5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî hilbijartinê her tişt buha bûn

Ji ber polîtîkayên hikûmetê, her ku diçe qeyrana aborî kûr dibe. Esnaf ji ber qeyrana aborî bi gazinc in. Esnafên li Dersimê bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin pirsgirêk çareser bibe

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê yên her roja ku diçe qeyrana aboriyê xirabtir dike. Ev rewşa aboriyê bendoreke gelek giran li ser esnafan û gel dike. Lîreyê tirk her roja ku diçe li hember dolar û euro nirxê xwe winda dike û bêqîmet dibe. Qeyrana aboriyê ya heyî ji aliyekî ve dibe sedema xizaniyê ji aliyê dinê ve jî dibe sedema bêkar bûnê. Esnafên Dêrsimê bertek nîşanê vê rewşa heyî dan û der barê qeyrana rewşa aboriyê de ji rojnameya me re axivîn.

Nikarin nan bikirin

Esnafê bi navê Erdal Gundogdû, diyar kir her ku roja diçe li Dêrsimê rewşa aboriyê xerabtir dibe û wiha axivî: “Em êdî nizanin ku ew ê di 10 rojên pêşiya me de çi bibe ne diyar e. Li Dêrsimê buhayê nan bûye 14 lîre êdî tu kes nikare nan jî bistîne. Her wiha kirêya xaniyan û dikanan jî pir zêde bûne. Beriya hilbijartinê 5-6 hezar bûn, niha derketiye 8-10 hezaran. Berê em dikaribûn biçim tûrikê xwe tijî bikin lê niha em nikarin tiştekî bistînin. Niha ez bi xwe jî weke esnaf beriya tiştekî bistînim li etîketan binêrim û li gorî budçeya xwe biryarê didim. Ji ber van sedeman em ji gundê xwe rûn, penêr, masî û zebze ji xwe re tînin û bi vî awayî jiyana xwe didomînin. Di nava 6 mehên dawî de gelek ciwan koçî derveyî welat kirine. Ji sedî 75-80’î bajêr hatiye valakirin. Gelek kesên ku diçin jî temenê ji 20-30 û heta 40’î ye mirov li vir xweşik ciwanan nabîne.”

Aborî têk çûye

Yûnûs Aras ku bi salan e li Dêrsimê esnafiyê dike ji rewşa aboriya gelek bi gazinc e û ev tişt anî ziman: “Kesên aboriyê bi rê ve dibin ji demokrasiyê dûr ketine ji ber vê aborî li ber têkçûnê ye. Ev bi taybetî pêşî li bazirganên piçûk ên weke me digire. Ji ber ku em ew kes in ku dikarin bi mirovan re yek bi yek danûstandinê bikin. Ji ber vê yekê em dikarin hêza kirînê çêtir binirxînin. Hejmara bazirganên biçûk ên wekî me kêm dibe. Ger hûn li îstatîstîkan binêrin, hûn ê konsepta şer ji roja ku dest pê kiriye heta îro bibînin. Tişta ku hat afirandin, di nava esnafan de jî pêlek çêkir. Beriya hilbijartinê hêviyên civakê gelek hebûn lê niha tu hêviyeke kesî nemaye. Her ku diçe roj bi roj rewşa aboriye xerabtir dibe.”

Enflasyon ji sedî 250 ye

Esnafê bi navê Cîhan Hoşoglû, destnîşan kir ku rewşa aboriyê her diçe li Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi xerabûnê ve diçe û ev tişt anî ziman: “Di demên dawî de rewşa aboriyê gihîştiye geşedanên gelek mezin. Gelê herêmê yê vê derê bi rastî xizantir bûne. Ji ber ku hêza kirînê û pereyên wan bi pereyên biyanî ne, ew bi Euroyê diguherînin. Em berhemên xwe bi dolaran dikirin. Em bi gelemperî berhemên xwe ji hilberînerên piçûk dikirin. Kirêyên xaniyan ji 4 hezar lireyî derketine 8-9 hezar lireyî. Xewnên mirovan ên ji bo kirîna xaniyan jî hemû têk çûn. Kesên ku li Ewropayê dijîn bi piranî li gundên xwe xaniyan ava dikin. Enflasyon ji sedî 250 ye. Heta hefteyek berê jî li vir bi 8 lîreyan dihat firotin. Ji ber vê yekê ji sedî 40 buhayê nan zêde bû. Em dizanin ku ji ber biryarên li pey hev ên hikûmetê buhabûnek zêde heye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê