7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

25 sal

Di ser wê roja reş re 25 sal derbas bûn, ne hindik e. 25 sal temenek e. Ji wê rojê heta îro çi bû, kê çi kir, kê çi got?

25 sal berê di 15’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Di vê dîlgirtinê da dewleta tirk û nîjadperestên tirk pir kêfxweş bûn pesin dan. Lê Rêberê Apo roja roj got: “Girtina min de rola tirkan tenê nobedariya min e.”

Di ser wê roja reş re 25 sal derbas bûn, ne hindik e. 25 sal temenek e. Ji wê rojê heta îro çi bû, kê çi kir, kê çi got? Plansaziya hêzên navneteweyî çi bû, çi armanc dikirin û çi bi ser xistin, herwiha kurdan bi giştî çi kir, welatparêz, rewşenbîr, rêxistin û hevalên wî çi kirin, çawa tevgeriyan?

Pêşbîniya hêzên navneteweyî ew bû ku rêxistina Rêber Apo wê di şeş mehan da belav bibe û ew ê şopgirên wî bixin bin xizmeta xwe. Rêxistinên bi navê kurdî (PDK, Kemal Burkay û hin kesayetên din) wek ku mîrateya PKK’ê ji wan re ma ketin nav hewldanan. Di nava PKK’ê de hin kesan vekirî got “ev serhildan jî qediya, êdî tiştên heyî em bixin xizmeta xwe” û xwe rêxistinkirin û vekirî di sala 2003’yan da alternatîfa Rêber Apo îlan kirin.

Her wiha hin rewşenbîr û nivîskaran gotin: “Dem dema dîplomasiyê ye, hêzên cîhanî çi bibêjin, em ê pêk bînin”.

Çepgirên welat û cîhanê jî li bendê bûn ku Rêber Apo wê berxwedaneke çors, wek a paşerojê diyar bike.

Hedefa dewleta tirk a sereke jî, bi demê re bi destê Rêber Apo rêxistinê teslîm bigire yan jî bi awayekî tune bike.

Lê çi bû? Roja despêkê gelê kurd der û dora Rêberê xwe bi xeleka ji agir dorpêç kir, zêdetîrî sed kesî agir berda bedena xwe û bi dirûşma: ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bang kir. Li ser vê bangê çar parçê Kurdistanê û hemû kurdên diasporayê daketin qadan û dan diyarkirin ku Rêbertî ne tenê Rêberê bakurê Kurdistanê ye, Rêberê asta neteweyî ye û bi vî rengî xwedî lê derketin. Bi wateyeke din ji roja destpêka plangeriya hêzên navneteweyî, kirêgir û nijadperestên kurd, ku “êdî mîrasa PKK’ê ya madî û manewî ya me ye” jî bin ket. Ya herî balkêş tu kesî hêvî nedikir ku li rojhilatê Kurdistanê gel ji 7 heta 70 salî kurmanc, soran, kelhor, lek, lor dakevin qadan û bi bawermendên olên sunî, şiî, yarsan, zerdeştî re mil bi mil bi yek dengî dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe!’ biqîrin.

Li başûrê welat gelê ku rabû ser piyan ji Rojhilat kêmtir nebû, ruhê raperîna 1991’ê li hemû qadên welat belav bûbû.

Kelî bi kelî, roj bi roj xeleka agir û hêza raperînê mezin dibû. Ev berxwedan, xwedîderketina Rêbertî naçar hişt ku hêzên komploger, hêzên dagirker ên Kurdistanê, hêzên kirêgir ên kurd û kesên di nav refên PKK’ê de demekê bêdeng bimînin, xwe paşde bikişînin û aşkera rengê xwe diyar nekin. Bêguman hin kesan di eniyê da êrîşên xwe dikirin, boqtan diavêtin Rêbertî û bizava azadiyê, lê ya girîng helwesta gel moral û hêz da gerîla û Tevgera Azadiyê.

Hêzên komploger poşmaniya xwe bi devê wezîra amerîkî ya wê demê Madlen Olbrayt gotin: ‘Me hêvî nedikir ku kurd wê ewqas bertekan nîşan bidin û xwedî li Abdullah Ocalan derkevin’.

