakirin.”

Hatîmogûllari ya bi lêv kir ku dê şaredarvaniyeke pir zimanî esas bigirin, axaftina xwe wiha domand: “Em ê bîrdariya Cîgerxwîn jinûve li Kercewsê deynin. Bîrdariya wan hilweşand em ê jinûve deynin. Feraseta qeyûm, feraseteke dijminê jinan e. Li dijî têkoşîna me ya nûnertiya wekhev êrîşek heye. Em ê li her derê pergala hevserokatiyê xurttir bikin. Em ê ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin. Em ê bi navendên piştevaniyê yên jinan pirsgirêkên jinan guhdar bikin û jê re bibin çareserî. Em bi hev re dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ Civakeke çanda xwe winda dike, xwe winda dike. Em ê ji qada çandê xebatan bimeşînin. Ji bo ku ciwanên me nekevin nava tiryak û fihûşê em ê bergiriyên pêwîst bigirin. Ev hemû di bin berpirsyartiya rêveberên herêmî ye. Em ê bi hev re têkoşînekê bi rê ve bibin. Em ê bi têkoşîneke birêxistinkirî şaredariyan paş ve bigirin. Li derveyî bajêr heval hogir xizm kî hebin ji bo ku bînin vir em ê organîze bibin. Dengek gelekî girîng e. Em ê ruhê berxwedanê yê gelê Kercewsê şaredariyên xwe bigirin. Em ê xwe jî bajarên xwe jî bi rê ve bibin. Em ê êvara 31’ê Adarê govenda serkeftinê bigerînin.”

Piştî axaftinê, Hatîmogûllari bi gel re govend gerand.