27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAÎŞ xwe bi zekatê bi rêxistin dike û zarokan dide zewicandin

Berdevkê HSD’ê Ferhad Şamî, diyar kir ku DAÎŞ xwe bi zekatê careke din bi rêxistin dike û ji bo zêdekirina hejmara xwe li Kampa Holê zarokan dide zewicandin û niha li kampê tevî ku zilam tune ne jî zarokên 2 salî hene.  

Dewleta tirk bi hinceta teqîna li Stenbolê şeva 19’ê mijdarê li dijî Bakkur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke hewayî da destpêkirin. Ev êrîşa dewleta tirk her çiqas hatibe sistkirin jî hê berdewam dike. Di vê êrîşa xwe de dewleta tirk êrîşî Kampa Holê û zindana li Qamişloyê jî kir. Di êrîşa Kampa Holê de 8 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dan û hin çeteyên DAÎŞ’ê ji kampê reviyan. Piştre ev çeteyên ku reviyan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

Iraq, Sûriye, Ozbekistan, Azerbaycan, Tirkiye, Tirkmenistan, Kirgizistan, Çeçenistan, Tirkistan a Rojhilat, Endonezya, Rûsya, Elmanya, Belçîka, Norwêc, Hollanda, Fînlandiya, Misir, Fas, Cezayîr û Tûnis jî di nav de ji 60 welatên cuda derdora 65 hezar kesên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê li Kampa Holê dimînin.

Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya hêzên HSD, YPG û YPJ’ê di 28’ê adara 2021’an de li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê bi navê ‘Operasyona Ewlekariyê û Mirovî’ li kampê operasyonek hatibû destpêkirin. Di encama vê operasyonê de bi dehan şaneyên DAÎŞ’ê hatin têkbirin, serçeteyên DAÎŞ’ê jî di nav de nêzî 300 çete hatibûn girtin.

Herî kêm 44 çete hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 25’ê tebaxa 2022’an de ragihandibû ku ji bo rizgariya ji gefên DAÎŞ’ê yên li ser Kampa Holê, wan dest bi qonaxa duyemîn a ‘Operasyona Ewlekariyê û Mirovî’ kirine. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, diyar kiribû ku Kampa Holê veguheriye navenda şane û malbatên DAÎŞ’ê û agahî dabû ku li kampê îsal 43 êrîşên terorîstî hatine kirin, 14 jin û zarok jî di nav de 44 kes hatine kuştin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 65 hezar çeteyên DAÎŞ’ê 12 hezar jê li zindanan girtî ne. Berpirsê Çapemeniyê yê HSD’ê Ferhad Şamî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîn û bersiv da pirsên ANF’ê yên der barê mijarê de. Pirsên ANF’ê û bersivên Şamî wiha ne:

Li Kampa holê û zindanên ku DAÎŞ’î lê ne, rewş çawa ye?

DAÎŞ niha dixwaze li herêma me hin firsendan bi kar bîne. Bi taybetî piştî kuştina serçeteyan û derbên giran ên xwarin, ji bo karibin xwe li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq û gelek herêman ispat bike, çalakiyên tolhildanên li dar dixin. Li herêmê gelek dosya hene ku DAÎŞ dixwaze sûdê jê werbigire. Niha nêzî 600 çolên Sûriyeyê di destê DAÎŞ’ê de ne û li van çolan jî liv û tevgera çeteyan gelekî zêde ye. Li Hûms, Suveyda, Dera, Dêrazor, Hama û sînorê Iraqê -ji van deveran re çola Sûriyeyê tê gotin- liv û tevger di asta herî bilind de ye û her roj dixwaze deverên cuda bi dest bixin. Gundan dagir dikin, her wiha berê xwe didin bajarokan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi taybetî li Dêrazor, carna jî li Reqa û başûrê Hesekê zextê li xelkê herêmê dikin.