Tirk pir kêfxweş bûn ku wan serhildana kurdan a 29’an jî têk bir û êdî ew ê Rêber Apo bi kar bînin. Bi demê re ew ê wî û rêxistina wî pûç bikin. Lê belê Rêberê Gelê Kurd bi rêya parêzerên xwe, piştre jî bi parêznameyên xwe yên ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê rêxistin komî ser hev kir, bername û paradîgmaya xwe ji nû va saz kir. Herwiha dema Rêbertî hat girtinê PKK’yek hebû, lê di nav sê salên di zindanê da bi sîstema konfedaral rêya azadiyê danî pêşiya gelan. Tasfiyekar û kesên ji şer û şoreşê şikestibûn, hêviya wan a ji welat û kurdîtiyê xilas bûbû. Bi plangeriya 1999’an di bin pêşengiya Ferhat (Osman Ocalan) û Botan (Nîzamettîn Taş) bi navê Rêbertî di bin navê civakîbûnê xwestin rêxistinê parçe bikin û bixin bin kontrola hêzên navneteweyî. Dewleta tirk û hêzên navneteweyî hêviya xwe bi vê projeya bêbext ve girêdabûn, bêguman ziyaneke cîdî dan rêxistinê. Lê tevî hemû tengezariyan Rêbertî bi parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê re ya bi navê Parastina Gelekî mudexeleya Kongra Gel a 2004 kir û xeta tasfiyekeran têk bir. Di encama vê de di Newroza 2005’an da Koma Komelên Kurdistanê (piştra veguherî KCK’ê) hat îlan kirin. Rêxistinê xwe komî ser hev kir, xwe li Kurdistanê berfireh kir û gelek saziyên din pêş xist. Yanî tirkên ku digotin: ‘Em ê Ocalan bişuxulînin’, nijadperestên kurd ên digotin: ‘Em ê mîrateya Ocalan bixin’, hêzên navneteweyî yên dihizirîn: ‘Em ê tevgera kurd bixin bin kontrola xwe û li gorî xwe bi kar bînin’, tev vala derketin. Sala 2005’an Rêbertî partiya xwe mezin kir û ji her alî ve xwe mayînde kir.

Ji 2005’an û şûnde PKK li çar parçeyên Kurdistanê bingeha civakî ya hêzên neteweyî kir alîgirê xwe, bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê cara yekê li Xorasan, loristan, soran û kurmanc gel rêxistin kir û bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ şoreşek li seranserî Îranê pêk anî. Li parçeya Kurdistanê ya herê biçûk ango li Rojava, şoreş pêk anî. Hêza tarî ya bi navê DAIŞ têk bîr û cîhan rizgar kir. Bakurê Kurdistanê bi dehan sazî û rêxistinan gelê xwe kirin xwedî vîn û îro perwerdeya demokrasiyê didin tirkan û hevsengiya siyaseta tirk diyar dikin. Ya herî girîng li başûrê Kurdistanê çemka nijadperestî û xiyanetkar pûç kir û êdî tenê li Dihokê asê hişt, gelê Başûr yekane paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo dibîne.

Dema Rêber Apo dîl ket Rêberê PKK’ê bû, roja dîl ket bû Rêberê Gelê Kurd, lê piştî 25 salan -bi paradîgmaya xwe ya modernîteya demokratîk ku alternatîfa sîstema kapîtalîst û netewdewletê ye li cîhanê hat nasîn. Ramanên wî tên xwendin û dikevin meriyetê.

Di encamê da kî kê pûç kir? Kî kê da bikaranîn? Yanî bi wateyeke din Abdullah Ocalan nayê bikaranîn, eger karibûya wê Hafiz Esad û partiya Baas wê bi ser biketa. Rêber Apo di sala 1979’an de çû Sûriye û Filistinê, Esad dibêje “Em ê Apo û kurdan li dijî tirkan bi kar bînin”. Di encamê de Rêber Apo gelê kurd rêxistin kir û di encama vê da Şoreşa Rojava çêbû.

Tirkan û hevalbendên wan jî, bi dîlgirtina Rêber Apo bi kêfxweşiyeke mezin cejn dikir û plan dikirin dema darizandinê dirêj bikin. Bi planên xapînok ên polîtîk Rêber Apo û kurdan mijûl bikin, bi demê ra rêxistinê birizînin, li hev bixin. Piştî 25 salan ka kî pûç bû, kî ji hev ket? Dewleta tirk di qada navneteweyî de êdî wek fînansorê îslama radîkal û kujer tê nasîn, di nav xwe da birçîbûn, gendelî, talan û welat firotin dihewîne. Êdî komara sekûler nîne, ber bi dewleteke teokrat ve dimeşe.

Lê Rêber Apo di van 25 salan da kurd anîn asteke ku li Rojhilata Navîn pêşengiya demokrasî, wekhevî û azadiya jin û civakê bikin. Paradîgma û bernameya rêxistina Apoyî êdî cîhanî bûye, gelek sazî û rêxistinên civakî, polîtîk li çar aliyên cîhanê li ser vê rêyê xwe saz dikin. Êdî Rêber Apo wek 25 sal berê tenê ne Serokê PKK’ê û gelê kurd e, edî pêşengê paradîgmaya azadiya jin û civaka exlaqî û polîtîk ê cîhanê ye.