17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ’ê 8 polîsên Iraqê kuştin

Li bajarokê Riyazî yê Kerkûkê, di wesayîta polîsên Iraqê de teqîn pêk hat û 8 polîs jiyana xwe ji dest dan û du polîs jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeke ku Rojnews’ê derbas kiriye, di saetên serê sibehê de li gundê Sefreî yê bajarokê Riyazî yê Kerkûkê, dema derbasbûna wesayîta polîsên Iraqê mayînek teqiyaye. Di teqînê de 8 polîsên Iraqê jiyana xwe ji dest dane û du polîs jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku piştî teqînê di navbera çeteyên DAIŞ û polîsên Iraqê deşer derketiye û di şer de çeteyek DAIŞ’ê hatiye kuştin.

Piştî teqînê hêzên Iraqê gihîştin cihê bûyerê.