Bi zekatê perê kom dikin

Bi rêya hucreyan nîvê şevê tevdigerin, di bin navê zekatê de pereyan kom dikin, lê belê van pereyan ji bo jinûve birêxistinkirinê bi kar tînin. Ji bo çalakiyan pêwîstî bi pere û cebilxaneyê heye, pereyên hatine komkirin jî ne kêm in. Civak dibe ku pereyên têne komkirin weke meseleyeke biçûk bibîne, lê belê DAÎŞ ji bo bikaribe xwe ji nû ve bi rêxistin bike li Sûriye û Iraqê di bin navê zekatê de pereyan kom dike. Bêguman hin dewlet jî li pişt wan in, ji derve jî gelek pere jê re tên, ji bo fînanskirina navxweyî jî van rêbazan bi kar tînin. Li gorî agahiyên îstîxbaratî yên di pêvajoya Baxozê de gihîştin ber destê me 20 hezar çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî winda ne. Çeteyên biyanî yên tevlî DAÎŞ’ê bûbûn 46 hezar çete bûn. Ji van 26 hezar hatin kuştin an jî hatin girtin, 20 hezar kes jî niha winda ne. DAÎŞ’ê bi taybetî di şerê Mûsil û Rqayê de kadroyên xwe yên esasî revand. Ev kadro jî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne bi cih kir. Gelek çeteyên weke Ebû Bekir Bagdadî birin van herêman. Li gorî tespîtên me, li herêmên dagirkirî 50 serçeteyên DAÎŞ’ê hene. Her wiha bi hezaran çete jî hene ku me ev agahî bi hêzên koalîsyonê re jî parve kirine.

Êrîş yekser li ser Kampa Holê û zindanan hate kirin. Metirsiyeke çawa rû da?

Dawiya dawî DAÎŞ dixwaze êrîşên dewleta tirk careke din bi kar bîne û bi ser xwe ve were. Têkildarî zindanên ku DAÎŞ’î lê ne û Kampa Holê gelek agahiyên bi vî rengî hene. Meha çileyê êrîş li ser zindana li Hesekê hate kirin. Di nava êrîşên plankirî de tenê yek ji wan bû. Ji ber ku li herêmê şaneyên wan ên veşartî hene û her roj em li dijî wan çalakiyan dikin. Ji DAÎŞ’ê re fermandar û serkêş lazim e. Ev fermandar jî halê hazir li zindanan e. Bi revandina van dixwazin rêxistiniya xwe berfireh bikin. Qadên wan ên îdeolojîk jî li Kampa Holê ne. Kampa Holê niha bi du beşan e. Yek jê leşkerî ya duyemîn jî îdeolojîk e. Di Pêngava Ewlekariyê û Mirovî de ku me herî dawî pêk anî, ev yek eşkere bû. Li beşa perwerdeyê ya kampê çek tune bû, bi temamî perwerdeya îdeolojîk dihate dayin, lê belê li beşa din me malzemeyên leşkerî dîtin. Yanî DAÎŞ li Kampa Holê ji 2 baskan ve rêxistiniya xwe ji nû ve ava dike. Van mehên dawî li beşên koçber lê ne zarokên 2 salî derketin holê. Heta niha li çapemeniyê nehatin weşandin, lê belê dema bê wê dîmen werin weşandin. Çi karê van pitikan li beşa koçberan heye? Ji ber ku li vê beşa ku koçber lê ne mêr nînin. Diyar e ku zarok jî têne zewicandin. Bi zewicandina zarokên 12-13 salî dixwazin xwe zêde bikin. Ji ber ku hêzên me yên ewlekariyê kesên di vî temenî de ji beşa koçberan derdixînin.

