6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tûnûsê gel hilbijartinê boykot kir

Li gorî daneyên ne fermî, li Tûnûsê gel hilbijartinê boykot kiriye û tenê ji sedî 8,8 gel çûye ser sindoqan.

Li Tûnûsê, ji bo hilbijartina endamên parlamentoyê ku ji 161 kursiyan pêk tê duh hilbijartina pêşwext pêk hat. Li welêt 9 milyon û 136 hezar û 502 hilbijêr hene. Ji 7 herêmên hilbijartinê yên welêt tu serlêdan nehatin kirin û li 10 herêman jî ji her herêmê tenê yek kes ji bo parlamenteriyê serlêdan kir.

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe Farûk Buasker, piştî bidawîbûna dengdayînê, daxuyanî da û got ku li gorî daneyên nefermî, tenê ji sedî 8,8 gel çûye ser sindoqan û deng daye.

Pêşengê Eniya Rizgariya Neteweyî ya Tunusê Necîp Eş-Şabî jî got ku ji sedî 92’yê gel neçûye ser sindoqan û ev yek nîşaneya nebaweriya wan a ji rêveberiya Serokkomar Kays Saîd e.