În, Gulan 14, 2021

Antîgonî ji weşanên Avestayê derket

Pirtûka Antîgonî ku nivîskarê wê Sofoklîs e, ji aliyê Tahirxan Giravî ve ji zimanê yewnanî hatiye wergerandin, ji weşanên Avestayê derket. Ev pirtûk trajediyeke ji klasîkên Yewnanistanê ye ku beriya 2 hezar 500 salî li Yewnanistana kevin hatiye jiyîn. Pirtûk ji 112 rûpelan pêk tê. Avestayê bi van gotinan danasîna pirtûkê kiriye û li ser berga wê bi cih kiriye:

Te xêr e? Xuya ye derdekî te heye, ka bêje! Erê, qey tu nizanî Kreon ferman daye ku ji her du birayên me yekî bispêrin axê û yê din nespêrin. Weku dibêjin, Eteoklîs bi dadwerî, li gor rê û resmê olî bi nirxên şahdetiya ku şehîdan dikevin binax kiriye da ku birûmetî û serbilindî here welatê miriyan. Lê ferman daye ku tu kes termê Polînîkîsî ku bi birînên xedar bêcan mayî nesipêre axê û jê re şînê negire!

Mîna kelaxekî mirdar ser rûyê erdê bêgor bimîne, bibe nûşî canê teyr û tûrên, seg û gurên dirinde ku çavbirçî û har ji sibê heya êvarê li xwarinê digerin.” Axaftina navbera du xwişkan, Ismînî dipirse û Antîgonî dilê xwe vedike.

Ev tragedyaya ku 2 hezar 500 sal berê li Yewnana Antîk hatiye nivîsandin, vêga li Kurdistanê, welatê miriyên bêserûşûn konê xwe vedide. Kurdiya Antîgonî îthaf e ji Dayikên Şemiyê û wan miriyên bêkêl û gor re. STENBOL

Naveroka berêPehîzok û heyranokan şîn girêdaye
Naveroka ya piştî vêTiştanok (mamik)

spot_img