3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Anîsa Caferîmêhr : Kurdan neçarî fêrbûna farisî dikin

Zimanzan Anîsa Caferîmêhr li ser rewşa zimanê kurdî ya li rojhilatê Kurdistanê nirxandin kir. Anîsa Jafarîmahr anî ziman ku li rojhilat sîstema yek zimanî bi rêve diçe û wiha got: “Ev tenê ji bo zimanê kurdî nîne. Ji xeynî zimanê farisî zimanê din jî li Îranê hene. Ev zimanê din di xeteriyê de ne. Zimanê kurdî jî niha di rewşek ne baş de ye. Zimanê kurdî li rojhilat xwedî perwerde nîne. Perwerdehiya zimanê kurdî nayê dayîn. Ku zimanek xwedî perwerde û mediya nebe, bêguman dikeve rewşek xetere. Çalakiyên zêde li ser wê mijarê hatin kirin. Bi dehan çalakvan hatin binçawkirin û girtin. An jî cezayekî pir giran dan wan. Lê em di nav sîstemekê de ne ku ev sîstem bi xwe zimanê dayîk tune dike.  Bandora sîstemê jî çalakiya zêdetire. Niha zimanê kurdî di rewşek herî nebaş de ye. Zimanê kurdî xwedî zaraveyên cûda cûda ye û rewşa her yek ji zaraweyên kurdî jî li Rojhilat cûda ye.”

‘Li Rojhilat perwerdehiya kurdî qedexe ye’

Anîsa Caferîmêhr destnîşan kir ku li Rojhilat perwerdehiya zimanê kurdî qedexe ye û wiha axivî. “Ji bo mînak di zanîngeha kurdistanê (Sine) de bi zimanê kurdî perwerde tê dayîn, lê nayê wê wateyê ku bi zimanê kurdî li Rojhilat perwerde tê dayin. Ji bo mînak li zanîngehê di asta lîsansê beşa edebiyatê kurdî de êdî çi bê perwerdekirin yanî di asta zanîngehê de her salê nêzî 40 kes tê perwerdekirin. Lê daxwaza me ji bo gişt zarokên Kurdistanê û di asta destpeke de zimanê kurdî bê perwerde kirin.”

‘Siyaseta ku dixwaze kurdî biçûk bike serdest e’

Anîsa Caferîmêhr bal kişan ser siyaseta Îranê ya li dijî zimanên cuda û wiha berdewam kir: “Birastî zimanê kurdî li Rojhilat qedexe ye. Ji ber ku xwedî perwerde û mediyayeke serbixwe nînê. En ku hene jî bi dewlet û siyaseta desthilatdar ve girêdayî ne. Siyasetek ku dixwaze ev ziman biçûk bike.”

Zarokên nikaribe bi farisî biaxive nikare derbasî pergala Îranê bibe

Asîna, li ser astengiyên li peş kurdî jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Dema em dibêjîn qedexe, wekî mînak me dît ku zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê demekê axavtin qedexe bû. Lê li Rojhilat ne wisa bû. Minak hêj axaftina di malbatê de nehatiye qedexekirin. Lê em nikarin bêjîn qedexe nebûye . Ji ber ku zarokên heya temenê 5 salî zimanê farisî nizabibe û nikaribe bi zimanê farsî biaxive, nikare derbasî pergala yek zimanî yê Îranê bibe. Ev bi xwe qedexekirina ziman a bi şevazekî din. Hewce nake bi awayekî resmî bêjin nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Wisa  dikin ku malbat mecbûr dibe bi zimanê xwe neaxive. Mecbûr dibin ku zimanê farsî hînî zarokê xwe bikin. Zimanê kurdî bi rastî li Rojhilat jî qedexeye. Em li dibistanê nikaribûn bi zimanê xwe biaxivîn. Em dikaribûn tenê bi farsî biaxivin. Kurd li zanîngeh, debistan û cihên resmî yên din nikarin bi zimanê xwe biaxivin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê