4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartina 31’ê Adarê referandûm e

Demokrasî, eger rêveberiya gelan a “xwerêvebirinê” be, Kurdan di vê hêlê de gavên girîng avêtine û dikarin li bakurê Kurdistanê,  di hilbijartinên 31ê Adarê de jî gaveke dîrokî biavêjin.

Di jiyanê de tiştekî tesadufî nîne. Kurd jî mecbur in, dîroka 100 salî, bi taybetî dîroka 50 salên dawî, bi formulên matematîkî binirxînin. Hingî wê bibînin ku têkoşîna Kurdan a 50 salî, bandor li tevahiya sazî û dezgehên dîroka fermî ya netewe-dewletan kiriye.

Zanist û siyasetmedarên bi aql-i selîm nirxandinan dikin jî, dibêjin, aştiya bi Kurdan re,  wê bandorê li  Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bike. Yanî wê bandoreke erênî li şeran, kaos û krîzên cîhanê bike.

Aql-i selim, gotinek erebî ye û ji bo misilamên  ku cehd û hewldanên dilsozî dikin tê gotin. Yanî kesên bi imaneke saxlem û dilekî safî, ji bo klametên xêrê û aştiyê û wekheviya mirovani kar dikin tê gotin.

Lê misilmênî  Erdogan û zewatên li dora wî, Behçalî û çelîkên gurên boz , aql-î selîm, dilsoziya îslamî danine aliyekî û li ser kufrê û muşrikiyê, gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, (misilman û ne misilman), weke Ibn-î Haldun dibêje, bi “agirî suzan”  tune dikin.

Gelê Kurd, ligel êş û azarên mezin,  bi azwerîyek ku menendê wê li cîhanê kêm in, bi armanca cihgirtina din dîrokê û cih girtina di nava malbatên cîhanê de, têkoşiyan û şoreş kirin.

Ev şoreş, bi taybetî di aliyê hişmendî, hewngîrî, sosyolojî û wêjeyî  de ye. Wêjeya Kurd,  di aliyê hişmendî, hewngîrî û hestên mirov de  bi hêz bûye û di riya gerdûnî de rêwitiyê dike.  Felsefeya  ku Kurdan kiriye rêbaza têkoşîn û bingeha avakirina demokrasiyê  jî, bi îddîa ye. Zanyarên cîhanê jî vê felsefê weke  felsefeya dîrokî ya serdemê bi nav dikin.

Ev felsefe, hem ahenga wekheviyê, hem nîzam-rêkûpêkiya civakan esas digire. Ji ber vê jî, desthiladariyên faşîzan di nava nobetek “sara-edrê”de êrîşî gelê Kurd dikin.

Ev sendroma têkçûnê ye

Ji bo vê jî divê Kurd, bi “desturnameya şoreşê” tevbigerin. Desturnameyên şoreşan ne nivîskî jî bin, têne zanîn. Ji bo vê jî divê  hemû sazî û dezgehên dîroka fermî,  ku li ser bingeha  înkar û tunekirinê hatine avakirin, di dadgeha aqil de bikevin bin lêpirsînê û hesab bidin. Hersal pirsîna herî aqilane û bi wate, di hilbijartinan de çêdibin.

Sendoq, yanî bilbijartin, di demokrasiyan de,  nebê nabê ye. Li welatên wekî Tirkiyê, mixabin weke meşrûkirina sîstemên otorîter û kiryarên faşîzan têne dîtin.

Di 31’ê Adara 2024’an de jî,  li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên herêmî hene. Ev hilbijartin wê destînî -çarenûsa paşarojan  diyar bikin.

Yanî, hilbijartinên destnîşankirina “qederê-destiniyê”  ye û di aliyê entelektuelî de, tê wateya destnîşankirina xetê û bidestxistina  mîsyona xwerêvebirinê.

Li Tirkiyê, ji bo Kurdan her qada jiyanê hatiye qedexe kirin. Bidestxistina rêveberiyên herêmî jî, tê wateya avakirina demokrasî  û berterefkirina hemû qadên qedexe.

Em di serdemek ku bi hêz û lez tê guhertin de ne. Hêzên dagirker,  Xwedê jî kirine hevkar û hevparên kiryarên faşîzan.  Lewma pêdivî  bi têkoşînek xurt, dijwar, fereh  û pirralî heye.  Eger şoreş  bingeha serdemên mihwer û cewherî bin, divê Kurd  û Kurdistanî, demokrat û aştîxwazên li Tirkiyê,  li dijî mîratzedeyên faşîstên dewşîrme,  hilbijartinên  31ê Adarê  bikin destpêka  azadiya mutlaq û bingeha avakirina herêmên demokratîk.

Demokrasiya herêmî, ji bo gelan bask û perr in.

Hilbijartin jî, eniyeke şer e, serketin jî  tê wateya “hikmet-î hukumet”. Eger hilbijartin,  bibin  bingeha avakirina  demokrasiya herêmî wê  sosyolojiya civakan jî ji nû de were avakirin. Hilbijertin bingeh û destpêk e!..

Kurd, hem li Bakurê Kurdistanê, hem li metropolên Tirkiyeyê,  dikarin di hilbijartinên herêmî de, şivikên-îbreya serdemê biguherin.

Divê were zanîn ku; desthilatdariya AKP/MHP  û  muxalafeta bi fermanên Ergnekonê kar dikin, ji aliyekî ve planên înkar û tunekirinê dikine pratîkê, ji aliyê din ve jî palevaniya gorên komî dikin. Hemû derew, nîq, teşqele û gerênekên veşartî ku bi şahîdên nepenî,  bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û nivîskarên Kurd û ne Kurd kirine zindanan.

