2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm trafîkê asteng dike

Şaredariya Peyasê ya Amedê 4 sal in di destê qeyûm de ye. Ji ber qeyûm xizmeta paqijiyê nake, konteynirên çopê li ser rê danîne û rîska qezayên trafîkê zêde dike

Şaredariya Peyasê ya Amedê 4 sal in di destê qeyûm de ye. Lê ji ber qeyûm baş xizmeta bajar nake, li gelek cihan astengî derdikevin. Yek ji astengiyên şênber ku li nava bajar rû dide jî konteynirên çopê yên li ser kolanê ne. Li Kolana duriyana Cîhanê ya Peyasê (Dunya Kavşagi) konteynirên çopê ku li ser rê hatine danîn, trafîkê asteng dikin. Ji ber konteynir li ser rê hatine bicihkirin, talûkeya qezayê trafîkê jî zêde dike. Ku ajokar bi baldarî tev negerin rîska qezayan pir zêde ye. Li aliyê din welatiyên ku dixwazin çopa xwe bavêjin konteyniran, neçar dimînin ku derbasî aliyê din ê rê bibin. Welatiyên ku çopê davêjin konteyniran bi talûkeya qezayan re rû bi rû dimînin.

Ajokar li dijî vê yekê bi gazinc in û ji rayedaran dixwazin ku konteynirên çopê ji ser kolanê rakin.