Di 20 rojî de 8 êrîş kirin

Li herêmê bêguman gelek çeteyên DAÎŞ’ê hene. Li zindanan û kampê heta niha 65 hezar DAÎŞ’î hene. Ji wan 12 hezar tenê li zindanan e. Ji bilî Sûriye û Iraqê ji 60 welatî mirov hene. Hemû jî fermandarên DAÎŞ’ê ne. Niha di nava liv û tevgerê de ne û dixwazin rêxistiniya xwe berfireh bikin. Ji bo van xilas bikin gelek pêngav kirin. Lê belê hewl didin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk weke firsendekê bi kar bînin. Çeteyan di nava 20 rojî de 8 caran êrîş kirin. Yek ji van êrîşan li ser Kampa Holê bû. Amadekariya din jî li ser zindanên li Hesekê, Reqa, Dêrazor û başûrê Hesekê bûn. Ji bo vê jî di navbera dewleta tirk û êrîşên DAÎŞ’ê de hevsengiyek heye, bi taybetî êrîşên DAÎŞ’ê rasthatin nînin. Êrîş yekser li ser Kampa Holê hate kirin. Armanc ew bû ku DAÎŞ’iyan bidin revandin. Êrîşa li ser Kobanê jî hewldana ji bo şînkirina hêviyên DAÎŞ’iyan bû. Li ser zindana li Qamişloyê jî êrîş hate kirin. Êrîş hemû bi heman armancê hatin kirin. Qada Mekmenê ku bi 80 kîlometreyî dûrî sînor e, ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hate bombekirin. Qadeke stratejîk e di navbera Reqa, Dêrazor û Hesekê de. Bi rizgarkirina Mekmenê re Dêrazor û Reqa hatin rizgarkirin. DAÎŞ’ê gelek caran hewl da li Mekmenê careke din xwe komî ser hev bike û gelek êrîş kir. Dewleta tirk yekser êrîşî Mekmenê kir. Ev êrîşeke ji rêzê nebû û ne rasthatin bû. Tolhildana DAÎŞ’ê ye. Bi van êrîşên dewleta tirk re DAÎŞ’ê jî firsend bi dest xist û 8 caran êrîş kir. Di demekê de ku em bi êrîşên dewleta tirk re mijûl bûn, me 8 êrîşên DAÎŞ’ê jî têk bir.

Tedbîrên hatine wergirtin têrê dikin?

Divê mirov eşkere bikin ku li zindanê û kampan kî hene. Li Girtîgeha Sînaayê DAÎŞ’iyên ji 50 neteweyan hene. Piraniya DAÎŞ’iyên ewropî li zindanê ne. Di heman demê de li kampan jî DAÎŞ’iyên ji welatên cuda hene. Li van herdu deveran her wiha kesên di temenê zarokatiyê de hebûn, lê belê temenê wan niha mezin bûye û bi fikrê radîkal ê DAÎŞ’ê mezin bûn. Mîna bombeya eyarkirî niha li ber destê me ye. Ya rast ji kampeke koçberan bêhtir bûye mîna kampeke leşkerî. Dewleta Tirk heta niha DAÎŞ’ê weke rêxistineke terorê nabîne. Ji xwe ji bo DAÎŞ’ê nabêjin rêxistineke terorê, dibêjin rêxistineke çekdarî. Paşeroja zindanê û kampa Holê nediyar e. Metirsîdar e. Rast e, hin zindan jinûve têne çêkirin, mesref lê diçin. Lê belê têrê nakin, bi kêr nayên. Tenê weke karekî demkî ne. Ya ku têrê bike ew e ku paşeroja van bê diyarkirin. Bêguman divê li ser van nîqaş bê kirin.

Dixwazên DAÎŞ’ê bi kar bînin

Destpêkê ya divê li herêmên me dadgeh bên avakirin. Em çima dibêjin herêma me? Girtî di destê me de ne. Li gel vê yekê gelek kes li herêma me ne ku girtiyan êşkence li wan kiribûn û ev mirov jî 5 milyon kes e. Her wiha têkildarî sûcên hatine kirin li ber destê me belge hene. Hêzên navneteweyî carna dibêjin ku divê ev dadgeh li deverên din bêne çêkirin. Avakirina dadgehê li devereke cuda wê bi kêr neyê. Ji ber ku hûn nikarin 5 milyon kesî bibin welatên cuda. Hûn ê ewqas girtiyan çawa bibin deverên cuda, hûn nikarin vê bikin. Her wiha belgeyên li ber destê me jî eger hûn bibin deverên cuda hûn ê nikaribin biparêzin. Ya rast dixwazin dosya DAÎŞ’ê bi vî rengî belav bikin û naxwazin ev dosya bibe dosya DAÎŞ’ê. Mîna ku dosya DAÎŞ’iyekî bi tenê ye dixwazin darizînin, dixwazin şexsî bikin. DAÎŞ şexsî nîne, DAÎŞ mejiyeke. Şerê me ne li dijî yek, du kesan e, şerê me li dijî mejiyekî mîna DAÎŞ’ê ye. Heta niha tenê 3 hezar DAÎŞ’iyên Iraqî û ji welatên din jî 2 hezar DAÎŞ’î ji aliyê welatên xwe ve hatin wergirtin. Ev têrker nîne. Ji sala 2019’an ve nêzî 5 hezar DAÎŞ’î wergirtin, lê belê li gel me 65 hezar DAÎŞ’î hene. Eger bi vî rengî dewam bike wê nêzî 25 salên din DAÎŞ’î li vir bimînin. Divê çareseriyek bê peydakirin. Ya divê dadgeh bêne avakirin, yan jî her welat DAÎŞ’iyên xwe bibin.