Pergala qeyumên xespkar û tecrîda kujerî, ne di kanûnan de, ne di nirxên mirovî  û exlakî de hene.

Li Tirkiyê sîstem tenê bûne du şext; bûne Erdogan û Bahçelî!… Wan jî siyaseta  şantaj û qumpasan, mîna serdema çalên sîyanurê,  kuştina bi siyanur û toza kimyewî  kirine pratîkê.  Du Nemrud !…

Hilbijartin xaleke bingehîn a demokrasiye;.el heq, rast e.

Lê desthilatdariya AKP/MHPê û muxalafeta el-turkîyûn, yan jî “tifaqên menfur” hilbijartinan, ji bo demokrasî, edalet û wekheviyê nakin. Ev zewat,  wajî vê, weke hêzên psîkodînamîk derketine derî “xîşka demokrasî”, civakek assosyal, enetellektuliyek  pasif, sertewandî û stuxwar derxistine holê. Karên Firavunî!..

Şer jî kirine bingeha hebûna xwe, çek jî kirine îrfan û-çand.

Van zewatan, ecdadên Ittihat û Terakî weke referans bijartine, sefalet û rezalet  anine Tirkiyeyê û Kurdistanê.

Ev zewat, bi kuştin, talan û wêraniyê mijul in, çavên xwe berdana nanê komên xelkê ku bi ked û xwedan û xwîna bidestdixin. Tenê ev!..

Bi gotina Nietsche, ev demokrasiya koletiya Firavun, Nemrud û Roma ye. Ev zewat, bi rehetî fetwa komkujiyan  didin û erdnîgariya Kurdistanê kirine gorên komî.

Mîratzedeyên dewşîrmeyên faşîst, pesnê xwe bi çekên modern ku bi montajê çodikin didin. Bazara çekan bi tenê malbatan dewlemend dike û dibine sefaleta komên xelkê.

Dewlemendiya welatan ji pere û zêren bêhtir, pirtûk, pirtûxane, zaningeh û  akademiyên zanistî ne. Mixabin li Tirkiyê zaningeh û akademî tenê xizmeta dîroka fermî dikin. Kulturên gelên li Anatolya, Kurdistan, Mazopotamya, Derya Reş û qeraxên Derya Spî inkar û talan dikin û di aşê hertina qalipkarî de dikine male ahfadî Turk. Selefkariya fikir û mêjî!…

Rayedarên Tirk, dixwazin çêkirina çekên montajî,  bikin bingeha siyaset, perwerde  û ahlakî û tirsê.  Lê nabin!

Ev yek dûrî diyalektîkê ye! Nabin bingeha pêşketinê. Aliyê nijadperestî û şer pêşdixin, hesten “ezî” yên serdetiya pifdayî, ya despotik xurt dikin. Îlisionê jî xurt dike! Hevqas!…

Çek. nabe hêviya paşorejên aram û nabe bingeha demokrasiyê. Çek, karê hêzên serdest û hegemon e. Ev çîna  talanger e. Ked, xwehdan û xwîna gelan, dewlemendiya welatan talan dikî.

Min di nivîseke xwe de gotibû, “erdnîgariya Kurdistanê ji bo mirovaniyê pîroz e.”  Ji ber ku, ji destpêka dîrokê û heta îro, bi taybetî piştî şerê yekemîn ê cîhanê û heta îro, ji hemû gelên cîhanê mirov li Kurdistanê bûne qurbanê hêzên otorîter û dagirker û li vê erdnigariyê hatine veşartin.

Erdnîgariya Kurdistanê, ji destpêka dîrokê û heta îro, bi pêxember, bi pêşengên ku parastina gelên cûda û nirxên mirovaniyê dikin, bi gelên aştîxwaz û jiyana hevreyî  diparêzin pîroz e.

Tirkiyeyê, di pêvejoyek tofanî ku ji kanên Soma û Ilica Çewligê, ji erhejên 8 bajarên bakurê  Kurdistanê, ji şerê taybet û êrîşên li dijî Bakur, Başûr, Şingal û Rojava, ji toza kimyewî  birîndar  e, û  diçe hilbijartinê.

Ji bo vê jî, ev hilbijartin giring in û li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê barekî dîrokî datîne ser milên hilbijêrên Kurd û demokratên li Tirkiyê.

Felsfeya ku me li jor, di çarçoveya aheng, wekhevî, nîzam-rêkûpêkiya civakan de anî ziman, li ser bingeha azadiyê jinê û di azadiyê jinê de azadiya civakan eses digirê ye. Ev felsefe, bîrdoza esasî û bingehîn ya Abdullah Ocalan e, gelek zanistên cîhanê jî,  vê feylezofiyê, bi taybetî femînîstên cîhanê, weke teza  rizgariya ji tofanên serdemê binav dikin.

Ev felsefe,  riya gihiştina behişta hatiye windakirin e, hilbijartin jî dikare bibe kilîda vekirina deriyê vê behişta winda.

Demokrasî, eger rêveberiya gelan a “xwerêvebirinê” be, Kurdan di vê hêlê de gavên girting avêtine û dikarin li bakurê Kurdistanê,  di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî gaveke dîrokî biavêjin.

Li cîhana modern  jî, li gelek welatan ku bi sîstema konfederal têne rêvebirin hene. Mafê perwerdehiya hemû gelan, bi zimanê dayikê heye. Kurdan jî ev sîstema maqul û demokrasiyê, li Rojava kirine pratîkê, dikarin li Bakurê Kurdistanê bikin pratîkê.