2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efsaneyên nemir ê Kurdistanê: Sorxwîn û Azadî

Peyva şer pir giran e, lê ketina nav û jiyîna wê kêlî bi kêlî zehmet e. Hin şer hene civakê ber bi hilweşînê ve dibin û hin şer hene pêre şoreş ava dibe û Rojava mînaka vê ya li ber çavan e.

Ji bo gel, zarok, nevî û nifşên wê civakê şoreşekê lidar bixin, divê xwe ji hemû awayên êrîşan re amade bikin. Şerê ku îro dibe û erdîngariya wê dorfireh kiriye, ne şerê şûr û tîrevanan e, şerekî bêdawî ye û xwe dispêre çekên nûklerî, dron û balafirên şer. MÎT dixwaze şerê taybet li ser erdê derbasî hemû şaneyên civakê bike û bide meşandin. Peyva şer pir giran e, lê ketina nav û jiyîna wê kêlî bi kêlî zehmet e. Hin şer hene civakê ber bi hilweşînê ve dibine û hin şer hene pêre şoreşê ava dibe û Rojava mînaka vê ya li ber çavan e. Sîstemeke demokratîk ji bo parastina nasname, dîrok û erdîngariya wê civakê tê pêşxistin ku şoreşa wî welatî ji gelek civak û jinên bindest re dibe model. Wekî Şoreşa Rojava bûye cîhaneke alternatîf li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Civakên li Rojhilata Navîn dijîn, di êş, komkujî, komkujî, darvekirin, revandin û binaxkirinê dibin cêwiyên hev. Goristanên şehîdan li her bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cêwîtiya êş û kêfxweşiya civakê piştrast dike. Di dema jiyînê de yekitiya xwe avakirin û piştî ku canê xwe ji dest dan û gihîştin asta şehadetê jî bi xwîna xwe ya ku bû yek û di heman goristanê de hatin veşartin. Ji cîhanê re gotin; “Em yek in û dê her yek bimînin”.

Şehîdên nemir an jî gaziyên şer!

Şervan ên bi çek û rext bûn, di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi fedekarî û lehengî şer kirin, erka ku ji hemû cîhanê dihat xwestin û nekirin, şervanên azadiyê bêpoşmanî û dudilî kirin. Fedekariya ku hat kirin li cîhanê hemû deng veda û Hêzên Koalîsyona Navdewletî jî şahidiya vê yekê kir. Di şerê xwe de bi dirûşma “Bijî Rêber Apo” bi ser ketin, jiyaneke aram bêyî tirs, tijî hezkirin û bêhnekî azad û rojekî nû pêşkêşî jin, zarok, ciwan, dapîr û bapîran kirin. Bêguman jiyanek wiha bêbedel nayê, ev şervan kezî zer û gulîmorên ku bi wan keziyên xwe hêviyên azadiyê hûnandine parçeyên canê xwe oxirî vê doz û şoreşê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi sedan şervanên gazî hene û Rêber Abdullah Ocalan wan wekî “Şehîdên nemir” binav kiriye.

YPJ dibe hedef

NATO avakarê yekemîn ê DAIŞ’ê ye, Tirkiye jî dibe deriyên derbasbûna wê ji Sûriyeyê re. NATO ava kir û dewleta tirk ew li Sûriyeyê, Iraqê û li Rojhilata Navîn bi nav û cilên cuda belav kir. DAIŞ destê rastê yê dewleta tirk e ku bi rêya wê re şerê wekaletê li Sûriyeyê hat meşandin. Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşandin. Dema ku bi pêşengtiya YPJ’ê ew destê rastê yê Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat jêkirin, hêvî û xeyalên wî li ber ba ketin, xwest tola teroristan ku cîhan xistibû nava tirsekê de û HSD’ê ew têk bir hilîne. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir dilê wî hênik nebû, vê carê berî da wan şervanên ku bi têkoşîna û lehengiya wan DAIŞ’ê têk çû. Di 11’ê sibatê de dewleta tirk a dagirker avahiya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo yê bombebaran kir. Di encamê de Fermandarên YPJ’ê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn. Dema ku van lehengan biryara têkoşîna bêdawî dan û gotin: “Yan jiyanek azad an jî mirinek bi rûmet” û vebijêrka sêyemîn nefikirîn. Bombebarana gaziyên şer tê wê wateyê ku êdî sûcên dewleta tirk û neheqiya wî gihîştiye lûtkeyê, gihîştiye wê astê ku heq û hiqûqa mirovatiyê derbas dike û nas neke. Lê ev hesab tenê ji dewleta tirk nayê xwestin hevkara wê koalîsyona navdewletî û giştî NATO berpirsê wê ne. Di wextekî de ku hêzên koalîsyona navdewletî şahidî ji berxwedana van şervanan di têkbirina DAIŞ’ê ji Kobanê heta Baxoza Dêrazorê re kir, çawa dikare qada hewayî ji dagirkerên tirk re veke ku wan xwedawendên mirovahî ji komkujî û jenosîdên pir mezin wê di serdema heyî de bihata kirin, qetil bike û tolê hilîne? Di vir de durûtiya polîtîkaya Koalîsyona Navdewletî li Rojava xwe dide pêş û şirîkatiya wî di dagirkirin û parçekirina Kurdistanê û li Sûriyeyê de zelal dike.

