3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşa bîrayî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Bidestxistina pêdiviyên jiyaneke birûmet û biwate bi qasî ku mirov bi dev bibêje an ji li ser kaxizê binivîse ne hêsan e. Ji bo ku mirov bikaribin li gor armanca jiyaneke watedar bijîn û tev bigerin, divê perspektîfeke wan a bingehîn hebe da ku zanibin pêdiviyên jiyana wan a rojane çi ne an ne çi ne

Bidestxistina pêdiviyên jiyaneke birûmet û biwate bi qasî ku mirov bi dev bibêje an ji li ser kaxizê binivîse ne hêsan e. Ji bo ku mirov bikaribin li gor armanca jiyaneke watedar bijîn û tev bigerin, divê perspektîfeke wan a bingehîn hebe da ku zanibin pêdiviyên jiyana wan a rojane çi ne an ne çi ne.

Bêguman jiyaneke birûmet û biwate pêşî di mejiyiyê mirov de tê sêwirandin. Herwiha sêwirandina jiyaneke bêrûmet û bêwate jî dîsa di mejiyê mirov de pêk tê. Hêmana herî nepenî û stewiyayî ya bedena mirov, mejiyê mirov e. Ev mejî çawa dixebite, çawa tiştan fêr dibe û fêr dike? Em, vî tiştê ewqas têkel, bilebat û tekûz çawa bikar tînin? Ma gelo em mejiyê xwe  bi kar tînin an mejiyê me me bi kar tîne?

Çendî ku mejî bi her mirovê/î re peyda dibe jî, mêjiyê tu mirovan naşibe yê din. Anku mejiyê her mirovê/î bêhinkûf û arizî ye û hemû afirîn û veberanên şexsî jî di mejiyê wê/wî de pêk tên. Mejiyê her mirovê/î wekî şopa tiliya wê/wî yekta û bêhempa ye. Lê mejî, berevajî şopa tiliyê bi perwerdehiyê pêşve diçe diguhere. Mejî; hem bûyerên jiyanê û agahdariyên fêrbûyî yên derdûdor tomar dike û hem jî bandorê li ser her kêliya jiyana me ya derbasbûyî û dahatûyê dike da ku em derbarê tiştên ku “di gavê de” diqewimin de jî haydar û baldar bin û biryara axaftin, vegotin, famkirinê bidin.

Mejî, pergala herî pêşketî ye ku hest û hizrên me jî di diafirîne. Perwerdehiya mêjî perwerdehiya hişmendiyê ye. Ji ber vê yekê ye ku hemû tevger, biryar û kiryarên me di bin rêveberiya mejî de pêk tên û diedilin.

Di van salên dawî de, di qada biriknasiyê (norolojiyê) de gelek pêşketin û geşedaniyên nû pêk hatine.  Hemû mirovên berhemdar û afirîner, bi saya behreya ramînê, bîra xwe xurt dikin; bêtir berhemdar, serfiraz dibin û herwiha tiştên ku li dora wan diqewimin bi baldarî bişopînin û rê li ber pirsgirêkên rojane digirin an jî pirsgirêkên xwe yên heyî çareser dikin. Sedema hebûna wan û armanca jiyana wan, rasterê têkildarî guhertin û veguhertina hişmendiya wan e. Lewre guhertin û veguhertina hişmendiyê, li gel  jiyana mirovan a rojane, pêşeraja wan jî diyar dike. Ev jî hişmendiyeke kamil û stewiyayî, ramaneke tekûz û tebût û viyaneke xurt û bêdeman dixwaze.

Awayê bidestxistina hişmendiyeke nû ya ku jiyan, çarenûs û pêşeroja mirovan diyar dike ku ew li pêşberî hemû dengên derveyî bêdeng bimînin û guhê xwe bidin dengê xwe yê hundirîn û bi xwe re rû bi rû bimînin, mirov arasteyî şoreşeke birayî dike.  Ji bo wê, divê mirov pêşî li bersiva pirsa sedema hebûnê xwe ya “ez kî me?” bigere. Kemilîna hevoka vê pirsê ya ku ji du peyvan pêk tê, hem mirov nêzikî bingeha xwebûna xwe ya rastîn û hem jî mirov ber bi hebûna xwe ya mirovî ve dike. Ev jî tê vê wateyê ku mirov bi vî awayî fam dike ku di jiyana wê/wî de tiştên baş û nebaş an jî girîng û ne girîng çi ne. Lewre zanebûna pêdivî û girîngiya jiyanê ya ku di bîra mirov de cih digire, li gel hişmendiya duristiyê, hest û hizra rastdariyê jî bi mirov re digihîne.

Di vir de; “Armanca bingehîn a jiyana mirov çi ye?” derdikeve pêş. Rêwîtiya ji bo lêgerîn û dîtina bersiva vê pirsê, gelek tiştên din jî fêrî mirov dike. Mirov neçar dimîne ku li pêşberî vê pirsê bibe xwediyê ramaneke xurt da ku bikaribe çalakiyên mezin û bizavên girîng pêk bîne. Peyre dibe ku mirov  pirsa ku ji xwe bike jî ev be; “Ez dixwazim li vê dinyayê çi biguherînim?” Belê divê ev daxwaz ji dil be ku mirov bikaribe pirsa “Ez dikarim li vê dinyayê ji bo guherînê çi bikim?” ji xwe bike.  Ango divê li gel daxwaza guherînê, guherîn bixwe bibe armanca mirov a bingehîn. Ev guherîn jî pêşî ji mirov bi xwe dest pê dike. Lewre ev guherîn ne li gor dînamîkên derveyî, li gor şoreşa bîrayî ya hundirîn pêk tê. Jixwe guherîna herî mezin ew e ku mirov di bîra xwe de pêk tîne.

Divê mirov armanca jiyana xwe baş fam bike da ku bikaribe cewhera xwe ya hundurîn baş bixebitîne. Ev jî tenê mirov bi xwe dizane û tenê ew derbarê vê yekê de biryara xwe dide. Tenê ne biryar jî; ji bo ku bikaribe armanca xwe pêk bîne, pêdivî bi gelek tiştên din jî heye. Biryar destpêk e; ango pêlika sereke ye. Ji bo wê, pêdivî bi stratejî, daxwaza ji dil, vîna xurt, amûrên ku mirov radigihîne armancê, têkilî û dansûstandinên derûdor û şert û mercên jiyanê heye. Heke armanceke mirov a guhertina tiştekî hebe, divê  mirov pêşî wê guherînê di xwe de bide destpêkirin. Berî wê jî, divê mirov vê pirsê ji xwe bike: “Gelo ez ji bo vê guherînê çi qasî amade me?” Divê  têgihiştineke mirov a ku armanc, amûr, dem û behreya bikaranina wê/wî ya ragihandinê û lihevkirin û ahenga şiyan, însiyatîf, dilawerî û vejeniya wî/wê ya jiyanê hebe ku bigihije encameke erênî.

Diyarkirina armanceke misoger, pêşî mirov ber bi lêgerîna amûr û rêbazên nû ve dike. Hevgirtina armanc û bikaranîna amûr û rêbazên nû, bingeha xala destpêkê diyar dike. Armanca ku mirov ber bi hewldanên nû ve dike jî hevrûbûneke hundirîn a ku bi vîn û viyana mirov re li hev e, divê. Hevrûbûna mirov a hundirîn, carinan xwe di ken, kêf û şahiyê de, carinan  xwe di girî, xem û şînê  de, carinan jî xwe di êş, azar û kederê de dide der. Jixwe guherîn, veguherîn û geşedaniyên mezin û xwenaskirina mirov tu car bêyî êş, xemgînî, şîn û tevliheviyê  çênabin.

Dema ku mirov bi ser armanca jiyana xwe ve dibe, heman havê tirsa xwe ya “kesên din çi difikirin” an jî “çi dibêjin” ji ser xwe dide alî  û bi hemû hebûna xwe azad dibe. Wê  gavê têdigihîje û fam dike ku jiyana wê/wî ya ku ji xewn û xeyalên wê/wî mezintir, girîngtir û watedartir e. Wê çaxê mirov li xwe hay dibe ku armancên erzan ên wekî dewlemendî, navdarî, meqam, navnasî û bidestxistina malê dinyayê û rehetiya rojane bêtir nerihetiyê didin mirov û wê/wî ji nirxên neteweyî/civakî/mirovî û xwebûna wê/wî ya rastîn bi dûr dikin.

Hemû hest û hizrên mirov ên erênî û neyînî pêşî di mejî de; ango di bîra mirov de disêwirin û peyre derbasî kardariyê dibin. Heta ku di hişmendiya mirov de guherîn û veguherînên mezin pêk neyên şoreşa mirov a hundirîn pêk nayê.  Lewre biryara herî rastîn biryara mirov a xwe bi xwe ye. Biryara  mirov a bi serê xwe dike ku mirov li hemberî xwe têkoşîneke bêdeman li dar bixe. Herwiha têkoşîna mirov a rastîn, têkoşîna wê/wî ya li hemberî nefsa xwe ye. Tenê kesên ku bi xwe re mijûl dibin û bi her awayî arasteyî hevrûbûna xwe ya hundirîn dibin, dikarin pêrgî rastiyê bibin. Û tenê ew dikarin di karê xwe de bi ser bikevin û bigihîjin armanca xwe.