28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PENa Kurd xelata rûmetê da 4 rewşenbîr û nivîskaran

PENa Kurd, li bajarê Stockholmê xelata rûmetê da çar rewşenbîr û kedkarên wêjeya kurdî ku du kes ji wan bi eslê xwe biyanî ne.

Li paytexta Swêd Stockholmê, roja şemiyê li Pirtûkxaneya Kurdî civîneke taybet hebû. Komek rewşenbîr, dildarên wêje û helbesta kurdî, nivîskar û helbestvan ji bo dabeşkirina xelata rûmetê li çar kesan, li hev kom bûn û xelat belav kirin. Axaftina vekirina civînê Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan kir û ev tişt got: “Armanca me ew e ku em rêzê ji wan kesan re bigirin ku li çand û wêjeya kurdî  xwedî derketine. Kesên navborî di nava xebatên wêjeya kurdî de xwedî  kedeke mezin û nirxdar in. Bi taybetî ji bo azadkirina rewşenbîr û nivîskarên girtî pir kar kirine . Heta roja îro jî her du kesên biyanî jî xwedî erkên watedar in.”

Piştî Fîdan her du rewşenbîr û nivîskarên biyanî ku di nava civata rewşenbîrî û wêjenasên zimanê kurdî de têne naskirin Eugene Schoulgin (81-norwêçî-nivîskar, arkolog, çalakgerê azadiya ramanê) û Terry Carlbom (85-înglîz-pisporê zanista siyasî) û her wiha rewşenbîr, nivîskar û helbestvan Refîq Sabir (Ji başûrê Kurdistanê) û Mihemed Emîn Bozarslan hatin xelat kirin. Her du xelatgirên rûmetê yên biyanî derketin pêşberî beşdaran û beriya ku dest bi axaftinên xwe bikin, li ser jiyan û xebatên wan bi awayeke berfireh agahî hatin dayîn. Her du xelatgiran jî kefxweşiya xwe ji bo wergirtina xelata rûmetê diyar kirin û li ser rewş û girîngiya ziman nêrînên xwe anîn ziman.

Eugene Schoulgin û Terry Carlbom ku salên dirêjin di nava xebatên saziya PENa Kurd de cih digrin, bi taybetî ji bo azadkirina rewşenbîr û nivîskarên girtî pir xebatên mezin kirine û heya îro jî her du jî xwedî erkên watedar in. Piştî hin pirs û bersivan xelatên xwe yên rûmetê ji hêla endamên PENa Kurd ve wergirtin.

Di berdewama civînê de Bêrîvan Doskî li ser xebatên girîng ên PENa Kurd şîrove axaftin kir û li ser girîngiya saziyeke bi vî avayî nêrînên xwe anîn ziman. Dû re li ser jiyan, kar û xebatên rewşenbîr û helbestvanê navdar ê kurd Refîq Sabir ji beşdaran re agehî hate dayîn û paşê Refîq Sabir nêrînên xwe anîn ziman û ev tişt gotin: “Lazime her kes bizanibe, eger zimanê me yê kurdî têk biçe, tu ferqa me ji fars, ereb, tirk an biyaniyek namîne. Ji ber ku ziman, hebûna me ye. Helbest me bi hezkirin, xweşikî, bedewbûn û me fêrî xweşî û jiyanê dike.”

Piştî axaftina xwe Refîq Sabir xelata xwe ya rûmetê ji dest nûnerên saziya PENa Kurd wergirt û kêfxweşiya xwe bi van gotinan anîn ziman: “Dayîna xelateke wisa ji bo min şanazî ye û ev xelat ji bo nirxdayîna wêjeya kurdî pir watedar dibînim.”

Ji ber ku tev lî civînê nebû xelata Mihemed Emîn Bozarslan jî kesê ku nûnertiya wî dikir wergirt.

Piştî axaftin û belavkirina xelatan, gelek helbestvan û dildarên wêjeya kurdî helbest xwendin û çend stranên gelêrî gotin û civîn bi dawî bû.