13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqûbeta lîstikvana îranî Taraneh Alîdoostî nayê zanîn

Hat hînbûn ku lîstikvana îranî Taraneh Alîdoostî ya ku li dijî ferzkirina hîcabê wêneyên xwe yên bêhîcab parve kiribû, di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.

Serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî di 16’ê îlonê de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkiribûn berdewam dikin. Jinên ku li kolanan ji bo guhertina rejîma Îranê li ber xwe didin di nav berxwedanê de wêneyên bêhicab yên ku rejîma Îranê li wan ferzdike, parve dikin.

Lîstikvana îranî Taraneh Alîdoostî ku yek ji çalakgera li dijî rejîma Îranê ye û ferzkirina hicabê red dike. Alîdoostî piştî jinên lîstîkvan yên ku ji ber wêneyên xwe yên bêhicab parve kirine hatin girtin wêneyên xwe yên bêhîcab  bi dovîza ku li ser Jin, Jiyan, Azadî dinivîse li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiribû û gotibû ‘Ez li vir bimînin û dev ji kar berdidim. Ez ê li gel malbatên girtiyan û şehîdan bim. Ez ê ji bo welatê xwe têbikoşim. Ji bo mafên xwe bi dest bixim çi berdêl hewce bike ez ê bidim û ez ji pêşeroja ku em bi hev re avadikin pir bawer im’.

Taraneh Alîdoostî  ku di meha mijdarê de wêneyê xwe parve kiribû di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Derhêner û çêkera belgefîlman Mîna Ekberî, serdegirtina mala Taraneh Alîdoostî û pêvajoya binçavkirinê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir û wiha got: “Nayê zanîn Taraneh Alidoostî birine kuderê. Derket holê ku piştî ku lîstikvan hatiye girtin, nivîsên li ser hesabên medyaya dîjîtal ên lîstikvan hatine jêbirin. Ji bilî postên wêneyên dijî hicabê yên Taraneh Alîdoostî, peyamên wê yên li dijî îdamê jî hatine jêbirin.”