Tuesday, October 26, 2021

Analîzeke kurt li ser bûyerên dîrokî

Nivîskarê malpera Welat Mirad Bîlgîç di quncikê xwe yê vê hefteyê de cih da xîyaneta Harpagos a li dijî kurdan hatiye kirin û çîroka xiyanetê.

Nivîskar Murad Bîlgîç, bi çîroka Xiyaneta Harpagos balê dikişîne xiyaneta li kurdan hatiye kirin û dixwaze pêşengên kurd dersê ji vê çîrokê derxin.

Nivîskarê malpera Welat Murad Bîlgîç wiha ye:

Xîyaneta Harpagos

Her xiyanet ji bo rewakirina xiyanetê divê çîrokeke mafdariyê (birdoziya xwe) saz bike. Di xiyaneta Harpagos û Kîros de jî çîrokek hatiye sazkirin. Hezar car mixabin ku îro çavkaniyên kurdan jî ji xiyaneta qewimiye zêdetir xwe dispêrin çîroka wan û vê çîrokê weke agahiyên dîrokî bi kurdan re parve dikin. Ka em li rastiya vê bûyerê binerin:

Med dewleta kurdan a herî bi nav û deng e. Di pêşengiya Diyako de yekitîya eşîrên kurd saz dibe û dewleta MED’an ava dibe. Di dema keyîtiya Keyakser de dewleta Asûr a ku hêza herî mezin a Rojhilata Navîn e têk dibin û MED dibe hêza herî mezin a Rojhilata Navîn. Piştre Astiyag dibe key. Kurê Astiyag tune, qîza xwe ya bi navê Mendene daye Kombîsê persî. Ji bo pers di nav keyitiyê de pirsgirêkan dernexin û girêdayê key bin zewaceke polîtîk e. Ji Mendene û Kombîs re kurekî bi navê Kîros çêdibe lê ji ber bavê Kîros persî ye ne pêkan e ku Kîros bibe keyê dewleta MED’an.

Harpagos pismamê Astiyag e û serleşkerê artêşa Medan e. Diyar e ku çavê Harpagos li keyitiyê ye lê Astiyag weke wî nafikire. Harpagos jî Kîros jî dixwazin bibin key lê Astiyag riya keyîtiyê li herduyan jî girtiye. Li ser vê Harpagos û Kîros li hev dikin, bi xiyaneteke nav qesrê Astiyag dîl digirin û Kîros xwe key îlan dike.

Li ser vê xiyanetê Astiyag li Harpagos dizivire û vê gotina dîrokî dibêje: “Hey bênamûs! Te li min xiyanet kir. Çima tu yan jî mediyekî din (kurdekî) nebû key, we parsekê ber derê me li serê me kir key. Çima we em kirin dîlên parsêkê li ber derê me!”

Bi xiyanetekê be jî dewra Medan hatiye girtin, dewra persan dest pê kiriye lê gotina dawî ya Astiyag bal dikişîne li ser xiyanetê, diyar dike ku ew tunebe jî keyîtî mafê Medan e û mediyekî (kurdekî) divê bibe key. Bi vê gotina xwe li hemberî keyîtiya Kîros derdikeve û Harpagos bi xiyanetê li hemû mediyan kirinê tewambar dike. Heke Kîros, Harpagos û persî ji vê rewşê re çareseriyekê nebînin dibe serhildan rû bidin û persî hê li keyitiyê rûnenên ji Medyayê werin qewirandin. Divê birdoziyekê (çîrokekê) ava bikin ku xiyanetê rewa nîşan bide û van kirinan di nav mediyan de şêrîn bike. Ya herî sosret ew e ku hê jî kurd bi çîroka vê xiyanetê bawer dikin. Çîrok ev e:

Dema Mendene ducanî ye, Astiyag diçe cem remldaran ji bo pêşerojê hîn bibe. Remldar dibêjin ew ê kurekî Mendene çêbe. Dema ew mezin bû ew ê te bikuje û dawî li keyîtiya te bîne. Li ser vê Astiyag ditirse û Mendene dide girtin. Dema kurê wê çêdibe biryara kuştina wî dide. Ji bo kuştinê gazî kesê herî nêzî xwe Harpagos dike. Harpagos zarokî digire dibe malê. Hevjîna wî dipirse ku ev zarok kî ye. Harpagos dibêje kurê Mendene, neviyê Astiyag e. Astiyag ew da min ku ez wî bikujim. Hevjîna Harpagos xwe nerazî dike û dibêje: “Tu yê çawa destê xwe bikî xwîna mediyekî bêguneh. Heke tu tiştekî wiha bikî ew ê babelot bi serê me de werin. Astiyag û Mendene bav û qîz in, ew ê dawiyê li hev werin. Kurê Astiyag jî nîn in, di dawiyê de ew ê keyîtî ji Mendene re bimîne. Wê demê tu dibêjî ew ê Mendene çawa li kesê ku kurê wê kuştiye binêre. Tu niha mirovê duyemîn î di nav keyitiyê de. Lê dema keyîtî bikeve destê Mendene ew ê tevî te, malbata te û hemû kesên bi te re têkildar jî ceza bike…” Li ser vê Harpagos dibêje: “lê em çi bikin? Dibêje, tu nekuje bi yekî parsek (persî) bide kuştin. Dema rewş fetilî tu bi rihetî dikarî sond bixwî ku te nexwestiye tiştekî wiha biqewime lê çawa hêza Mendene têr nekiriye…”

