spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevkariya PDK û AKP’ê li ser çi esasî pêş dikeve?

Di demên dawî de dîplomasiya di navbera PDK û hikûmeta AKP-MHP’ê de zêde balê dikişîne. Bi taybetî çi cara ku di navbera AKP û malbata Barzanî de hevdîtin tê kirin, li dijî kurdan êrîşên hewayî pêk tên. Têkildarî dîplomasî û peymanên tên îmzekirin de rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Erdogan Altan analîzek nivîsand. Analîza Erdogan Altan wiha ye:

“Senaryoyên şerê Ûkraynayê, bandor li hesabên desthilatê yên Iraqê dike. Ji bo ku destûr ji NATO’yê bigire Tirkiye komên paramîlîter ên di bin kontrola xwe de bi kar tîne û di ser malbata Barzanî de çav berdaye gaz û sotemeniya Herêma Kurdsitanê û Qendîlê.

Planên “dagirkirina” Ûkraynayê ku ji aliyê Amerîka û Rêxistina Peymanê Atlantîka Bakur (NATO) ve hatiye destpêkirin, rojeva Rojhilata Navîn ku heman aktor têde cih digirin jî diyar dike. Li Ûkraynayê dengê şer bilind dibe û dewletên rewşparêz ên herêmê aliyên xwe diyar dikin. Li herêmê trafîkeke zêde ya dîplomasiyê pêk tê û Tirkiye jî ji bo ji encamên pêkan ên derkevin holê sûdê bigire ket tevgerê. Hevdîtinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên demên dawîn bi rayedarên Qatar, Ûkrayna, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Iraq û Herêma Kurdistanê re û hevdîtinên Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ên bi îstixbarata rejîma Sûriyeyê re di vê çarçoveyê de tên nirxandin.

Tirkiye û malbata Barzanî amadekariya çi dikin?

Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, piştî têkçûna şerê 23’ê nîsana 2021’an e li Metîna, Avaşîn û Zapê, li Şirnexê bi fermandarên ku di vê operasyponê de cih girtin re civîya û piştre jî li bajarê Duhokê bi endamên Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Wezareta Pêşmergeyan û Waliyê Duhokê re civîya. Piştî Akar, Wezîrê Karên Derve Meclûd Çavûşoglû bi rêveberiya PDK’ê re civiya. Herî dawî jî Erdogan li Enqerê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Di van hevdîtinan de li ser derbaskirina qrîza leşkerî ya li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê û destpêkirina operasyoneke mezintir hatiye rawestandin. Tê gotin ku amadekariya êrişeke berfirehtir a li dijî Qendîlê jî di van hevdîtinan de hatiye axaftin. Hat diyarkirin ku van hevdîtina ji bo tevlîkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê ya van êrişên ku amadekariyên wan tên kirin hatine kirin.

Tirkiye plan dike ku 500 endamên El Nusra bişîne Ukraynayê

Ji bo destpêkirina planê Tirkiye li benda destûra bloqa rojava ya bi pêşengiya Amerîka ye. Ji bo vê amadekarî dike ku hêzê bişîne Herêma Donbassê ya Ûkraynayê. Li gorî agahiyan; di nav du hefteyan de Tirkiye amadekarî dike ku li Efrînê komeke paramîlîter a ji 500 endamên El-Nûsra û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) pêk tê ji bo şerê li dijî Rûsyayê bişîne herêma Dobassê. Heta tê gotin ku ji serokên El Nûsrayê Ebû Beşîr Errawî ku organîzasyona şandin komên paramîlîter dike, li ser daxwaza Tirkiyeyê komeke SMO’yê ji 150 kesên ku li Kîlîsê hatine sekinandin û amadekariya wan hatiye kirin şandiye Ûkraynayê.

Peymanên bi Îran û Rûsyayê re bi dawî bûn

Rûsya ku agahî girtiye Tirkiye li dijî wê komên paramîlîter şandiye Ûkraynayê, ji Îranê ku li Sûriyeyê hevkarê wê ye û li Iraqê bandora wê li ser rêveberiya navendî heye xwestiye ku dosyayên firotina gaz û sotemeniya difiroşe Tirkiyeyê ji refan daxîne. Biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku firotina serbixwe ya gaz û sotemeniya Herêma Kurdistanê qedexe kir, dibe ku plana Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê taloq bike ango ji holê rake. Lê rexmî hemû cezayên ku dadgeh bide jî dibe ku Tirkiye plana xwe ya êrişê bi aweyekî serkeftî pêk bîne û qrîza gaz û sotemeniyê bi ser rafîneyên xwe yên li herêmê derbas bike. Peymanên gaz û sotemeniyê yên Tirkiyeyê yên bi Rûsya, Îran û Azerbeycanê re di dawiya sala 2021’an de bi dawî bûn. Tenê peymana bi Azerbeycanê re hat nûkirin. Li gorî pisporan; bi peymanên ku bên nûkirin re dibe ku Tirkiye xerkirina xwe ya gaza sirûştî ji sedî 30 heta 35’an zêde bike, heke peyman neyên nûkirin û alternatîfan nebîne, qrîzeke mezin li benda Tirkiyeyê ye. Tê diyar kirin ku ji bo Tirkiyeyê gaza herî guncav a alternatîf gaza Herêma Kurdistanê ye. Heke ev bibe wê Tirkiye li gorî gaza Îranê gaza Herêma Kurdistanê ji sedî 23 kêmtir bigire.

AKP-MHP ji bo tunekirina PKK’ê piştgiriyê ji PDK’ê digire

Desthilata AKP-MHP’ê ku di çarçoveya konsepta îmhakirinê ya li dijî kurdan de êrişên xwe yên li dijî herêmê didomîne û armanca dike ku “PKK’ê hi herêmê paqij bike”, di vê planê de piştgiriya PDK’ê û malbata Barzanî jî digire. Tê gotin ku Serokê Gİştî yê PDK’ê Mesût Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Hilbijartinên Serokkomariya Iraqê piştgirî didin Tirkiyeyê.

Di çarçoveya van plansaziyan de ji sedî 60 refîne û bîrên gazê yên li Herêma Kurdistanê li qada “Kesk” a di bin kontrola YNK’ê de ne, ji sedî 40 jî li qada “zer” a di bin kontrola PDK’ê de ne. Ji refîneyên gaze yên Kormor, Çemçemal, Miran û Pelkane yên li qada “Kesk” salê 17 trilyon û 246 milyar kupên fît tên derxistin û refîneyên fazê yên Binêbawê, Xormalê, Şêxan û Pîrmam ên li qada “Zer” jî salê 11 trilyon 160 milyar kupên fît tên derxistin.”