6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Agiriyê li şûna xwedî bike dikuje

Li Stargeha Sewalan a Şaredariya Agiriyê hejmareke zêde kûçik kuştî an jî mirî hatin dîtin.

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan heta salên dawîn jî wêne û dîmenên wî yên bi sewalan re tunebûn, beriya demekê bi armanca ku deng ji sewalhezan bigire wêne û dimenên “hezkirina” xwe ya sewalan kişandibû û bi çapameniya alîgir re parve kiribû. Di van dîmenan de Erdogan bi hevjîna xwe Emîne Erdogan re ji kûçik û pisîkan hez dikir. Lê şaredariyên ku ji hêla partiya Erdogan AKP’ê ve tên birêvebirin rûyê rasteqîn ê Erdogan û partiya wî ya dijberî ekolojî û sewalan radixin ber çavan.

Komeleya Parastina Sewalan a Patî ku der barê sewalên kuçeyan de xebat dimeşîne, li Agiriyê serdana Stargeha Sewalan a  Şaredariya Agiriyê kir û wêne û dîmenên serdana xwe li ser hesabê xwe yê medya sanal par ve kir. Komeleyê, parvekirina xwe de bi van gotinan bertek nîşanî rewşa li stargehê da: “Me li kuçeyên Agiriyê kûçik nedît. Ka binêrin ew kûçik li kuderê derketin holê!”

Di dîmenan de tê dîtin ku stargeh di rewşeke gelek xerab de ye û gelek kûçik lê hatine kuştin. Kûçikên sax jî ji ber ku birçî ne rewşê wan ne baş in. Xebatkarên stargehê hejmareke zêde kûçikên ku kuştine yan jî ji ber şertên ne baş ên stargehê mirine kirine poşetan û avêtine konteynirên çopê.

Di meha mijdarê de li Konyayê jî dîmenên bi vî rengî derketibûn holê. Li stargeheke sewalana a Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê, xebatkarên stargehê bi bêrê kûçikan kuştibûn û dîmenên wan ên van kêliyan derketibûn holê.