Qada hewayî kirine xizmeta tirkan!

Ka li polîtîka koalîsyona navdewletî dide meşandin binerin! Qada hewayî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê ji 2014’an de bikar tîne. Niha jî qada hewayî ji bo xwedawend û şervanên ku ji bo her zarokek û jinekê zirar nebînin, fermana Şengalê li Rojava pêk neyê xwe kirin qurban û fedayî, ji balafirên dewleta tirk vedike. Polîtîkayeke wiha zirav dide meşandin ku bala her kesê/î bikşîne ser dewleta tirk û sûcên ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, di bingehê xwe de koalîsyon di asta yekemîn de berpirsa van êrîşan e û divê hesab ji wê jî bê xwestin.

Cîhan deyndarê gaziyên şer e

Pêwîst e ku cîhan tev vê rûreşî û durûtiya koalîsyona navdewletî û dewleta tirk bibîne û têkeve nava hewldanê. Her wiha pêwisîte cîhan tev erka xwe ya li beramber şervanên wan ji pêşerojeke tijî xwînê parastin û xilaskirin, pêk bînin. Cîhan deyndarê gaziyên şer û hemû şervanên îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her kêliyê de li ber xwe didin û Kampa Holê a ku dibe bombeya etomî diparêzin û li hember dagirkerên tirk dibin efsane û destanan dinivîsin de ne.

Ji birînên kurdan ditirsin

Ji bo ku kurdek karibî bi kurdîtiya xwe bijî, divê tu hêvî û xeyalên xwe li gorî rewş û pêvajoya kurd têre derbas dibin birêsîne. Biqasî ku wêrek û leheng in, di şerê xwe de jî serkeftî ne. Zanyar, nivîskar û rewşenbîrên welatê ereban di gotar û nivîsên xwe de behsa wêrekiya gelê kurd û şervanên wê kiriye. Biqasî fedekariya xwe, rastî polîtîkayên qirkirinê jî hatine. Dewleta tirk di şerê ku li bajarên bakurê Kurdistanê di sala 2016’an de hatibû destpêkirin, şervanên kurd ên birîndar bi saxî şewitandin di wextekî de ku qêrîna wan gihabû heft ezmanên jor û kes bi hawara wan ve nehatin. Dewleta tirk a hemû nirxê mirovahiyê di sûcên xwe de derbas dike, dewleteke ku tirsa wê li hember hestiyên berxwedêran hebe û bi wê tirsê diçe ser goritanan û hildiweşîne, hêviya naskirina mafê mirovan wê çawa jê were kirin?

Sorxwîn û Azadî efsaneyên nemir in

Goristanên şehîdên bakurê Kurdistanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê xira kir, ev ne bes bû vê carê berê xwe da ‘şehîdên nemir’ û wan şehîd dike. Di qotîkan de hestiyên şehîdan ji dayik û bavên wan re şandin. Bêrêztiya ku li hemberî şehîdên nemir û cangoriyan tê kirin, di tu serdemê de çênebûye. Dayik li şûna keç/kurê xwe li ser milan û di darbestê de ber bi goristanê ve oxir bikin, hestiyên wê/î digire û ber bi mal ve dibe. Gaziyên şer ên ku endamên laşê xwe winda kirin, di hinavên xwe de bi hezaran hêvî ligel ewqas birîn û janan kedî dikin, bi her birînekê re sozeke nû ya domandina doza azadiyê didin. Ji bilî ax, welat, doz û serokatiya xwe hemû xewnên xwe yê din serjêkirin û careke din xewnên xwe rêsandin û wiha bi vê biryarê têkoşîna ku destpêkiribûn, domandin heta ku gihiştin asta herî pîroz û ew şehadet bi dest xistin.

Nexwestin ji vê jiyanê nav û ked bar bikin, mohra xwe li dîrokê dan û navê xwe jî tev li navên xwedawendan kirin, ew bûn Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik gaziyên şer û efsaneyên Kurdistanê bûn, wê dîrok fedayîtiya wan ji bîr neke.