Hêzên koalîsyonê jî di heman demê de ji ewlekariyê berpirsyar in. Gelo berpirsyariya wan di kîjan astê de ye? Dema dawî têkildarî van herêman hevdîtinên we bi koalîsyonê re çêbûn?

Bêguman bi hêzên koalîsyonê re nîqaşên me çêbûn, hîn jî dewam dikin. Ev 85 welat weke koalîsyona navneteweyî li herêma me dimîne. Hem îstîxbarat hem jî alîkariyên cuda yên ji HSD’ê re têne dayîn gelekî kêm dimînin. Ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê têrê nake. Hem piştgiriya ji bo vî şerî hem jî piştgiriya ji bo civaka li herêmê divê werin zêdekirin. Ji ber ku DAÎŞ’ê xisareke mezin li gelê herêmê kir. Binesaziya me xera bû, dibistanên me piraniya wan hatin xerakirin, av û elektrîk hate têkbirin, bajarên me hatin talankirin û xerakirin. Ew mijar in ku divê yekser alîkarî ji bo wan bêne kirin. Her wiha divê nasnameya siyasî ya herêmê bi demdirêjî bê naskirin. Ji ber ku şerê li dijî DAÎŞ’ê tê kirin şerekî çekdarî nîne, şerekî siyasî û îdeolojîk e. Heta ku nasnameya herêma me neyê naskirin, wê gefa DAÎŞ’ê ya li ser herêmê dewam bike û dewleta tirk jî wê destê xwe ji DAÎŞ’ê venekişîne. Di vê mijarê de me bi koalîsyonê re nîqaşên berfireh kirin.

Hêzên koalîsyonê mikur tên ku bêyî YPJ, YPG û HSD’ê di şerê dijî DAÎŞ’ê de nikarin encamê bi dest bixin. Tenê dewleta tirk qebûl nake, ji xwe ew jî DAÎŞ’ê fînanse dike. Mîna HSD’ê hêzek tune ye ku bikaribe li dijî DAÎŞ’ê şer bike, ji xwe pêkan jî nîne. Ji bo vê, ji bo şer bi ser bikeve, ji bo DAÎŞ careke din li ser mirovahiyê nebe metirsiyek divê piştgiriya ji bo HSD’ê bê zêdekirin.

Amedekariya êrîş li Serêkaniyê hat kirin

Encama lêpirsîna têkildarî êrîşa li ser zindana Hesekê diyar bû, em ê dema bê parve bikin. Dosyayeke ku bi ser fermandariya DAÎŞ’ê ya li kamp û zindanê ye. Kî fermandar be ew vê dosyayê bi rê ve dibin. Fermandarên wan berê li Idlib û Efrînê bûn, niha jî li wan deveran e. Vê dosyayê yekser ji wir dimeşînin. Di êrîşa li ser zindana Hesekê de li gorî belgeyên hatin bidestxistin, êrîş li herêmên dagirkirî, bi taybetî jî li Idlib û Efrînê hate birêvebirin. Beriya meh û nîvekê ji bo amadekariya êrîşa li ser zindanê 3 çeteyên dixwestin şaneyekê ava bikin li Reqayê hatin girtin. Ev çete ji bo êrîşeke nû li ser zindana Hesekê bikin li Serêkaniyê li kampên perwerdeyê hatibûn perwerdekirin. Em ê dema bê mikurhatinên van 3 çeteyan biweşînin.