Li ser vê gazî şivanekî parsek dike, Kîros didê ku bikuje. (gelo navê Kîros kî lê dike: şivan, Mendene an yekî din.) şivan lawikî digire, dibe malê. Ew şev kurekî şivan jî çêdibe lê di dema welidînê de dimire. Jina şivan dibêje ez nahêlim tu Kîros bikujî. Xwedê ew ji me re şandiye. Em ê lawikê xwe yê mirî û wî bi hev biguherînin. Werhesil lawikê mirî weke Kîros nîşan didin û Kîros jî weke kurê xwe mezin dikin. Kîros piştî ku hinekî mezin dibe, bi xisletên xwe yên asîl û qenc pêşengtî ji zarokan re dike. Rojekê lîstika keyîtiyê dilîzin. Di lîstikê de Kîros weke key hildibjêrin. Kîros weke keyekî ferman dide zarokan, lê zarokekî arîstokratê medî fermana wî pêk nayne.(gelo zarokên aristokrat û kurê şivan li ku derê van lîstikan dilîzin.) Li ser vê Kîros wî ceza dike. Piştî cezakirinê zarok ji halketî diçe malê. Bavê wî jê dipirse ev çi hal e? Zarok rewşê dibêje. Bavê zarok xwe nerazî dike. Dertê hemberî Astiyag û gazincên xwe tîne ziman: “Ev çi hal e! Di keyîtiya te de kurê şivanekî parsek çawa zarokê me ceza dike, em vê qebûl nakin…”

Astiyag ferman dide ku kurê şivan bînin. Kîros dertê hizûra key. Jîrîtî û jêhatîbûna wî bala key dikişîne. Key li rû, rûçik û kilafetê wî dinêre naşibe persiyan. Werhasil dertê holê ku ev zarokê Mendene ye. Mendene pir kêfxweş dibe ku Kîros nemiriye, xwe davê pêyên bavê xwe ku wî bibexşîne. Astiyag ji Harpagos dipirse: “Ka te got min ew bi destê xwe kuştiye, wê demê ev kî ye?..”

Astiyag Kîros efû dike, Mendene û bavê xwe li hev tên. Hemû kes ji encamê pir kêfxweş in, lê di heman demê de Astiyag hêrs bûye, ji ber Harpagos fermana wî pêk naniye. Astiyag li ser şerefa neviyê xwe xwarinek amade dike û gazî hemû kesên têkildar dike. Kurê Harpagos dide kuştin û xwarina Harpagos ji goştê kurê wî dide çêkirin. Piştî Harpagos xwarina xwe diqedîne, serê kurê wî di tepsiye de jê re tîne û dibêje te hemû xwar ev ji ber te ma…(ev çawa bû, piriya aciz bûye goştê kurê wî pê dide xwarin, lê hê jî serleşker e û kesê duyemîn e. Heke ewqas aciz bûbe divê ji peywirê jî neyê girtin!)

Dema em li vê çîrokê dinêrin, Astiyag weke zalim, zilimkar û kesayetekî ku dikare hemû xerabiyan bike, tê pêşkêşkirin.

Kîros weke kesekî beriya were dinê ji hêla Ahûra Mazda ve hatiye hilbijartin, bi zîrekî û jêhatîbûna xwe, çi xerabî lê were kirin jî di encamê de keyîtî di qedera wî de heye tê pêşkêşkirin.

Harpagos weke kesekî dilsoz tê pênasekirin. Tenê naxwaze destên wî di nav xwîna mediyên bêguneh de be. Ji ber vê neheqiyeke sosret tê serê wî.

Encam: Ji xiyaneta hatiye kirin re bingeheke birdozî tê amadekirin. Xiyanetê weke mafekî rewa peşkeş dikin. Lê kurd bi vê xiyanetê di dema xwe ya herî bi hêz de winda dikin, bi sed salan li axa xwe weke dîlê miletekî din dijîn.

Îro jî xiyaneta Harpagos û Kîrosên hemdem di meriyetê de ye û ji bo xiyaneta xwe rewa bikin çîrokan saz dikin. Êdî em dest ji çîrokan berdin û li bûyerên diqewimin binêrin. Bi dijmin re li xwişk û birayên xwe xistin, xiyanet e. Kî bi dijmin re li xwişk û birayên xwe bixe jî xayîn e. Ji bo li ser axa xwe em careke din jî bi sed salan nebin bindest û dîlê gelekî din, bêyî ku em bidin dû çîrokan divê bi hemû hêza xwe li hemberî vê xiyanetê em rawestin.