5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

26 sal berê ji muzîka kurdî xatir xwest!

Hunermenda kurd Eyşe Şan di sala 1996’an de di rojeke mîna îro de jiyana xwe ji dest da.

Hunermenda kurd Eyşe Şan ku gelê navên mîna “Keybanûya Bêtac”, “Eyşana Kurd”, “Eyşe Xan”, “Eyşana Osman”, “Eyşana Elî” lê kiribû di 18’ê kanuna 1996’an de jiyana xwe ji dest da. Di ser mirina Eyşe Şan de 26 sal derbas bûn.

Eyşe Şan, di sala 1938’an de li Amedê ji dayik bû. Stran û dengbêjî di temenê zarokatiyê de gelek bala Şanê dikişînin. Şan, bi xwestina bavê xwe di sala 1958’an de zewicî, ji vê zewacê keçeke wê çêbû û piştî demekê dest ji hevjînê xwe berda. Şan, piştre dest bi gotina stranan kir, plaqên kurdî û tirkî tije kir. Di vê demê de keça Şanê jiyana xwe ji dest da.  Ji ber stranên kurdî bi gelek zextan re rûbirû ma û di sala 1972’yan de sirgûnî Almanyayê hate kirin.

Şan, di sala 1979’an de çû Bexdayê û di Radyoya Bexdayê de Mihemed Arif Cîzrawî, Hesen Cizrawî, Tehsîn Taha, Meryem Xan, Îsa Berwarî û gelek dengbêj û hunermendêm din nas kir, di nava wan de pir hate hezkirin. Piştî demekê li vir ma, xwest ku vegere Amedê lê belê ji ber astengiya xizmên xwe nikaribû vê xwesteka xwe pêk bîne. Şan, di 18’ê kanûna 1996’an de li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Eyşe Şan xwestibû ku cenazeyê wê li Amedê were veşartin lê belê ev daxwaza wê jî pêk nehat.

Şan, bi xebatên xwe û sekna xwe ya li dijî serdestiya mêr li ber xwe da û wek dengbêjeke navdar di nava dengbêjên jin ên kurd de cihê xwe girt.