9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqûbeta winda Hecî Ahmet Er pirsîn

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” a vê hefteyê de li aqûbeta Hecî Ahmet Er ê ku dibinçavan de hat windakirin pirsîn.

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 758’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan li ser in hate vekirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Hecî Ahmet Er ê ku di 15’ê Tebaxa 1995’an de li navçeya Çelê ya Colemergê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Endam û rêveberên ÎHD’ê û malbatên windayan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de Serokê Şaxê ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku di salên cuda de bi hezaran cînayet ji aliyê hêzên girêdayî dewletê ve hatin kirin û ev tişt anî ziman: “Parêzvanên mafan û xizmên windayan ji salên 90’î ve ji bo ev buyer nêyên jibîrkirin daxwaza çêkirina cihên bîrê dikin. Sedema herî mezin a ku pirsgirêka kurd çareser nabe, windakirinên binçavan e. Îro salvegera tayinkirina qeyûman ên  şaredariyên Amed Mêrdîn û Wanê ye. Qayûm tayînî ser hemû şaredariyên HDP’ê kirin. Em dixwazin bidin zanîn ku mafê gelê kurd ê dengdayîn û hilbijartinê ji aliyê hikûmetê ve hatiye binpêkirin. Ev çar sale xebatên şaredariyê ne li gorî heviyê gel tevdigere û gel rêveberiyê dûr digre. Tevî tê ispatkirin ku tu sucê hevşaredariyên HDP tûneye jî di bin navê polîtîkayên ewlehiyê de nahêlin hevşaredar peywira xwe bikin. Em li vir careke din bang dikin, ji bo rûbirûbûna paşerojê û çareseriya aştiyane û adil a pirsgirêka kurd dev ji polîtîkayên ewlehiyê berdin. Endamê Lijneya Rêveberê Şaxê ÎHD’ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş daxuyanî da.

Serpêhatiya winda Hecî Ahmet Er wiha ye:

 “Di 15’ê Tebaxa 1995’an de li bejahiya gundê Kurudereyê di navbera leşker û endamê PKK de pevçûn dertê. Fermandarê operasyona leşkerî ji gundiyan re dibêje gund vala bikin ger vala nekin ez ê emrê kuştinê bidim. Piştî demekê leşker bi ser gund de digirin. Kurê Hecî Ahmet Er Adnan ji bo eşyayên xwe yên malê hilgire û hêstirekî bîne, diçe gundê cîran ê Kavşakê.

Dema Ednan diçe di navbera her du gundan de dengê çekan tê. Hecî Ahmet ji bo kurê xwe Adnan bi fikar dibe û bi birayê xwe Hecî Mirap re diçe gundê Kavşakê. Leşkerên li ser rê herdû birayên Er binçav dikin û dibin qereqola Gundê Işikliyê.

Di bin çavan de winda dikin

 Di bin çavan de bi rojan îşkenceyê li bira Hecî Mirap dikin. Piştî îşkenceya giran, bi şertê ku ji gund derkeve serbest tê berdan. Malbata Er li bendê ye ku Hecî Ahmet jî bê berdan. Lê careke din tu agahî jê nayê girtin. Hemû hewldanên Malbata Er a ji bo dîtina Hecî Ahmet bêencam dimînin. Tevî ku di ser windakirina Hecî Ahmet Er re 28 sal derbas bûn jî, hêj aqûbeta wî neyê zanîn.”

Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.