4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi qeyûman xwestin faşîzma xwe bi kurdan bidin qebûlkirin’

Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altindag, diyar kir desthilatê xwestiye bi tayînkirina qeyûman li Kurdistanê hevkarên xwe çêbike, têkoşîn û dînamîka gelê kurd hilweşîne û faşîzma xwe bi gel bide qebûlkirin

Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altindag, diyar kir desthilatê xwestiye bi tayînkirina qeyûman li Kurdistanê hevkarên xwe çêbike, têkoşîn û dînamîka gelê kurd hilweşîne û faşîzma xwe bi gel bide qebûlkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên yên 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredariyên bakûrê Kurdistanê bi dest xist. Ji van 65 şaredariyên ku HDP’ê bi dest xist 3’ê ji wan yên bajarên mezin bûn. Lê piştî ku pêvajoya hilbijartinê bi dawî û û hevşaredarên hatibûn hilbijartin dest wergertina mazbatayên xwe kirin, Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbataya 6 hevşaredarên HDP’ê bi hinceta ku KHK’î ne neda wan û şaredariyên HDP’ê radestî namzetên AKP’ê yên ku dengekî kêm girtibûn.

Piştî hilbijartinê 5 mehan AKP-MHP’ê di 19’ê tebaxa 2019’an de dest bi dagirkirina şaredariyên HDP’ê kirin. Destpêkê Wezarata Karên Hundir şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê desteser kir û waliyên her sê bajarên mezin weke qeyûm tayînî şûna hevşaredarên HDP’î kirin. Dû re di nav salekê de 48 şaredariyên HDP’ê yên bajar  û navçe bi qeyûman hatin dagirkirin. Ji 65 şaredariyên HDP’ê niha tenê 6 şaredarî mane ku qeyûm tayînî wan nehatine kirin.

Darbeya zor û antî demokratîk

Bi munasebata salvegera destpêkirina tayînkirina qeyûman a sala 2019’an Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altindag ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, ji rojnameya me re axivî û qala pêkanînên qeyûman ên li Mêrdînê û tevahiya bakurê Kurdistanê kir.

Hevşaredar Fîgen Altindag, diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi awayekî dij qanûnî dest danîne ser şaredariyên wan û wiha axivî: “Desthilatê weke parçeyeke plana çokşikandinê ji bo jiholêrakirina nirxên ku gelê kurd ava kiriye û hemû sazî û destkeftiyan qeyûm tayîn kir. Ji bo desthilata xwe ya herêmî ku winda kir bi dest bixe, bi darbeyeke zor û antîdemokratîk serkeftina rêveberiya herêmî ya têkoşîna azadiyê û sazîbûnê asteng û belav bike û li şûna wê burokrasiya xwe ya rantxur a faşîst û dijminê gel bi cih bike şaredariyan talan kir.”

Şaredariyan dikin binî deyn

Altindag, destnîşan kir ku qeyûm dahatên ku tên şaredariyan ji bo hilbijartin, nelirêtî û aligiriyê û weke para bêdengbûnê li hevkarên desthilatê yên herêmî belav dikin û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Şaredariyan weke saziyên dewlet û desthilatê yên pereyan dibînin û dikin xizmeta xwe û talan dikin. Bi vî awayî şaredariyan dikin binî deyn û nikarin bixebitin. Yek ji hebûnên mezin ên şaredariyan neguhêzbarên wan in. Ev neguhêzbarên ku weke malê gel in bi awayekî vekirî ji bo mutahît û hevkarên desthilatê erzan tên firotin. Bi vî awayî hem rantê bi dest dixin hem jî şaredariyan dikin rewşeke ku nikaribin bixebitin. Diyarîkirina 136 hezar zîv a Wezîrê Karên Hundir a ji bo Erdogan şelaqî, dizî, sergirtina dizî û talana qaymeqam û waliyên herêmê ye. Di heman demê de meşrûkirin û qanit e ku ji serî heta binî burokrasî çawa di nav nelirêtî û talanê de ye.

Hewldanên meşrûkirinê

Di berdewamê de Altindag, bi lêv kir ku di 4 salên dawî de di hêla civak, çand û madî de qeyûman bûne sedema gelek xesaran û wiha pêde çû: “Faşîzma AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd siyaseta çokşikandinê dimeşînin. Li gorî desthilatê li gel vê siyaseta wan nabe ku li Kurdistanê rêveberiyên herêmî siyaseteke berxwedêr bimeşînin. Vê qebûl nakin. Qeyûman bêtir xwestin li herêmê kontrol bikin û desthilata xwe biparêzin û bi nelirêtiyan hevkarên xwe çêbikin û bi vê têkoşîn û dînamîka kurd hilweşînin û bêbandor bikin. Mixabin di vê polîtîkayê hinek bi ser jî ketine. Aliyekê din ê neyînî jî hewldanên wan ên meşrûkirin û hinkirina gel a vê rewşê ye. Çawa ku faşîzma xwe bi gelê tirk dane qebûlkirin dixwazin li Kurdistanê jî bi qeyûman faşîzma xwe bidin qebûlkirin.”

Armancên pêkanînên qeyûman

Altindag, bal kişand ser armanc û pêkanînên qeyûman û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Armanc kirin ku bi derfetên civakî û çandî gelek qadroyên me ji hev belav bikin û wan bikin nav derdê debarê. Hewldan bawerî, hêvî û berxwedêriya gel a vê der barê de bişikînin.  Di hêla çandî de qadên me hatin bisînorkirin û saziyên me hatin girtin. Destkeftiyên me yên jinan (êrîş li helwestên me yên bîrdozî yên mîna serokatiyên daîreyên jinan û hevserokatiyê hatin kirin) hedef hatin girtin. Bi vekirina saziyên ciwanan re hewl dan dînamîzma me ya ciwanan bînin asta ku li ber deriyê qeyûm û dewletê destê xwe vekin. Di bin navê “alîkariya civakî” de hewl hat dayîn ku gelê me yê xîzan hînê sedeqeyên ku qeyûm didin bikin.”